Serrûpel Dosya Zinar Soran dosya Seîd Elçî vekir (DOSYA)

Zinar Soran dosya Seîd Elçî vekir (DOSYA)

Belav bike

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (1)

Zinar Soran

Berî niha bi 50 salî serokê pêşî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) Seîd Elçî teva hevalê xwe Mihemedê Begê di 1 hezîrana 1971ê de, li Başûrê Kurdistanê li ser xaka azadkirî ya di bin desthilatdarîya Şoreşa Kurdistana Iraqê de, di encama komployeke piralî de hatin şehîd kirin. Ez vî welatparêzê mezin, serokê mutewazî û nevsbiçûk, evîndarê doza Kurd û Kurdistanê, têkoşer û canbêzarê yekîtîya tevgera neteweyî, sembola duristî, mêrxasî û dilpakîyê Seîd Elçî û hevalê wî welatparêzê hêja Mihemedê Begê bi rêz û evîndarîyek mezin bibîrtînim

Bi vê munasebetê, ez dê bixwazim bi kurtayî û bi awakî kronolojîk li ser jiyan, xebat û têkoşîna Seîd Elçî ya siyasî û rêxistinî, çend bûyerên bi vê pêvajoyê re eleqedar û “Projeya Başûrê Kurdistanê ya ji bo avakirina rêxistinek hevbeş” rawestim.

Seîd Elçî, di sala 1925an de, li gundê Zeynebê ya bajarê Çewlîgê (Bîngolê) hatiye dinyê. Ew layê Zufur Beg e ku yek ji navdarê malbata Elçîya ye. Seîd Elçî, dibistana seretayî li Çewlîgê dixwîne. Lê bavê wî destûrê nade ku xwendina xwe bidomîne. Hewldana wî ya bê bavê xwe ku here Erziromê û xwendina xwe bidomîne, bê encam dimîne. Ji xwe, di wê heyamê de, hejmara kesên xwedî xwendin û nivîsandin li Kurdistanê bi tilîyan dihatin hejmartin. Loma jî xwendina dibistana serateyî jî ji bo Seîd Elçî şansek bû.

Di salên 1950yî de, Seîd Elçî dihere Stenbolê û li Kitêbxaneya “Asarî Îlmîye”yê dest bi xebatê dike. Ev ji bo Seîd Elçî dibe kês û firsendek mezin ku gelek kitêb û berheman bixwîne. Di vê navbênê de, bi huner û îmkanên xwe yên şexsî hînî muhasebeyê dibe û bi dû re aborî û debara xwe bi vî karî dike. Li Stenbolê,  pêwendîyên wî bi rewşenbîr û neteweperwerê kurd Ziya Şerefhanoglu re çê dibe û di bin bandora fikrên wî yên welatparêzî û neteweperwerî de dimîne.

Di despêka damezrandina Komara Tirkîyeyê, heta sala 1950, desthilatdarî û hukim di destê partîya CHPê de ye. Miletê Kurd zilm û zordarîyek mezin ji destên vê dewletê û desthilatdarîya nîjadperest û kolonyalîst didît. Di sala 1946an de, Adnan Menderes û Cela Bayar “Partiya Demokrat” ava kirin û di hilbijartina 1950 de hatin ser hukim. Ji ber zilm û zordarîya desthilatdarîya dewletê ya dema hukûmetên CHPê de, beşekî kurdan hêvî dikirin ku nispî be jî belkî ev hukûmet “hinekî ben li stûyê kurdan sist bike”  û ji ber vê yekê jî hinek kurdan berê xwe dabûn “Partiya demokrat”.

Di sala 1954an de, dema Seîd Elçî serokatiya “Partiya Demokrat” ya bajarê Çewlîgê dikir, serokkomar Cela Bayar bajarê Çewlîgê ziyaret dike. Seîd Elçî di vê zîyaretê de, axaftineke balkêş dike. Celal Bayar ji bo vê axaftinê wî pîroz dike û jê dipirse “gelo te kîjan unîversîte qedandîye?”. Seîd Elçî li ser vê pirsê dibêje ku “ma te çend unîversîte li wela min ava kirine ku min lê xwendibe! Bi vexwarina şorba diya xwe, tenê min dikaribû dibistana seratayî bixwînim”. Li ser vê bersivê, Celal Bayar şaşmayî dimîne û Seîd Elçî weke “kurdê kîndar” bi nav dike. Di operasyona 49an ya sala 1959an de, di nav lîsteya 50 rewşenbîr, welataparêz û xwendekarên kurdan de “kurdê kîndar” Seîd Elçî jî heye.[1]

  1. Bûyera 49an û Seîd Elçî

Di sala 1958an de li Iraqê, di pêşengîya general Ebdulkerîm Qasim de, bi darbeyek leşkerî desthilatdarîya Melik Faysal hate rûxandin. Di zagona esasî ya Iraqê de, hate diyar kirin ku dewleta  Iraqê ji du pêkhateyên bingehîn ereb û kurdan pêk hatîye.

