Serrûpel 2016 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2016

YPG-YPG ofîsa xwe li Pragê vekir

Li gor medyaya ser bi PKK ve, YPG/YPJ îro li paytexta Komare Çek li Pragê, ofîsa xwe vekir û di vekirina ofîsê de hejmarek ji Çîkî û rayedarên rojavayê Kurdistanê jî beşdar bûn.

Erdogan: Me û Emerîka li ser PYD me li hev kir

Serokê Tirkiyê ragihand ku lihevkirinek di navbera welatê wî û Emrîka de, derbarê PYDê çêbû ye

“Ji artêşa Îraqê zanyarî ji DAIŞ re diçin”

Fermandarekî hêzên Pêşmerge dibêje em guman dikin ku beşek ji artêşa Iraqê yên li başûrê rojavayê Hewlêrê hatine bicîh kirin, bi dizî zanyariyan didin DAIŞê, ji ber ku êrîşên wan ên ser navçeyê bi awayekî berfireh zêde bûne.

Zarokekî ji Dêrikê li Dareşikranê hate kuştin

Zarokekî penaner ji Dêrikê li Hewlêrê hate kuştin. Zarokê bi navê Mesûd Cîhad Hemze yê 7 salî ku li kampa Dare Şikranê dima, û ji gundê Hemze Beg bû li devera Koçeran li Dêrika rojavayê Kurdistanê, wenda bûbû, ji dibistanê venegeriya bû mal, piştre xeniqandî hate dîtin. Ew bi benikê pêlavan hatibû xeniqandin. Niha termê wî li nexweşxaneya Hewlêrê ye, û heta niha qatil ne diyar e.

Golên Fc Barcelona vs Real Madrid El Clasico (vîdyo)

Golên fc Barcelona vs Real Madrid El Clasico (vîdyo)

“Em ditirsin dewletê tiştekî anîbe serê Ocalan”

Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan biryara Walîtiya Amedê ya qedexekirina pîrozbahiyên 4ê Nîsanê şermezar kir û got dewlet bi qedexeyan nikare pêşiya hezkirina Ocalan bigre. Xwîşka wî Fatma Ocalan jî ji Rûdawê re eşkera kir ku salek û nîv e nahêlin ew bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin û ew ditirsin ku dewletê tiştekî anîbin serê Ocalan.

74 salin Kurdan hîn jî fêm nekirine?!

Berpirsyarê malpera Rya Teze a versiyona kurdî Temûrê Xelîl got, tîpên latînî yekem car ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Maragûlov ve hatiye amadekirin.

Hozan Brader li balafirxaneya Istanbulê hate girtin

Hunermendê Kurd Brader Musîkî dema ku ji Hollanda vedigeriya Hewlêrê, li Istanbulê li balafirxaneya Ata Turk ji aliyê hêzên ewlekariya balafirxaneyê ve hate girtin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com