Serrûpel Nûçe “Kontrolkirina Girê Spî derbe li Tirkiyê jî xist“

“Kontrolkirina Girê Spî derbe li Tirkiyê jî xist“

Belav bike

Murad Karayilan di hevpeyvînekê bi televizyoneke girêdayî PKKê re diyar dike, Girê Spî ji bo rêkxistina DAÎŞê gelek girîng bû, di deriyê wê re hemû pêdiviyên xwe yên aborî, bazirganî, leşkerî û heta tevlîbûnên nû, pêkdianî.

Karayilan herwiha dibêje, Girê Spî ji bo DAÎŞê deriyê hemû têkiliyên derve bû, niha li pêş wê rêkxistinê tenê deriyê Cerablusê maye û rêya di navber bajarê Reqa û Îraqê de li gelek deveran qute, yanî ew neçare niha hemû karên xwe yên derve di deriyê Cerablusê de bimeşîne, ew jî wê gelek zehmetiyan ji wan re çêbike.

Endamê Konseya rêveber a KCKê Karayilan got,niha rêxistina Daîşê dixwaze navçeya Ezazê a ser bi helebê têxe destê xwe û deriyê wê ya sînor wek deriyeke sereke bikar bîne, lê bi gelemperî wandakirina Girê Sipî ji bo Daîşê wendabûneke mezin bû.
Fermandarê giştî yê HPGê dest nîşan kir ku,kurdên rojavayê Kurdistanê bi van deskeftîyên xwe wê roleke sereke di avabûna Sûriyeke demokratîk de bilîzin.