Gava ev guherandin li Iraqê pêk dihatin, Mele Mustefa Barzanî û bi 500 hevalên xwe li Sovyetê koçber bûn. Piştî koçberî û penaberîya 12 salan, Mele Musfafa  Barzanî û hevalên xwe vegerîyan Iraqê.  Bi vegera Mele Mustefa Barzanî ji bo kurdên Başûrê Kurdistanê jî pêvajoyeke nû dest pêkir. Karbidestên dewleta Tirkîyeyê ji van guherandin û pêşveçûnên li Iraqê çêdibûn nerehet dibûn. Ew ditirsîyan ku ev guherandin tîn û tesîrê li kurdên Bakurê Kurdistanê jî bike. Loma jî karbidestên dewleta Tirkîyeyê dikevin nav hinek hewldan û planan. Ew dixwazin bi hinek tedbîr û operasyonên li ser rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdan, pêşîya vê tesîra ku dikare li Bakurê Kurdistanê bibin, bibirin.

Bi vê armancê, karbidestên dewletê dest bi amadekarîya hinek fen, fût û planan dikin. Parlamenterên CHPê Asim Eren jî bi behanaya hinek bûyer û provekasyonên ku di sala 1959an de li Kerkûkê çebibûn, ji Meclîsa Turkiyeyê daxwaza tedbîr û tolehildanê li hemberî kurdên Bakurê Kurdistanê dike. Li ser vê helwestê, 102 xwendekarên kurd ji Asim Eren re û CHPê re telgerafan dişîne û vê helwesta faşîst û nîjadperest protesto dikin. Yek ji wan kesên ku beşdarî nav vê çalakîya protestoyê bûye Seîd Elçî ye. Teva ku ew ne xwendekar e, ew li ser navê xwe ji Asim Eren re telegerafekê dişîne û di vê telgrafê de dinivîse ku “di vê dema ku mafên mirovî pêşketî û desthildar e, kesek nikare kurdan qir bike û ji holê rake. Vê yekê di wî serê xwe yê kufikî de bi cih bike!”.[2]

Dewleta Tirkîyeyê, di destpêkê de dixwaze ku hezar kesên rewşenbîr, welatparêz, xwendekar û navdarên kurdan bigire û wan daliqîne, da ku “pirsa kurdî bi kêmanî 30 salî bi paş de bixîne”. Ev plan di dema hukûmeta “Partîya Demokrat” (DP) de hatîye li dar xistin û di vî warî de raporek hatîye amade kirin. Piştî darbeya 27 gulana 1961an ev rapor eşkere dibe û di kovara “Yön”ê de dihê weşandin.

Li gorî Musa Anter dinivîse; serokkomar Celal Bayar, serokê duyem yê sererkanîya leşkerî Cevdet Sunay, wezîrê dewletê Tevfik Îleri, serokwezîr Adnan Menderes û wezîrê kar û barên derve Fatin Rustu Zorlu dicivin. Di wê demê de, berpirsê pirsa kurdî yê “Emniyeta Millî” Ergun Gokdeniz e ku ev dûre di nav salê 1975-1976an de dibe walîyê Mêrdînê. Di vê civînê de, rapora ku Ergun Gokdeniz amade kirîye dihê xwendin. Bi xetên giştî naveroka raporê weha ye:

“1- Eger li Tirkîyeyê 1000 rewşenbîrên kurd ji holê bêne rakirin, wê pirsa kurdî bi kêmanî 30 salî bi paş keve.
2-Divê em bibêjin ku  kesên di operasyonê de bêne girtin komunîst in. Ji ber ku kurd ji kominîstan hez nakin û piştgirîyê nadin wan.
3- Divê nas û merivên wan yên navdar di nav partîyan de tunebin…û hwd.”

