Peyameke nû di derbarê şerê PKK û Tirkiyê de da
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyerên vê dawiyê û pêşketinên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de helwesta xwe ya şexsî di peyamekê de ragihand û got ku ew ji derketina şer dilgiran e û da zanîn ku ne ew siyaseta Tirkiye diyar dikin û ne jî berpirsin ji siyaseta PKKê.
Asayîşa PYD ew bi zorê birin cihekî ne diyar
Serokê berê yê ENKS li Hesekê, Mehmûd Ocê, ji aliyê grûpekê ve, ku xwe weke Apocî dane naskirin, bi otomobleke reş revandin û birin cihekî ne diyar.
“Em amade ne navbênkariyê bikin“
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê li dijî binkeyên PKKê li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da û tê de amadehiya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina alîkariyê bo dirustkirina agirbestê û bidestxistina aştiyê li Tirkiyê, nîşan da.
Barzanî li ser êrîşên li dijî PKK ji Davutoglu re çi got?
"Şeva derbasbûyî artêşa Tirkiye baregehên PKK ê li çend navçeyekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Piştî wê bombebaran kirinê, demjimêr 09.30 xuleka berî nîvroya îro şemî 25.07.2015 birêz Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye, li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û bi dirêjî behsa rewşê kirin û sedema gihîştina rewşê ya asta vê pêşketina niha rûn û zelal kir.
Balafirên Tirkiyê Qendîl bombebarankirin
Balafirên şer ên Tirkiyê navend û çeperên PKKê yên li çiyayê Qendîlê jî dan.
Qameqam bombeya Teqîna Pirsûsê “Teqand“
Qameqamê Pirsûsê di derbarê teqînîna 20 vê mehê de tiştên balkêş gotin ku di rojevê de weke bombeyekê teqiya.
ENKS kiryarên PYD digihîne UN û herêma Kurdistanê
Doh 22 Temûzê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên Asayîşa Rojava ku tê naskirin wek asayişa PYDê şermezar kirin û ragihandin ku ew dê van kiryaran bighînin ber destê hêzên kurdistanî û dezgehê Neteweyên Yekbûyî (NY).
Serokê Kantona Kobanî: Emê navan eşkere bikin
Serokê desteya Kantona Kobanê Enwer Mûslim di hevpeyvîneke xwe de bi rojnameyeke tirkî re got, welat, sazî û kesên alîkariya DAIŞ'ê kirine, divê li dadgeha navdewletî ya Lahey bêne mehkemekirin û ji bo wê yekê komîteyek were avakirin.
Salih Mislim derewîn derxist
AVESTA KURD - Li ser hevpeyvîneke hevserokê PYD Salih Mislim ku gotibû, YNK Sîleh û teqemenî ji wan re şandine, û ew çek û teqemenî bi pereyên YNK hatine kirrîn, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Salih Mislim derewîn derxist û got, biryara şandina pêşmergeyan û alîkariyên çekdarî û lojîtîkî tenê partiyekê neda, ew alîkarî ji aliyên hemû partiyan ve bû û ne tenê alîkariya partiyekê bû.
Dîzeyî got, ew çek yên hikûmeta herêma Kurdistanê bûn, Ew alîkariya çekdarî ya hikûmeta Kurdistanê bi balafirên Emerîka ji balafirxaneya Hewlêrêji bo Kobanî hatine şandin, ew alîkarî li Kobanî ji bo YPG ji ezmanan hate avêtin.
Asayîşa PYD endamê ENKS Mihemed Şiwêş revand
Dewriyeke asayîşa PYD, li Amûdê, li pêşiya mala wî, endamê ENKS revand Mihemed Şiwêş revand û bire cihekî nediyar. Asayîş bi otombîleke rengê wê spî, modêla Santafe Hyundai, çû pêşiya mala Şiwêş ew bi xwe re bir.