Serrûpel 2016 Gulan

Arşîva mehane: Gulan 2016

Doktorê sexte çi anî serê vê jinê! (foto)

Jineke transeksuel bi navê Rajee Narinesingh (48) li cem kesekî ku gotiye ew doktorê estetîkê ye, rûyê xwe tijî bike, lê doktor rûyê tijî lastîk û çîmento kir.

“YPG 2 zarokên me yên 11 salî revandin” (foto)

Malbateke kurd li Kobanê, dibêje YPGê 2 keçên wan yên biçûk bi zorê tevlî refên xwe kiriye Xelîl Şêx Bozan ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên YPGe 2 keçên biraziyên wî bi navê, Semîra Şêx Bozan û Emel Şêx Bozan ku herdu keç bi temenê xwe 11 salî ne, ji gundê Bîrxat yê ser bi Kobanê ve revandine û bi zorê tevlî refên xwe kirine. Xelîl Şêx Bozan, ku apê herdu keçane got: ku YPGê berî 20 rojan herdu keç revandin û tevlî xwe kirin, lê ji ber ku Semîra nexweş ket û rewşa wê ya derûnî têk çû, YPGe duh îcazeyeke 2 rojan da wê ji bo serdana mala xwe bike û malbata xwe bibîne, û piştre dîsa tevlî YPGe bibe, lê ji ber nexweşiya wê, bavê Semîra keça xwe derbasî tirkiyê kir, ji bo ku wê derman bike, û niha YPGê bavê Semîre girtine û jêre dibêjin yan tê keça xwe vegerînî û yan jî emê wiha bihesibînin ku te keça xwe kuştiye. Berî çend rojan malbata keçeke din bi navê Yasmîn Ibrahîm kurdo ku temenê wê jî 11 sal bû, ragihandin ku keça wan ji dibistana gundê Kurik ji bo leşkeriya bi zorê hatiye birin.

31 sal di ser kuştina wî re derbas dibin

Berî 31 salan siyasetmedar û dermansazê kurd yê ji Kobanî Ebdî Nasan, di encama erîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.

Polîsên Slovakî keçeke ji Tirbesipiyê birîndar kirin

Keça Kurd Hêvîn Ebdulrehîm Mihemed (26 sal), ku ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Tirbesipî ye, rastî fişekên polîsên Slovakî hat, li ser sînorê Nemsa, û di pişta xwe de birîndar bû, ew niha li nexweşxaneyê ye. Dema ku polîsan agir li wê reşandin, 2 xortên din ji Dêrna Axê (nêzîkî Girkê Legê) bi wê re bûn.

Pêşmergeyên Rojava bûne mêvanê 2 ALÎ (vîdyo)

Pêşmergeyên Rojava bûne mêvanê 2 ALÎ (vîdyo)

Wezîrê Hungarî guh neda Bexdayê û hate Hewlêrê

Wezîrê bergiriya Hingarya li Hewlêrê ye û biryare sibe ligel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. Hingarya biryare daye ku zêdetir çek alîkariyên serbazî bide pêşmerge. Armanceke serdana wezîrê Hingarî Îstîfan Simiç Sko pêşkêşkirina alîkariyên serbazî ye ji bo pêşmergeyan. Hikûmeta Îraqê gelekî hewl da ku wezîrê Bulgarî raste rasrt serdana Hewlêrê neke, lê wezîrê bergiriya Hungarya raste rast serdana Hewlêrê kir bêyî ku pirsa Bexdayê bike. ********

Wezîra Bergiriyê ya Îtaliya li Hewlêrê ye

Îro duşemî berî kêlîkekê Wezîra Parastinê ya Îtaliya Roberta Pinotti bi rêya balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî hat pêşwazîkirin.

Kantona Cizîrê 84 kes efû kirin

Îro yekşemê li kantona cizîrê ya rojavayê kurdistanê, bi lêborînekê 84 girtî serbest hatin berdan. Ev biryar roja 25ê Nîsanê ji aliyê hevserokatiya kantona cizîrê ve hatibû dayîn. Li gorî wê biryara hevserokatiya kantona cizîrê, ew girtiyên ku cezayê wan ji 4 salan kêmtire, wê werin berdan û girtiyên ku zêdetirî 5 salan hatine cezakirin jî, wê cezayê wan ji sedî 25 were kêmkirin.

Stêrka medyayê li ser pirtûka xwe diaxife (vîdyo)

Nivîskar û rojnamevana înglîzî ya navdar Krîstîna Lamp, pirtûkek li ser jiyana keça Kurd ya ji Kobanî Nûjîn Mistefa ya 16 salî nivîsand.

Malpera Welatî hate girtin

Toreya Welatî xatir ji medya Kurdistanî dixwaze.... Eger em dest pê bikin ji rastiya ku medya bi giştî yek ji pîvanên sereke ye yên pêşketina civakekê û asta geşbûna şaristanî ya wê civakê. Eger em jê dest pê bikin ku medya awêneyek e jibo jiyan û rêalîte û got û kirina civakekê. Eger em bi bîr bînin ku medya alan û dengvedana raboriya gelekî ye, lê di heman demê de adgarên pêşeroja wî gelî nîgar dike. Hînga gelek pirs û raman tên ser bala mirov û pêdivî bi bersivdana van pirsan heye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com