Celal Beyar û Cevdet Sunay bi vê raporê re ne û raporê qebûl dikin. Lê têbinîyên Tevfik Îlerî hene û ew weha dibêje:

“Gelî hevalan, hun dizanin ku ez ne dos kurdan im. Gelo em di nav tevgerek weha kevin, em dê Cezayîrê neyînin Kurdistanê?”
Di wê demê de li Cezayîrê, di nav cezayîran û Fransîyan de şerekî dijwar hebû û têkoşîna rizgarîxwazîya neteweyî ya Cezayirîyan berdewam dikir. Wezîrê derve Fatin Rustu Zorlu jî li dîjî operasyoneke weha berfireh e:

“Tiştekî weha nabe. Ez ji niha de îstîfa dikim.  Ji xwe, li dervî welêt em nikarin li rûyê kesekî binerin. `Komkujîya Ermenîyan`, `Komkujîya Rûman`, `Komkujîya Kurdan`  hinekî qalik girtîye, em nikarin komkujîyek din biparêzin.”

Piştî van gotûbêjan, weke gotina dawî serok wezîr Adnan Menders weha dibêje:

“Baş e gelî hevalan, ji xwe tewanbarîyên ku mufetîş beg dibêje, tewanbarîyên îdamê ne. Em ji van 50 kesî bigrin û bi biryara mahkemeyê îdam bikin. Bi vî awayî em carê 50 kesî bigrin û bi biryara mehkemeyê îdam bikin, em dê hezar kesî temam bikin.”.[3]

Di dawîye de, bi vî awayî biryar didin. Ji alîyê “Mehkemeya Hêza Bejahîyê ya Ankara”yê biryara 50 kesên şûna navên wan vala, derdixîne û dişîne “Emnîyeta Millî”. Emniyeta Millî navê kê binivîsanda, ev dibû biryara girtina wî kesî.

Li gor vê biryarê, dewletê di 17 çileya pêşîn de dest bi vê operasyonê dike û 50 xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan desteser dikin û dixin zîndana Herbîyeyê. Ji nav wan 28 kes xwendekar, 3 kes serbazê eslî, 3 kes efsarê cîgir, 3 kes avûqat, 2 kes doktor, 2 kes karker, 2 kes muhasîb, 1 kes xwedî fabrîqe, 1 kes muhendisê çandinîyê, 2 kes bazirgan, 2 kes nivîskar û rojnamevan û 1 kes jî şofêr bû. Di wê demê de, Seîd Elçî li Stenbolê muhasibtî dikir û ew jî di vê operasyonê de dihê girtin.[4]

Dema Seîd Elçî di operasyona 49an de dihê girtin, hinekî neweş e. Rewşa zindanê ya xerab; zilm, zordarî û îşkenceya hovane, tenduristîya Seîd Elçî xerabtir û nexweşîya wî girantir dike; gelek caran ew xwînê vedirişe û ta digire. Lê ew jî weke gelek hevalên xwe yên kurd serî ji ber karbidestên dewletê natewîne. Rojekê generalekî tirk yê bi navê Kemal Binatlî ji bo çavdêrîye dihê zîndanê. Seîd Elçî ji wî generalî betanîyakê dixwaze. General vê daxwazê red dike û ji Seîd Elçî re dibêje ku “meraq neke, hun dê hemû li vê derê bimrîn”. Li ser vê helwestê, Seîd Elçî ji generalê tirk re weha dibîje:
“Paşa, paşa meraq neke; doh bi şev Ezraîl hate vir, min zilma we ji Ezraîl re got, Ezraîl jî soz da min ku heta ev zilma we dewam bike, ew dê ruhê min nestîne.”[5]

Karbidestên dewletê ji bîr dikirin ku bi van girtinan, zilm û zordarîyên li ser rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdan, ew rê li ber kadir û serokên siyasî yên pêşerojê ya tevgera neteweyî û rêxistinî jî xweş dikin. Plan û hesabên karbidestên tirkan li gor dilên wan bi ser nakevin. Ev bûyer ji texmînên wan bêtir li hundur û derveyî welêt deng û olan vedide. Teva qedexe û sansora ku hebû, bûyer di medya û rojnameyên tirkan de bi firehî cih digre. Ev dibe sebebê ku pirsa kurdî bêtir tekeve rojevê û li ser vê pirsê gotûbêj bêne kirin. Doza 49an di warê nerînên siyasî, xebat û tevgera rêxistinî ya gelek rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan jî dibe destpêka pêvajoyeke nû.

