Serrûpel 2015 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2015

Rojnamevana Kurd Stêrk Hekîm zewicî (foto)

Rojnamevana Kurd ya ji Efrînê Stêrk Hekîm ku berê di Rûdaw de kar dikir piştre jî çû televîzyona El Cezîrê bi Carsten Schröder re zewicî.

“Bila her yek ji me di neynikê de li xwe binêre”

Serokwezîrê Fînlanda Juha Sipilä, dixwaze mala xwe bide penaberan. Serokwezîrê Fînlanda got, divê her yek ji me di neynikê de li xwe binêre û ji xwe pirs bike ka ew dikare çi ji penaberan re bike û çawa dikare bibe alîkar. Ewê di sala bê de mala xwe bide penaberan û çi ji dest wî were ewê alîkar be. Di sala derbasbûyî de 3620 kesan serî li mafê penaberiyê dabûn, û tê çavbînî kirin ku îsal hejmara penaberan li Fînlanda bigihê 30.000 kesan.

We hîn bi vî awahî Ciwan Haco nedîtiye

Nostaljîkên hunermendên mezinê Kurd Ciwan Haco...

Hunermendekî Hindî Alan ji qûmê çêkir – FOTO

Hunermendê ji Hindistanê Sodarsan Batanîk, termê zarokê Kurd yê 3 salî Alan Kurdî ku di deryayê de xeniqî û wicdana cîhanê hejand, li berava Borî li Hindistanê, ji qûmê çêkir.

Keç û jina wezîr birîndar kir

AVESTA KURD - Li Kobanî endamekî asayîşê bi sîleha xwe êrîşî serokê desteya zîraetê kir Mehmûd Bozan kir, keça wî û jina wî her du bi sîlehê birîndar kirin. Her du birîndar rakirin nexweşxaneya Surucê li bakurê Kurdistanê. Li gor şahidan, dema ku Mehmûd Bozan, li seytera gundê Minazê, asayîşê otombîla wezîr rawestandiye, di navbera wan de bi gotinan şer derdikeve, piştre endamê asayîşê bi sîleha xwe êrîş dike, di encamê de keç û jina wezîr birîndar didin.

Nêçîrvan Barzanî ji bavê Alan re telefon vekir

Îro serokwezîr Nêçîrvan Barzanî telefonek ji bavê zarok 3 salî Alan û Xalib, Ebdullah Kurdî telefon vekir û serxweşî lê kir.

Îro Alan (3), dayîk û birayê wî li Kobanî vedişêrin

Alan (3), dayîk û birayê wî, sibe roja înê li Kobanî vedişêrin. Termê wan dibin balafirxaneya Riha, ji wê derê dibin Surucê û ji wir derbasî Kobanî dikin û li wê derê wan terman binax dikin.

Kobanî: Bapîrê Alan li benda nevî û keça xwe ye

Kobanî - Bapîrê Alan, bavê diya wî Rîhan Şêxo Şino Kurdî, û xalê wî (birayê Rîhan Xalid Kurdî li benda termê her sê kesan in. Ji Facebooka Salih Moslim Mohamad

Bavê Alan: Zarokên min ji destê min şemitîn (foto)

Abdullah Kurdî, bavê Alan dibêje her du zarokên wî ji destên wî şemitîn. Abdullah (36) dibêje, ji nişkê ve dema ku hinek penaber rabûne ser xwe belema wan binav bû, her du zarokên wî di hembêza wî de bûn, wî bi destê jina xwe girtibû, jina wî Rîhan û her du zarokên wî Alan (3) û Xalib (5) bin av bûn û xeniqîn. Bavê Alan dibêje, pêleke xurt hat, destpêkê zarokekî min şemitî, min min nikaribû wî xelas bikim, min zarokê din xurt girt, pêl xurt bû, ew jî şemitî min li aliyê din nihêrî min dît diya wan jî katiye bin avê. Ew li Şamê berber bû, piştre ji ber şer reviya Istenbulê, terzî kar kir, piştre di înşaatan de kar kir. Ji bo ku wan bigihîne grava Kos li Yunanistanê, Abdullah Kurdî 4 hezar Euro dabûn qaçaxçî.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com