Serrûpel 2015 Tîrmeh

Arşîva mehane: Tîrmeh 2015

Di civîna yekemîn de weke serok hate hilbijartin

Di civîna ENKS de li Qamişlo, sekreterê partiya Yekîtî Brahîm Biro weke serokê ENKS hate hilbijaritn. Mekteba serokatiyê ji wan kesan hate hilbijartin: Brahîm Biro (serok), Fesle Yusuf (El Wehde), Hejar Hesen (Yekîtiya xwendekar û ciwanan), Ehmed Sîno (El Partî), Xelîl Husam (serbixwe).

“Pêwendiya me bi rêjîma Esed re çênebûye”

Hevserokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya tirkî Cumhuriyet got, pêwendiya wan bi rêjîma Esed re çênebûye, çênabe jî. Mislim got, kesên ku dibêjin pêwendiya PYD bi Esed re heye, armanca wan ewe ku PYD reş bikin, Hevserokê PYD li ser gotina serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu got, ne raste dibêje li Hesen PYD û rêjîma Sûriyê bi hev re rûniştine û li hev kirine.

Binêrin çima PYD şermezar kir û xwe şewitand?

Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê xwe li pêşiya baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şewitand.

“Barzanî ferman daye Pêşmerge xwe ji bo Rojava amade bikin”

Serokerkanê Pêşmerge Cemal Êminkî eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman daye hêzên Pêşmerge ji alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê re amade bin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com