Piştî mudaxeleya leşkerî ya 27ê gulana 1960î bi çendakî, di 1ê hezîrana 1960î de ji hinek herêmên Kurdistanê 485 axa, şêx, serokeşîr û kesên navdar li bajarê Sîvasê di kampekê de hatin kom kirin. Ew kes bi qasî şeş mehan di vê kampê de man. Ji nav wan 55 kes hatin neqandin û dawiya mayî hatin berdan. Di nav van 55 kesan de, Faîq Bucak jî hebû ku dûre di damezrandina PDKT re rolek taybetî dilîze, piştî demekê jî beşdarî nav vê partîyê dibe û dibe serokê PDKTyê.

Ev bûyer jî helwestek li dijî neteweyê Kurd bû û berdewamîya politîkaya resmî ya dewleta Tirkîyeyê bû ku bi salan li hemberî miletê Kurd dihate meşandin. Bi vê bûyerê jî diyar dibû ku dê di politîka resmî ya li hemberî kurdan de tu guherandin çênebe; berevajîyê vê, wê li hemberî şiyarbûna neteweyî hinek tedbîrên hişktir û taybetî bêne girtin; wê zilm û zordarîya li ser gelê Kurd dijwartir bihê meşandin. Jixwe, li ser pir wext derbas nebû, ev niyet û helwesta resmî di ”Efûya Giştî” de xwe eşkere kiribû. Piştî efûya giştî hemû girtiyên siyasî yên tirkan hatibûn berdan, lê tenê 49 girtiyên siyasî yên kurdan ji derveyî vê efûya hatibûn hiştin.

  1. Lêgerîna xetek siyasî û rêxistinî ya kurdî û bûyera 23an

Piştî efûya giştî bi çend mehan, Seîd Elçî û girtiyên din yên kurdan jî hatin berdan. Di sala 1963an de, Av. Ziya Şerefhanoglu, Seîd Elçî û hinek hevalên xwe dest bi hewldan û amadekarêya derxistina kovara ”Rêya Rast” ê dikin. Li gor agahdarîyên Wezîrê karê hundir Hifzi Oguz Bekata dide; wan pêşî xwestine ku vê kovarê bi navê “Kurdistan”ê derxîne, lê bi dû re navê wê kirine ”Rêya Rast”. Ew kesên ku xwestine vê kovarê derxîne broşurekê belav dikin û vê broşurê ji mebûsên Meclîsa Tirkîyeyê re jî dişînin.

Feqe Husên gava behsa kurtejiyana Seîd Elçî û Ziya Şerefhanoglu dike, behsa rêxistinek bi dizî ya kurdî dike. Li gor Feqe dinivîse; Ziya Şerefhanoglu û Seîd Elçî bi hev re partiyek radîkal, îlegal û xwedîyê xetek welatparêz ya bi navê `Birayê Agir` ava dikin.[6] Lê di vê derheqê de tu agahdarîyek misoger di destê me de tuneye û weha xuyaye ku hewldanek weha hebe jî ev neketîyê jîyanê.

Rojnameya ”Roja Newe” li ser helwesta dijminatîya karbidestên dewletê ya li hemberî weşanên kurdî radiweste û diyar dike ku mebûsekî Konyayê di Meclîsa Tirkîyeyê de gotiye ku ”weşanên kurdî li dijî Qanûna Bingehîn e û divê hukûmet tedbîrên vê yekê bigre”. Wezîrê karê hundur yê Tirkîyeyê Hifzi Oguz Bekata jî diyar dike ku tilîya Mele Mistafa Barzanî di vê mesêleyê de heye. Bi vî awayî hukûmeta Tirkîyeyê, weke helwesta li hember kovarên din yên bi destên rojnemavan û rewşenbîrên kurdan derdiketin, bi darê zorê kês û fersendê nade rojnameya ”Rêya Rast” jî ku jîyana xwe ya weşanî bidomîne.[7]

Ev zilm û zordestîya li ser kovar û rojnameyên kurdî, bahoza firtoneyek nû bû. Ji ber sedemê vê bêtehamulîyê û helwesta nîjadperest ya dewleta Tirkîyeyê, hinek xwendekarên kurd yên ji perçeyên Kurdistana Iraq û Îranê hewl didin ku li Stenbolê liqekî “Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê” bi awakî veşartî ava bikin. Di 4ê hezîrana 1963an de, bi fermana wezîrê karê hundur Hifzi Oguz Bekata operasyonek mezin li ser rojnamevan, xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan dest pê dike. Polîsên siyasî li Stenbolê, di eynî wextî de digrin ser malên Av. Ziya Şerefhanoglu, Musa Anter, Dogan Kiliç Şihhasenanlî, Seîd Elçî, Medet Serhat, Edîb Karahan, Enwer Aytekîn, Elî Anagur û wan digrin. Di vê operasyonê de, pêşî 13 kesan digrin. Lê bi dûre, hinek xwendekar û kurdên ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mamxidir, Gazî Dizeyî, Necat Remzî, Fuad Derwêş, Talat Şerîf Muhtar, Cemal Alemdar, Adulsettar Hamavendî û ji Rojhilatê Kurdistanê Fîrûz Felahathatin jî digrin û hejmara girtîyan dibe 23 kes. Loma jî ev bûyer, di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, weke ”Bûyera 23an” dihê nas kirin.

