Serrûpel Nivîskar Jan Dost: Rewşenbîr û siyaset

Jan Dost: Rewşenbîr û siyaset

Belav bike

Gelek caran hin dost û heval, meriv û kesên ji min nêzîk, her weha kesên ku bîr û baweriyên min naecibînin jî dibêjin ku, xwezî tu tenê bi roman û pirtûkên xwe ve bî. Xwezî tu tenê di warê wêjeyê de binivîsî. Siyaset bi te nakeve, tu ji heq dernakevî, tu dijminên xwe pirrtir dikî. Hin jî dibêjin: mamoste tu çima serê xwe diêşînî û kezeba xwe reş dikî! Çare tune, tu nikarî guhertinan çê bikî. Ji xwe ên ku dibêjin „devê xwe bigir“ jî hene.

Di gel ku min gelek caran di dema wê de bersiv daye, min gotiye ku eva ez dikim, helwest e ne siyaset e, lê dîsa jî rêjeya wê rexnekirinê daneket. Her xelkê got: dûrî siyasetê be, bi pirtûkên xwe mijûl bibe ji bo me jî ji bo te jî çêtir e.

Ez vê hişmendiyê fêm dikim. Hişmendiya tirsê û tirsandinê. Helbet evên ku wê şîretê dikin, ne hemû lê hinek, zêde dilxwaz in jî. Naxwazin ziyan bigihê min. Ji terefê ku ez wan rexne dikim ditirsin. Hinerên wan dîtine û gelek caran anîne bîra min ku çi bi serê filan û bêvan bûye.

Ez tim dibêjim ku kesê rewşenbîr nikare hîç dûrî civakê û tevgera civakê be, nikare dûrî bûyeran be, nikare guhê xwe bixitimîne û çavên xwe kor bike û zimanê xwe bibirre. Rastî bi dengê bilind tê gotin. Di serî de jî protestokirina kuştina bêgunehan. Jiyana mirovan nirxê herî buha ye di hebûnê de. Ne ji mafê kesekî ye ku jiyana kesekî din jê bistîne. Lê mixabin di van salên dawî de jiyan ewqasî erzan bûye ku, dema mirov doza parastina wê dike gelek dev bi ser mirov de vedibin û dikin birebir. Çandek mirinê yî kambax di nav me de belav bûye heta boyaxa xwe li hin „rewşenbîran“ jî veda ye.

Siyaset tiştek e û karê ku rewşenbîrek dike tiştekî cuda ye. Rewşenbîr nabe endamê partiyekê û berdevkê wê û zimanê helwesta wê partiyê. Ah ew siyast e. Lê gava ez dengê xwe bilind bikim û bibêjim: nefret! We çima Henan Hemdûş bi işkenceyê kuşt! We çima Serdeşt Osman revand û kuşt! We çima Seed Seyda û hevalên wî li Kolanên Amûdê kuştin! We çima Welat Hisî li kolaneke Kobanî kuşt! We çima sê ciwanên malbata Bedro kuştin! Ev hîç ne mijûliya bi siyasetê re ye. Ev hizrek serbixwe ye û ji bingehek rexnekarî û mirovhezî tê. Kesên ku doza bêdengiyê li rewşenbîrekî dikin, doza xesandina wî dikin. Xesandin ne jêkirina gunan e, ne jimêranîketin e. Xesandin ew e ku rewşenbîrek kiryarên hov ên beşekî ji tevgera xwe ya siyasî bibîne û xwe bêdeng bike, cilika xwelîliserîyê bavêje ser serê xwe û alifê xwe bixwe û paşê jî kayîna xwe bi bextewerî bike. Li cem min ferqa wî rewşenbîrî û gayekî cot nîne. Ji xwe jê xerabtir jî alîgiriya zaliman e. Û ax! Çiqas rewşenbîrên me hene ne bes bêdeng in, lê destbirakên zalimên ji qewmê xwe ne jî.

Dive ez vê jî bibêjim. Gelek caran hin rexneyan dikin dibêjin: ma dijminên me ewqase zulm li me dike, dikuje, direvîe, davêje zindanan û komkujiyan dike qet em dengê te nabihîzn! Tu tenê ji qewmê xwe re jêhatîyî? Tu ya dijminan nabînî qey?

Bersiva min jî her ev e:

Ya ku dijmin bi sere min û te bike û dike minnet tê de nîne, ji xwe ew dijmin e ma tuyê li hêviya xêra wî û qenciyên wî bî qe? Dijmintî ev e, ewê te tu yê î bikujî û tune bikî. Lê gava ji nav qewmê te hêzek, partiyek yan grûoek eskerî derkeve û sivîlan li kolanan gullebaran bike, zarkan birevîne, wê demê ecêba giran e û deng û qîrîn dive bilind bibin.

Not: forma Rewşenbîr her çendî wek nêr hatiye lê mebest jê him nêr û him mê ye.

Jan Dost