Dayîkek di otomobîlê de zarok tîne (Vîdyo)
Jineke emerîkî ku dayîka 2 zarokan e, dema ku ji bo zarokanînê diçû nexweşxaneyê di rê de zarokê wê çêdibe û mêrê wê jî hatina zarok bi telefona xwe dikişîne.
Kurt axaftina Erdogan dinirxîne
Abdurrahman Kurt yek ji wan parlamenterên kurd e ku di destpêkirina proseya çareserî ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê de rola wan hebûye.
Li Sirbistanê di qezayekê de wefat kir
Nezîr Hecî Mistefa, birayê Farûq Hecî Mistefa wefat kir. Bila serê Farûq û malbata wî sax be. Nizar ji Kobanî bû û çalakvan bû. Heta niha malbata wî ev nûçe piştrast nekiriye.
Barzanî li ser sînorê rojavayê Kurdistanê ye
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo pîrozkirina cejna remezanê çû nava pêşmergeyan li ser sînorê rojavayê Kurdistanê û ji pêşmergeyan xwest ku ji bo alîkariya rojavayê Kurdistanê amade bin.
Hinekan endamekî El Partî revandin
Di bangekê de ku kopiyek jê gihişte AVESTA, grûpeke çekdar ya nenas, endamê partiya demokrata Kurd li Sûriyê Îbrahîm Eseed, li mala bavê wî roja 15.07.2015 bi şev derdora saet 21.30 revandin û birin cihekî ne diyar.
Wê grûpê got, ewê lêpirsînê bi wî re bikin, birin û heta niha nayê zanîn ka ew grûpa çekdar kî bû û çi hatiye serê Îbrahîm Eseed.
Îbrahîm Eseed ji başûrê Kurdistanê çûbû serdana malbata xwe li Hesekê.
El Partî daxwaz kir ku ew yekser were berdan û tu ziyan negihê wî.
Serkirdeyê YPG: Pêşmergeyên Rojava derewek e!
Fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş diyar kir çekdarên PDK weke “Pêşmergeyên Rojava” binavkirin derewek e û got ku partiyên dibêjin pêşmergeyên wan hene, endamên Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ne.
Kî fermandiya wan dike?
Jêdereke taybetî ji AVESTA re ragihand ku di nava çend rojan de wê hêzeke mezin ji pêşmergeyên Rojava ku bi navê Pêşmergeyên ROJ têe naskirin wê ji başûrê Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.
Derbasbûna pêşmergeyan bi erêkirina Emerîka û bi alîkariya serokatiya başûrê Kurdistanê pêk tê.
Pêşmergeyên derbas bibin ji keç û xortên Kurdên Sûriyê pêk tê ku li başûrê Kurdistanê bi şêweyekî profesyonel perwerdeya eskerî dîtine.
Heta niha jî ne YPG ne jî TEV-DEM û PYD derbasbûna wan pêşmergeyan qebûl nakin, lê emerîka û hêzên hevpeyman îsrar dikin ku ew pêşmergeyên rojava derbas bibin, ji ber ku li gor ku Emerîka dibêje YPG bi tenê nikare Kurdên Sûriyê ji êrîşên DAIŞ biparêze, Kobanî jî weke nimûne nîşan dide.
Heman jêderê ji AVESTA re diyar kir ku derbasbûna wê hêzên wê di bin fermandariya generalekî eskerî de be.
TEV-DEM: Eger pêwîstî bike YPG diçe Şamê jî
Ilham Ehmed: YPG ne tenê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê ye û daxwazame ne dewleta Kurdiye, bi tenê rêveberiya xwesere.