Wezîrê parastinê di 19ê hezîrana 1963an de, li Meclisê li ser van girtinan daxuyanîyekê belav dike. Di 28ê hezîrana 1963an de, wezîrê karê hundir Hifzi Oguz Bekata jî vê daxuyanîyê bi civîneke çapemenî pêşkêşî rojnamevanan dike. Piştî vê agahdarîyê, rojnameyên tirkan bi sernivîsên mezin li ser vê bûyerê dinivîsin. Wezîrê karê hundir di derheqê wan rojnamevan, xwendekar û welatparêzên kurdan yên girtî de, li gorî xwe hinek adagdarîyan dide. Ew ji bo Av. Ziya Şerefhanoglu û Seîd Elçî jî bi kurtayî weha dibêje:

”Av. Ziya Şerfhanoglu: Kurdperestekî neteweperwer û xwedîyê kovara Rêya Rast e. Têkilîyên wî bi derve re hene. Di mala wî û cihê karî wî de 52 wesîqeyên li ser kurdayetiyê hatine girtin. Dokumann ku di destpêkê de xwestîye rojnameya Rêya Rast bi navê “Kurdistan”ê derxîne, gelek nameyên ji cihên cihê hatine û naveroka wan sûc tê de hene û bi navê “Lîsan-i Kurdî” gramerek ji 70 rûpelan pêkhatî, alfabeyek Kurdî û gelek mektûb û adres û weşanên ku li ser kurdayetîyê ji derve jê re hatine şandin, bi dest ketine.

Seîd Elçi: Kurdperestekî neteweperwer e. Li Stenbolê mihasibtîya serbest dike. Têkiliyên wî yên bi derve re hatine dîtin. Di lêgerê de, 10 wesîqeyên li ser kurdayetî û ferhengek kurdî hatine girtin”.[8]

Gava rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan dîtin ku karbidestên dewleta Tirkîyeyê tu maf, kês û firsendê nadin kurdan ku di warê weşanî û çandî de dahî xebatên xwe bi awakî eşkere û demokratîk bidomîne; nerîna damezirandina rêxistineke siyasî ya îlegal û ji bo vê armancê danûstendin di nav hinek rewşenbîr û welatparêzên kurdan de, roj bi roj xurttir dibe. Bi awakî giştî rêya rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan ji hevûdu vediqetiya. Di wê demê de, hinek welatparêzên kurdên çep û sosyalîst di nava TIPê (Türkiye Işçi Partisi) û hinek komeleyên çep yên tirkan yên weke ”Fikir Klupleri Federasyoni” û ”Devrimci Gençlik Federasyonu” de cih girtibûn û dixebitîn.[9] Lê Seîd Elçî û hinek hevalên xwe ji bo damezrandina partiyek siyasî ya serbixwe û îlegal dest bi hewldan û xebateke taybetî kiribûn.

  1. Damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT)

Piştî ku di sala 1964an Seîd Elçî ji zînadanê derdikeve, li Diyarbekirê bi cih dibe. Ji hêlekê bi karê mihasibetîyê aborî û debara xwe dike; ji hêleke din jî xebat û pêwendiyên xwe yên ji bo damezrandina partîyek bi nasnameya kurdî, bi welatparêz û rewşenbîrên kurdan re xurt dike. Di destpêkê de, Seîd Elçî ji bo avakirina partîyek kurdî, li serokekî xwenda, rewşenbîr, welatparêz û civatnas digere. Lê di wê demê de, kesên weha bi tilîkan dihatin hijmartin. Ew li derîye çend kesên ku hêvîyê jê dike dixîne, lê dest vala vedigere. Kesek ji wan xwe nade ber rîskek weha mezin. Şarefedîn Elçi di serpêhatiyeke xwe de, li ser wê demê û hewldanek Seîd Elçi weha dinivîse:

