Serrûpel 2015 Eylül

Arşîva mehane: Eylül 2015

Dîmenek ji hevdîtina 2 serokan (foto)

Dîmenek ji hevdîtina 2 serokan (foto)

Fermandarî: Emerîka û başûrê Kurdistanê û YPG

AVESTA KURD - Jêdereke agahdar ji Avesta re diyar kir ku wê Pêşmergeyên Rojava yên ser bi ENKS ve, wê di bin navê Wezareta Pêşmergeyan de derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û wê fermandariyeke bilind ji hêzên Emerîka, Wezareta Pêşmerge û YPG were avakirin. Hêzên ku derbas bibin ku wê fermandarekî bilind yê Emerîkî koordînasyona wan bike, wê armanca wan şerê li dijî DAIŞ û parastina herêmên kurdî be. Li gor agahdariyan Tikriyê jî li ser vê projeyê OK kiriye.

Hunerhezên Berlînê şeveke hunerî çêdikin

Hunerhezên Berlînê şeveke hunerî çêdikin

Serok Barzanî pêşwaziya Bavê Alan kir

Serok Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî kir û jêre got her maleke Kurdistanê mala te ye. Barzanî got, bûyera Alan bû sembola mezlûmiyeta gelê Kurd. Roja 02.09.2015 Alan Kurdî tevî dayîka xwe û birayê xwe Xalib, di nava Deryaya Spî de dema ku ji Tirkiyê ber bi Yûnanistanê ve diçûn di belemekê de xeniqîn bûn.

“Emerîka dixwaze pêşmergeyên Rojava derbas bibin”

Serokê ENKS Brahîm Biro, got dinya dixwaze Pêşmergeyên Rojava derbas bibin û Emerîka li ser wê yekê bi awayekî cidî kar dike. Biro got, heta niha tu grûpeke pêşmergeyan derbas nebûye rojavayê Kurdistanê, lê hemû alî li ser wê yekê kar dikin ku pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û gel û welatê xwe biparêzin. Serokê ENKS diyar kir ku gotina PYD-YPG û TEV DEM hev nagirin he yek ji wan bi awayekî daxuyaniyan dide, dema ku li derve ne dibêjin ku wan li ser derbasbûna pêşmergeyan li hev kirine, dema ku diçin hundir welat bi rengekî din diaxifin û daxuyaniyan didin.

“Em nahêlin Pêşmergê Rojava derbas bibin“

Avesta Kurd - Serokê desteya berevaniyê li Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, di di hevpeyvîneke xwe de got, ew rê nadin pêşmerê rojava derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, ji ber ku ew hêzeke ne rewa ye û ti şerîyeta wê tune ye. Sarûxan, got, ew itîrafê bi Pêşmergeyên Rojava nakin, û ew ne amade ne pirsa wan munaqeşe bikin, ew hêzeke ser bi PDK ve û vê dawiyê ENKS xwedî li wan derket. Her wiha diyar kir ku tu têkiliya wan pêşmergan bi rojavayê Kurdistanê re tune ye, û her hêzeke derbasî rojavayê Kurdistanê de bibe divê bin fermandariya YPG de be.

Jina David Beckham bi xwe de mîst (vîdyo)

AVESTA KURD - Jina David Beckham, Victoria Beckham (41), derengê şevê, ji partiyekê derket û pantolonê wê şil bû. Şilbûna pantolonê wê ji ber çavê kemerayên Paparazî, nereviya. Victoria serxweş derket, bi destê mêrê xwe girtibû û dixwest baş li ser piyan raweste, lê rewşa wê ji vexwarina zêde xerab bû.

Serokwezîr li ser helwesta partiyan çi got? (vîdyo)

Serokwezîrê li ser helwesta partiyan çi got? (vîdyo)

Shakira li ser Alan û Xalib Kurdî stran got (vîdyo)

Starnbêja dinyauî Shakira, li ser her du zarokên Kurd Alan Kurdî (3 salî) û birayê wî Xalib Kurdî ku di axê de, tevî diya xwe xeniqî bûn, di civîna Neteweyên Yekbûyî de stran got.

Ji bo ku fîlmê çêbike bû penaber

Derhênerê Kurd yê ji Kobanî Şiyar Ebdî, ji bo ku fîlmekê li ser penaberan çêbike, li Kirwatya, Hingarya û Makedonya, ji bo ku polîs bi wî nehesin û wê negirin xwe xiste şiklê penaberan û derbasî nava wan bû. Carekê li Kirwatya ji aliyê polîsan ve hate girtin, lê nizanibû ku ew li pey keçeke Kurd ya penaber e, Nûjîn, ku ew jî ji Kobanî ye, berê xwe daye Almanya û dixwaze li welatê nû yê penaberiyê bijî. Şiyar Ebdî, wê jiyana Nûjîn jî bike belge-fîlmek. Şiyar Evdî, bi xwe welatiyê Hollanda ye û li Almanya dijî.