3 zarokên wî di nava YPG de ne: Xwe şewitand – foto
Fêsel Hecano, bavê 3 şervanê YPG ye (du kur û keҫek), ji ber ku nehiştin keҫa xwe bibîne, xwe li ber derîyê asayişa Kobanî şewitand.
Dema ku nehîştin ew keça xwe bibîne weke nerazîbûnekê li ser birina keça wî agir berda bedena xwe û giran şewitî. 2 kurên wî di nava YPG de ne. Ew niha li nexweşxaneya Surucê tê dermankirin. Heta niha li ser vê bûyerê PYD ku YPG-YPJ du hêzên wê yên eskerî de tu daxuyanî nedaye.
Nêçîrvan Barzanî sersaxiya malbata Fermî Demir kir
Di mesajekê de jibokoçbariyabirêzFehmîDemîrserokêgiştîyê HAK-PARê, birêzNêçîrvanBarzanîtevîsersaxiyê, hevxemî û hevsoziyaxwejî bi malbat û kesûkarênwî û HAK-PARê re nîşan da. Evnaverokawê ye:
Ji bokoçbariyabirêzFehmîDemîr, serokêgiştîyê HAK-PARêku duh di bûyereketrafîkê de jiyanaxwejidestda, tevîbehîdarî û sersaxiyan, hevxemî û hevsoziyaxwe bi malbat û kesûkarêrêzdarî û tevayaendam û alîgir û xelkê HAK-PARênîşandidim. Xwedayêmezincanêxwedêjêzarî bi buhuştêşa bike û aramiyê bide tevan.
NêçîrvanBarzanî
SerokwezîrêHerêmaKurdistanê
26.10.2015
Barzanî sersaxiya serokê HAK-PAR Fehmî Demîr xwest
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata xwedê jê razî Fehmî Femîr û Serkirdayetiya Partiya Maf û Azadiyan
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Fehmî Demîr Sekreterê Partiya Maf û Azadiyan (Hakpar) gihîşt me ku li rûdanekî diltezîn da roja yekşem 25.10.2015 çû ber dilovaniya xweda. Bi rûdana vê karesatê gelek xemgîn buyîn. Serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û endam û alîgirên Hakparê dikin û em hevbeşê vê xema we ne. Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve xema we ya dawî bê û xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.10.2015
Helbestvanek li Silêmanî hate kuştin
Hate ragihandin ku helbestvanekî ji rojhilatê Kurdistanê bi navê Hisên Rehmî, li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî ji aliyê çend kesan ve bi kêran hate kuştin. Ew kesê kuştî temenê wî nêzîkî 45 salane û ji bajarê Serdeşt e. Tewanbar hatine girtin lê heta niha nayê zanîn bê sedema kuştina wî çi bû ye.
Jiyana xwe ji dest da
Fehmî Demîr roja 25ê Cotmehê di bûyereke trafîkê de li navçeya Pozanti ya girêdayî parêzgeha Edenê jiyana xwe ji dest da.
“Îranê hindek siyasetmedarên Kurd kirîne”
Nivîskarê Îsraîlî Cemal Mîzrahî diyar dike ku Îran li herêma Kurdistanê xwedan giraniyekê ye û îdîa dike ku Îranê çendîn siyasetmedarê Kurd jî kiriye bo li ser kar dûrxistina Mesûd Barzanî.
Zarokê ji Kobanî bi ser ava derya Îce ket û rizgar bû
Zarokê ji Kobanî bi ser ava derya Îce ket û rizgar bû. Navî wî Mihemed Hesen e, ji Kobanî ye û ji aliyê masîgirên Tirkiyê ve hate rizgarkirin.
Zarokekî penaber bi ser avê dikeve… (vîdyo)
Zarokekî ji malbateke penaberên Sûriyê, bi ser avê dikeve û û ji aliyê masîvanekî Tirk ve tê rizgarkirin Malbata wî wenda ye. (vîdyo)
Îstanbul: Hunermendekî Kurd bi kêran kuştin
Avetsa kurd - Li Îstanbulê hunermendekî Kurd (Selîm Serhed) bi kêran kuştin. Ji ber ku wî stran bi kurdî gotin, nijadperestên Tirk bi kêran êrîşî wî kirin û ew kuştin. Selîm bavê 3 zarokan bû û li ser sehnê hate kuştin.
Dayîkeke ji Amûdê û 3 zarokên xwe wenda ne
Roja 21.10.2015, jineke Kurd ji Amûdê bi navê Evîn Hisên Aklî (Tirwazî), tevî 3 zarokên xwe (Lava, Sîpan, Avan) serê sibê zû (6,30) ji Tirkiyê bi rêketin û berê xwe dane Yunanistanê, heta niha xeber ji wan tune ye. Kesên wan nas dikin dibêjin, ew di Derya Îce de di navbera Tirkiyê û Yunanistanê de wenda bû ne.