Pêlên har ên Egeyê termê Alanê sê salî bi tevê hêvîyên me yên mirî yên mişextîyê li peravên welatê ku jê ra dibêjin “Tirkîye”yê da.
Êdî nema dikare gogê bilîze Alan. Goga wî teqîya, leyistokên wî belawela bûn.
Medîya ev çend roj in, fotoyê bedena wî ya werimî servîs dike, dibêje “Cîhan hejîya!”
Derew e!
Di wê cîhana dewletên mêhtinger, xweda û olên zalim da wîjdan heye ku bihejê?
Qelemşorên sextekar ên çapemenîya Tirk ji bo berjewendîyên xwe yên desthilatîyê mîna bûyerên din vê jî qirêj dikin û bi kar tînin.
Êşek mîna bûmerang dane destê millet, her care vedigere lê dixe!
Ne helbest, ne peyivên bi wêjeyê xemilî dikarin vê êşê vebêjin.
Qêr tenê hinavê xwe diteqîne.
Ne “xweda” dibihîzin ne jî benîyên şêt û zalim vê qêrê.
Ola îslam, dewletên ku vê olê mîna şûr û mertal bi kar tînin, xelîfe, şêx, îmam, sofî û benîyên wan gihane kîjan welatê, kîjan erdê ew der kirine, çol, dojeh ji xelkên wan welat û erdan ra.
Xizanî, nezanî, kuştin, talan, paymalkirina mal û namûsê, kirîye dojeh wan welatan. Jîyanê kirîye dojeh, piştê mirinê jî soza bihûştê dayê!
Gêj û sersem kiriye û xistîye nav labîrentekî wan milletan.
Dojehke derûnî ye, em tê da ne.
Ji Afqanistan heta Maroko, welatên din ên Afrîka, bi salan e rev e ji vê dojehê.
Ber bi kuderê va?
Ber bi welatên Ewropayê ku wek „bihuşt“ ji wan ra tên empoze kirin.
Dewletên dîktator û mêhtinger ên wan welatan bi çete û şebekeyên xwe ra çiqas vê revê organîze bikin, wê ewqas bi cî bibin li cî û warên valakirî.
Hun li sedem û sebebên vê trajedîyê megerin!
Sedem ew dewlet in. Ol, îdolojî û zulma wan e.
Masîyên deryaya navîn têr bûn ji laşên ku ji wan keştîyên qul û zengarî noqê binê avê bûne.
Masî merivan dixwin, meriv masîyan. Însan bûye merivxwir, li wîjdanê digere!
Pêlên deryaya navîn û Egeyê nema êdî radikin vê qirêjîyê.
Pêl ranakin, lê pêlên însanan hev dipelixînin, têlên dirî didirînin, sebîyên xwe yên ber pêsîran, dikin qurban ji “merivên” merivxuran ra û xwe davêjin vê “bihuşta penaberîyê.”
Piştê hezar belayan dê xwe bigihînin Ewropayê. Seyr û sosret e li vir careke din wê bikevin kemîna dojeha ku jê revîyane. Bi “înşallah” û “maşallahan” jîyanê li xwe pûç bikin û bibin hîlqatê xerîbeyên jiyana vê derê.
Her bi vê awayî jî bibin aletên propagandaya vejîn û gijkirina neonazîzmê.
Kamp û Heimên wan bên şewitandin, bi ser wan da bên mîztin li vê „bihuştê”!
Piranîya wan penaberan jî Kurd in. Di salên şêstan da ji ber xizanî û erdhejê, di salên 80 û 90 an da ji ber darbeya faşîst û hêrîşên dewleta Tirk revîyabûn ji bakûrê Kurdistanê. Paşê ji ber komkûjîya Helebçeyê, enfalê ji başûrê Kurdistanê, ji ber rejima hovane ya mollayên Îranê. Îro jî ji ber çeteyên DAIS ên wan dewletan direvin û vala dikin Kurdistanê.
80 sal e erdheja dagirkeran e, ji erdheja xwezayê xirabtir li Kurdistanê.
Ne cîhan, Kurdistan diheje ji ber van erdhejan.
Dewleta Tirk heta niha çend zarok kuştin? Kî dengê xwe derxist?
Penaberên rojavayê Kurdistanê çi tê serên wan, di dojeha „Tirkîyeyê“ da?
Zarokên desmalfiroş ji bo loqek nan, di bin pehînên faşîstên Tirk da pelixîn, kîjan wîjdan hejîya?
Kî tirsa keç û jinên penaberan ji bo parastina namûs û rûmeta xwe, hîs kir di wan Stenbol, Enqere û Îzmîrê da, ku her yek bûye pêzevengxane û kerxaneyeke vekirî!
Ne cîhan, em dihejin.
Bi allah-ûl ekber, bi duayên erebî serê me jê dikin, em serên xwe yên jêkirî, termên xwe yên kuştî bi heman duayê bin ax dikin.
Ên gêj û hej pê ketîye em in. Sûcdar em in.
Em ê belengazî û hêsîrîya xwe bazar bikin, gunehê xelkê bi xwe bînin, herin bibin benî û penabera/ê welatekî din.
Ên gêj û sersem bûne em in.
Kurdistan vala dibe. Hem ji alîyê raman, hem ji alîyê bedenê va.
Meriv hez ji xaka xwe, welatê xwe neke, hez ji xwe jî nake.
Kesê hez ji xwe û welatê xwe neke abadîn benîyê xelkê ye.
Me evîna welêt, heza ji xwe kirîye qurbanîyê coş û heza „Tirkîyeyîyê!“
Yên aware û bêhiş bûne em in.
Alan, ew sebîyê biçuk ne sembola me ya neteweyî ye.
Ew sembola şerma me ya neteweyî ye.
Berlîn, 05 îlon 2015
Ewdil Dirêj