“Di dema damezrandina Partîyê de, Seîd Elçî li Diyarbekirê pêşneyara avakirina Partîyê ji avûqatekî welatparêz û navdar (Av. Edîb Altûnakar, ZS) re dibe. Avûqat vediceniqe û bi dijwarî li dij derdikeve û bi ser Seîd Elçî radibe:
`Ma tu dîn bûyî, te hişê xwe wenda kiriye?` Seîd Elçi bi awakî gelekî rehet û jixwebawer lê vedigerîne:
Ez dîn nebûme, hişê min jî li serê min e. Ez sûnd dixwim ku kesê mîna te nêzîkî vê pirsê nebin jî ez ê li kûçeyên Diyarbekirê du hemalan bibînim û Partîyê ava bikim”.[10]

Di biryargirtina damezrandina PDKTyê de, roleke taybetî ya Fehmî Bilal (Firat) çêbûye. Fehmîyê Bilal katibê Şêx Seîd bû. Mîmarê fikrî yê avakirina partiyek serbixwe ya kurdî Fehmî Bîlal e; lê têkoşer û hostayê avakirina partîyek weha Seîd Elçî ye. Di dema amadekarîya damezrandina PDKT de pêwendî bi gelek siyasetmedarên ”Binya Xetê” ango Rojavayê Kurdistanê re, weke Nureddîn Zaza, Cegerxwîn, Hemîdê Hecî Derwêş û Mecîdê Haco hatiye danîn û nerîn û pêşniyarên wan jî hatine girtin.

Piştî Seîd Elçî û çar hevalên xwe biryar didin ku partiyeke siyasî ya îlegal û kurdî ava bikin, ew di ser rêya Kurdistana Sûriyeyê re, destûr û programa Partiya Demokrat ya Kurdistana Iraqê û ya PDK Surîyeyê didin anîn. Derwêşê Sado erebî baş dizanîbû û wan destûr û programan ji erebî werdigerîne kurdî. Ew ji wan destûr û programan jî istifade dikin û li gor mercên Tirkîyeyê destûr û programa PDKTyê bi kurdî amade dikin. Seîd Elçî (Pêşmergê Welat), Şerafedîn Elçî (Dûrnas), Derwêşê Sado (Jîrek), Şakir Epozdemir (Evîndarê Welat) û Emer Turhan (Bendeyê Welat) li ser program û esasê rêxistinê li hev dikin û di 11ê tîrmeha 1965an de, li Diyarbekirê li bexçeyê Koşka Gazî sond dixwin û Partîya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) ava dikin. Seîd Elçi dibe serok, Şerafedîn Elçî dibe sekreter, Şakir Epozdemir dibe muhasib, Derweşê Sado û Emer Turan jî dibin endamên demezrîner.

Haya Faîq Bucak û Kemal Badillî ji damezrandina Partîyê hebû. Di amadekirina destûr û programê de alîkariyên wan yên hêja çêbûne. Kemal Badillî xebatên xwe yên li ser ziman û nehezkirina xwe ya ji siyasetê nîşan dide û endametîya damezrîner qebûl nake. Faîq Bucak, bi karekter û nerînên xwe û bi rûmeta xwe ya di nav civata kurd de, ji bo lîdertîya Partîyê kesekî îdeal bû. Lê ew di destpêkê de dide diyar kirin ku ew vê gavê ji bo xebatê ne amade ye û ji bo vê yekê jî daxwaza hîmdarêya Partîyê qebûl nake.

Piştî damezrandina Partîyê, hîmdarên Partîyê, du caran Fehmî Bilal dişînin Rihayê cem Faîq Bucak ku wî ji bona endametîya hîmdarîya Partîyê razî bike. Faîq Bucak vê daxwazê qebûl dike. Piştî Av. Faîq Bucak endametiya Partîyê qebûl dike, sekreterê Partîyê Şerafettîn Elçî dihere Rihayê û li mala Faîq Bucak li ser program û destûrê dixebitin. Li gor daxwaz û pêşniyarên Faîq Bucak guherandinên dawî dihên çekirin. “Pêşgotin” li wê derê dikeve pêşîya programê û bi vî awayî li ser program û destûrê li hevûdu dikin.

