Berî 3 salan siyasetvanê Kurd û yek ji avakarên partiya HADEP Cemal Kavak, li Nemsa intîhar kir. Piştî 3 salan jî kurê wî Rojhat Kavak (22) li Swîsere, li daristaneke Lozanê, xwe bi werîs xeniqad û intîhar kir.
Termê Rojhat jî, weke yê bavê wî birin Diyarbekirê.
Di nameyekê de ku li xwe hîşt, Rojhat dibêje, wî nikaribû li xurbetê weke tê xwestin ji welat û gelê xwe re xizmetê bike, êdî wî nikaribû bi vî awahî bijî.
Bavê wî Cemal Kavak roja 15.08.2012 li Nemsa li bajarê Insburg, intîhar kiribû.