Serrûpel Nûçe “Barzanî ferman daye Pêşmerge xwe ji bo Rojava amade bikin”

“Barzanî ferman daye Pêşmerge xwe ji bo Rojava amade bikin”

Belav bike

 

Şer û bûyerên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê bi taybet komkujiya Kobanî û êrişên DAIŞê li ser bajarê Hesekê hêzên Pêşmerge yên Başûr jî xist nav liv û tevgerê.

 

Serokerkanê Pêşmerge Cemal Êminkî eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku di heman demê de fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê ye jî, ferman daye hêzên Pêşmerge ku xwe ji alîkarîkirina şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê re amade bikin.

 

Êminkî agahiyên zêde neda lê tenê got, çi pêwîst bike emê bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.

 

Zêdetirî mehekê ye Pêşmerge ji Kobanî vegeriyane. Lê li gorî fermandeyên Pêşmerge, eger carek din pêwîst bike dê dîsa derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin… Rûdaw