Faîq Bucak di 21ê tebaxa 1965an de dihê Diyarbekirê. Pênc damezrînerên PDKT û Av. Faiq Bucak li Otêla Turîstîkê dicivin. Ew li wê derê sond dixwe û beşdarî nav Partîyê dibe. Di wê civînê de, Seîd Elçî ji seroktîya Partîyê îstifa dike û Faîq Bucak (Zinar) dikin Serokê Partîyê. Şerafettîn Elçî jî ji sekreteriyê îstifa dike û Seîd Elçî dibe Sekreterê Partîyê. Şakir Epözdemir weka muhasibê Partiyê dimîne. Bi vî awayî damezrandina “Partiya Demoqrata Tirkiyê” awayê xwe yê dawî digre.[11]

Gava Av. Faîq Bucak li Otela Turistikê sond dixwe, beşdarî nav PDKT dibe û weke serokê Partîyê dihê hilbijartin, seroka TIPê Behice Boran, Dr. Tarik Ziya Ekincî û Canîp Yildirim li eynî otelê ji bo hevdîtinê li benda Av. Faîq Bucak in. Di vê hevdîtinê de, Behice Boran Av. Faîq Bucak dawetî nav TIPê dike û weha dibêje: ”cihê te divê li cem me be”. Faîq Bucak jî bersiva wê weha dide: ”Bê guman, lê bi şertekî. Hûn pêşneyarên çareserkirina pirsa kurdî  xin programa xwe; hebûna kurdan qebûl bikin û di programa xwe de bînin zimên; wê gavê cihê me hemûyan wê TIP be. Li ser vê bersîvê, rûyê Behîce Boran dihê guherandin û weha dibêje: ”Faîq beg, em dikarin pirsa kurdî xin programa xwe, lê roja din wê Partîyê bigrin”...[12]

PDKT li navendeke girîng ya siyasî li Diyarbekirê hatibû damezrandin. Programa wê bi kurdî hatibû amadekirin. Ev cara pêşî bû ku kurdên Bakurê Kurdistanê, li ”paytextê Kurdistanê” partîyeke kurdî ava dikirin. Kesên Partî damezrandibûn ji cihên cihê yên Kurdistanê dihatin. Yek ji Çewlîgê, yek ji Sêwregê, yek ji Kurtalanê, yek ji Eruhê û yek jî ji Baykanê bû. Du kes ji wan Avuqat, du kes mihasib û du kes jî memûr bûn.

  1. Kuştina serokê PDKTyê Av. Faîq Bucak

Piştî damezrandina PDKTyê, komek însan bi evîndariyek mezin dest bi xebatê dikin. Bîr û bawerîya pêwîstiya xebata siyasî û rêxistinî di nav gelê Kurd de roj bi roj bêtir belav dibe. PDKTyê di nav gel de, reh û rêçikên xwe berdide. Li gelek gund û bajarên Kurdistanê komikên Partîyê dihên ava kirin. Partîyê bi taybetî di nav gundî, esnaf û memûran de piştgirî û sempatiyeke berbiçav digire. Rewşenbîrên ku di medreseyên olî de xwendibûn ku gelek ji wan di mizgeftên gund û bajaran de melletî dikirin, di pêşketin, belavbûn û hûnandina Partîyê de roleke taybetî û mezin dilîstin.

Karbidestên dewleta Tirkîyeyê, ji vê pêşketin û berfirehîya Partîyê nerehet dibûn. Ji bona pêşiya vê pêşketinê bigrin, dest bi hazirî û planên taybetî dikin. Hedafa pêşî, serokê Partîyê Av. Faîq Bucak e. Îstîqbarata dewletê ji nakokî, berberî û dijîtiyên herêmî û eşîrî jî îstifade dike û li hemberî serokê PDKTyê Faîq Bucak, komployekê amade dike. Di 4ê tîrmeha 1966an de, li benzînxaneyek nêzîkî “Pira Reş”ê kemînekê li pêşiya serokê PDKTyê Av. Faîq Bucak datîne. Di vê erîşî de, Faîq Bucak ji lingê xwe birîndar dibe û wî radikin nexweşxaneya Rihayê. Rewşa Av. Faîq Bucak ne ya mirênê ye, lê karbidestên dewletê, di nexweşxanê de jî dev ji wî bernedan û di 5ê tîrmehê de ew wefat dike.

