Çi pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin?
Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Rêbaz Hemlan îro surpîrzek ji Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî re çê kirin.
Salih Mislim dîsa bû serokê PYD
AVESTA KURD - Di kongreya 6 ya PYD de, hevserokê wê partiyên Salih Mislim dîsa weke hevserok hate hilbijartin. Bi Salih Mislim re, Asya Ebdullah jî weke hevserok hate hilbijartin. Kongreya PYD ya 6 mîn li rojavayê Kurdistanê li Girkê Legê hate lidarxistin.
Pêşmerge li Dêrikê ne! (FOTO)
Endamê Polîtbîroya PDK Dr. Kemal Kerkûkî çû Dêrikê û serdana ENKS û PDK-S kir.
Kameramanê RÛDAW Mesûd Eqîl êdî azad e!
Kameramanê RÛDAW Mesûd Eqîl ku li cem DAIŞ girtî bû di peymaneke veguhestina esîran de di navbera YPG û DAİŞ hate azadkirin, ew niha li ser riya Qamişlo ye diçe mal.
Heya niha peyamnere RÛDAW Ferhad Hemo girtîye.
Ew roja 15.12.2014 li ser riya Qamişlo -Til Hemîs hatibûne girtin.
Fermandarekî DAIŞ bi penaberan re hate Almanya
Fermandarekî payebilind yê DAIŞ bi navê Amir El Neklawî ku di nava DAIŞ de navê wî Abû Mehmûd bû, ji gundê Şinan bû, li gundewarên Dêrezorê li Sûriyê, reviya çû Tirkiyê û ji wê derê bi penaberan re xwe veşart, bi pasporteke sexte, û derbasî Almanya bû.
Berî ku tevlî DAIŞ bibe ew fermandarê Lîwa Ebdulrehman bû, piştre tevî Lîwaya xwe tevlî DAIŞ bû, beşarî gelek şeran bûbû û xwediyê cihekî bilind bû di nava DAIŞ de, ji bo ku girêdana xwe bi DAIŞ re isbat bike, êrîşî gundê Şihêtat û balafirxaneya Dêrezorê jî kiribû.
PDK beşdarî kongreya PYD dibe (FOTO)
Şandeke PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) bi serokatiya endamê Meclîsa Serokatiya PDK Serbest Lezgîn û endampê Polîtbîroya PDK Kemal Kerkûkî, wê beşdarî Kongreya 6.mîn ya PYD bibin ku wê li rojavayê Kurdistanê li Girkê Legê were li darxistin
Lezgîn got, serokê Kurdistanê mesûd Barzanî ji wan xwestiye ku ew beşdarî Kongreyê bibin.
Kongreya PYD ku di sala 2003 de hate damezirandin, sibe roja yekşemê dest pê dike.
Partiyên Kurdistanî şer naxwazin Kurdistanê dixwazin
Partîyên Kurdistanî Li Amedê Gotin "Ji Şer Re Na , Ji Kurdistanê Re Erê ! "
Serokatiya Kurdistanê ji daxuyaniyên PYD aciz bû
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser helwesta Kordînasiyona Kantonên Rojavayê Kurdistanê li hember derbasbûna Pêşmerge bo Rojava nerazîbûn nîşan da û ragihand, divê PYD li ser vê yekê daxuyanî bide.
Xortekî ji Qamişlo li Nemsa intîhar kir
Ciwanekî 18 salî bi navê Mehmûd Hisên, ji Qamişlo taxa Kornêş, li Nemsa li bajarê Viyena li Vöcklabrück, di mala xwe de xwe xeniqand û dawî li jiyana xwe anî. Heta niha nayê zanîn bê çima xwe kuştiye.
Skandal: Berê di nava terorîstan de bû! (Foto)
Mamostayê Zanistên Siyasî Prof. Dr. Ferhad Seyder li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku rahênerê berê yê taximê fotbolê li Dêrezorê El Fituwe, Usama El Xedeb ku li Hungarya rojnamevaneke jin ling dabû ber wî û ew avêtibû erdê, berê di nava grûpa terorîst Cebhet El Nusra de bû û di sala 2004 de li Qamişlo di kuştina Kurdan de beşdar bûbû (serhildana Qamişlo). Navê wî li ser Facebookê Usama Ebdul Muhsin e, di posteke xwe de behsa Mucahidînan ddike û dibêje "carekê werin Birayên xwe yên Mucahid li ser erdê bibînin û destê wan bişidînin!".