Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Ocalan nameyekê ji Barzanî re dişîne

Siyasetmedarê kurd Bayram Bozel, diyar kir ku ew nameya ku Ocalan ji Barzanî re dişîne dê lezê bide lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd.

Siyasetvanê Kurd Bozlak wefat kir

AVESTA KURD - Parlamenterê HDP û siyasetvanê Kurd Murat Bozlak, ku ev demek bû ji ber şêrpençeya Prostat dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da û wefat kir.

Serokwezîr çû ser çiyayê Şengalê (FOTO)

Serokwezîr çû ser çiyayê Şengalê (FOTO)

Kobanî kolan bi kolan ji DAIŞ tê paqijkirin

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Emid Şewket rewşa dawî ya şerê li Kobanê ji BasNûçeyê re eşkere kir.

Orgjenekî ji Kobanî bi pozê xwe li orgê dixîne

Orgjenekî ji Kobanî bi pozê xwe li orgê dixîne... Navê wî Ciwan Şîrpak e.

Nêçîrvan Barzanî li cebheya şer e (Foto)

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 04.01.2015ê, serdana bereyên şer li baskê Rojavayê Dicle û devera Sihêla li tixûbê Zumar kir û di dîdarekê de digel fermandarên hêzên pêşmerge û berpirsên leşkerî rewşa deverê, pêşhatên dawiyê yên leşkerî û pêşdeçûn û serkeftinên berdewam yên pêşmergeyê Kurdistanê li cenga dijî terorîstên DAÎŞ nirxandin û behsa pêdawîstiyên pêşmerge li bereyên cengê hat kirin.

Pirsgirêk li ser her 3 Partiyan e

Biryar bû îro, Yekşemê, civîna Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê birêve çûba, lê ji ber pêdagiriya TEV–DEMê li ser beşdarîkirina her 3 endamên derkirî yên ENKSê, civîn lidar neket.

3 memikên wê hene (FOTO)

AVESTA KURD - Jina bi navê Jasmine Tridevil (21), ku li Emerîka li eyaleta Florida dijî kete bin bandora fîlman û ji xwe re 3 memik bi emeliyatê çêkirin.

Li Meymûnê binêrin û dersan bistînin (Vîdyo)

Li gor rojnameya brîtanî Daily Meil, li Hindistanê meymûnekî ku bûye qurbanê kontakta kehrebê, dema ku li stasyoneke trênê bi bi ser stûnekî kehrebê ket, kontakt dibe û li erdê dikeve, ji ser hişê xwe diçe.

“Dixwazin di navbera PDK û PKK de fitne çêbikin”

Endamê Rêveberiya KCKê Murad Karayilan, diyar kir ku ew di şerê DAIŞê de tenê dixwazin destkeftên Başûr biparêzin lê “hinek alî dixwazin navbera me û PDKê de fitnetiyê bikin”. Karayilan her wiha ragihand, Ocalan dê peyamekê ji Barzanî re bişîne û daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd jê bike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com