Duran Kalkan: Me li Cizîrê şaş kir
Endamê Konseya Birêvebera KCKê ragihand ew siyaseta ku li Cizîrê bikar anî xelet bû, bal kişand ser wê yekê jî ku heya niha gerîlayan beşdarî di şerên Bakûrê Kurdistanê de nekirine, lê Bihara îsal wê bihara serhildana Kurdan be û dawîyê bi hikumeta Erdogan û Dawudoglu tînin.
Kantona Kobanî Rûdaw qedexe kir
Konatona Kobanî di daxuyaniyekê, bi awayekî fermî karê Rûdawê li Kobanî qedexe kir.
Di daxuyniya Kantona Kobanî de hatiye, ji ber karê ne profesyonel yê Rûdawê li rojava di veguhestina nûçeyan de, û ji ber ku xelkê gelekî gilî kiriye, Kanton biryar daye ku karê Rûdawê li herêma Kobanî qedexe bike.
Kanton dibêje heta ku Rûdaw siyaseta xwe neguihere, wê rawetandin û qedexekrina Rûdawê li Kobanî berdewam be.
Roja 03.08.2015 Kantona Cizîrê jî Rûdaw qedexe kiribû.
Serokê Misrê Sisi xwe difroşe
Serokê Misrê Sisi, di programeke televîzyonê de got, "ji bo welat, eger mumkun be, ew amade xwe ye bifroşe".
Ev gotina Sisi, di medyaya civakî de bû cihê pêkenok û nukteyan.
Her wiha malpera Ebay ya kirrîn û firotinê jî, Sisi daxiste bazarê, di nava saetekê de, buhayê Sisi gihişte 100 hezar dolarên emerîkî.
Barzanî: Pêwîstiya me bi alîkariyê heye
Serokwezîrê Herêma Kuristanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Dr. Omer Ehmed el-Kenderî kir.
Asayîşê girtiyek beramberî 20 teneke zeyt berda
Piştî çend demjimêran ji girtina wî, asayîşa Efrînê ya ser bi rêveberiya xweser ve, endamê komîta Herêmê ya PDK-S Faroq Dîko beramberî 20 tenke Zeyta zeytûnan serbest berda.
Şeyda straneke nû derxist (DENG)
Şeyda straneke nû derxist. Helbesta Gula Kurdistanê, helbestvan Ferhadê Eçmo nivîsandiye û Şeyda bi xwe awaza wê çêkiriye.
ENKS bi ofîsa serokwezîra Almanya re civiya
Hevîdtinên dîplomatîk yên serokê ENKS û şanda ligel wî, li Ewropa berdewam dikin.
FLAŞ: Li Sûriyê 27.02.2016 agirbest dest pê dike
Herdu wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê Kerry û Lavrov plana agirbestê li Sûriyê ragihandin.
“PKK 100 mîlyon dolar zerar gihande Kurdistanê”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand: “Me hişyarî daye PKKê û me ew agahdar kirine ku ew karê ku dikin şaş e û destdirêjîkirin e bo ser debara jiyana xelkê.”
“Bi navê welariyekî Sûriyê iltîca kiribû”
Piştî testa DNA ya Musa Sonmez, eşkere bû kesê ku xwe li Enqerê teqandibû navê wî Abdülbaki Sömere û kurê wî ye, ji wanê ye. Dozgeriya Tirkiyê dibêje, ew milîtanekî PKK bû, piştre çûbû nava YPG, ji Kobanî di ser Surucê re derbasî Tirkiyê bûbû, bi navê Salih Necar weke welatiyekî Sûriyê li Tirkiyê îltîca kiribû.