Serrûpel 2016 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2016

Hoşeng Osê ji Aldar û Şahîn Çîlo re çi got?

Binêrin Hoşeng Osê ji Aldar Xelîl û Şahîn Çîlo re çi dibêje!

Mala Xwedê di bin avê de ma (foto)

Li Siûdiyê li Mekka baraneke xurt bariya û di encamê de mala Xwedê di bin avê de ma.

Kirby: YPG ne rêxistineke terorîst e

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku di helwêsta wan de tu guhertin çênebûye û ew YPGê wek rêxistineke terorê nabînin.

ENKS gerrandina laşan li Efrînê bi tundî şermezar kir

Emîndariya giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, di derbarê gerrandina laşan de li ser pişta kamyonan li kolanên Efrînê ji aliyê YPG ve bi tundî şermezar kir û got ew dîmen bi her awahî dûrî exlaq û kultura gelê Kurd û însaniyetê ye.

Barzanî pêşwaziya cîgirê serokê Emerîka kir

Êvariya roja pênçşem 28.04.2016 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett McGurk Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka yê li hevpeymaniya şerê dijî Da'îş û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Kolîn Kal Şêwirmendê Cîgirê Serokê Amerîka yê asayîşa neteweyî, General Sen Mekfarlend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek fermandeyên serbazî û şêwirmendên siyasî pêkhatibûn.

Îro li Bochumê civîna “Ji bo Rojeke Serbixwe heye”

Îro li Bochumê civîna "Ji bo Rojeke Serbixwe heye"

Sefqan bi kuştinê tehdîd kirin

Rêvebirê Radyoya Arta FM Sefqan Orkêş ku di heman demê de stranbêj e, ji Rûdawê re behsa çîroka şewtandina radioa Arta Fm dike.

ENKS li Ewropa li dijî kiryarên PYD meşan çêdike

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, nûnertiya Ewropa, di daxuyaniyeke rojnamevanî de, bang li Kurdên Ewropa kir ku di xwepêşandanên li dijî kiryar û binpêkirinên PYD derkevin xwepêşandanan.

Di merasîma şehîdan de tenê ala Kurdistanê tune bû

Di veşartina Şehîdên Qamişlo de tenê ala Kurdistanê tune bû

Agir berdan radyoya ARTA-FM (foto – nû)

Li Amûdê grûpeke ciwanên çekdar êrîşî radyoya Arta Fm kirin û ew şewitandin. Ji ber vê yekê jî weşana radyoyê rawestiya. Agir bi radyo ket, hemû alavên wê hatine şewitandin û karmendên wê bi xêr in. Arta Fm li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku çekdarên ser bi Xweseriya Demokratîk ya ser bi PYD ve radyo şewitand.