Kuştina Av. Faîq Bucak derbeyeke gelek mezin li Partîyê xist. Ji bo partiyek weha ciwan, wendakirina serokekî weke Av. Faîq Bucak bêşansîyeke mezin bû. Di ser damezrandina Partîyê de, hîn salek derbas nebûbû. Partî, di qonaxa xwehûnandin û berfirehîyê de bû. Pêwîstiya wê bi beşdarêya rewşenbîr û kadirên din yên ku ji derveyî Partîyê mabûn hebû. Di vî warî de, yek ji wan kesên ku herî hêvî jê dihat kirin ku dikarîbû wan bikşîne nav Partîyê, Av. Faîq Bucak bû. Di wê demê û di wan şertan de dagirtina dewsa serokekî weke Av. Faîq Bucak ne hêsan bû. Piştî kuştina serokê Partîyê Av. Faîq Bucak, endamên Komîteya Navendî ya PDKTyê bi taybetî dicivin û biryar digrin ku postê serokê Partîyê Faîq Bucak vala bihêle û Seîd Elçi weke sekreterê Partîyê, serokatîya Partîyê bimeşîne.

Di vê derheqê de, yek ji damezrênerê PDKT Şakir Epözdemir weha dibêjê:

“Piştî şehadeta Kekê Faîq, em weka Koma Navkom li hev civîyan, Şerefeddin Elçî li eskerîyê bû. Em 4 kes  (Kekê Seîd, Emer, Derwêş û ez) civîyan û me ji bona ku cîyê Kekê Faîq bête teje kirin biryar girt ku Seîd Elçî lêgerînekê bike. Navê Av. Mehmed Elî Aslan û yek diduyên din hate zimên. Me Mela Mistefa Barzanî weka serokê manewî û millî dipejirand, lê me pêwîstî bi lîderêkî ku bi karibe bide pêşîya me û vî barê giran ragire didît. Piştî hingê bi pêşniyara PDK-S ya Hemîdê Hacî Derwêş, me qîma xwe bi sekreterîyê tenê anî. Lê divê ku ez vê bibêjim ku Seîd Elçî heya sanîya paşî li Serokekî digerîya, li Hepsa Antalyayê qîma xwe bi Dr. Saîd Kırmızıtoprak anî. Piştî bi Dr. S. KIrmizitoprak ra têkilî danî, di hepsa Antalyayê da,  berê xwe dida min û Emer, Derwêş, tilîya xwe radikir û digot  ku “ez ji vê hepsê derkevim, ez dê bi 4 şivanan ra bixebitim, lê bi we ra naxebitim“. Em 3 kes bûn, yê çaremîn dibe ku Şerefeddin Elçî be.[13]

Ji agahdarîyên Serhat Bucak diyar dibe ku têkilîyê Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak, piştî ji doza 49an ji hepsê derketine jî dom kirîye. Piştî şehîdkirina serokê PDKT Av. Faîq Bucak bi meh û nîvekê, Seîd Elçî ji bo sersaxîyê Seîd Kirmizitoprak dibe cem xanima Av. Faîq Bucak. Di wê demê de, xanima Av. Faîq Bucak û zarokên xwe ji bo ewlekarîyê li cem mala merivê xwe Hesen Oral dimîne. Di derheqê vê ziyaretê de Serhat Bucak weha dinivîse:

“Ez wê roja ku piştî şehadeta bavê min ku ew bi hev re hatin ziyareta diya min ji bîr nakim. Bi destên hevûdu girtibûn, bi vî awayî  hedî hêdî bi pêlikên dirêncekê re hilkişîyan hêwanê,  hatin li kêleka diya min rûniştin. Piştî xwarina nîvro destûr xwestin, dîsa bi destên hevûdu girtin û bi pêlikên derêncekê re serberjêr daketin. Ez bi wan re heta devê derî hatim û min bi xwe ew rêwî kirin”.[14]

  1. Mitîng û xwepêşandanên 1967an

Li Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kiribû. Ji hêlekê PDKTyê xebata xwe ya siyasî û rêxistinî pêş ve dibir; ji aliyê din jî xwendekar û rewşenbîrên kurdên li metropolê di nav lêgerîn û gotûbêjeke germ de bûn. Xwendekar û rewşenbîrên kurdan yên ku di nav TIPê û komeleyên çep yên tirkan de dixebitin pirsa miletê Kurd bêtir dianîn rojevê. Di gotûbêjên li ser pirsa kurdî de, giranîyeke berbiçav nîşan didan û ew weke grûp derdiketin pêş. Teva hemû zilm û zordarîya dewletê, rewşenbîrên kurdan di warê weşanê de jî bêdeng nediman. Heta ji dest dihat li ser pirsa kurdî, paşdehîştin, belengazî û feqîrêya li navçeyên Kurdistanê ku bi navçeya “Rojhilatê” û “Rojhilata Başûr” bi nav dikirin, radiwestîyan; zilm û zordestîya li wan deran, derd û êşa xelkê Kurd bêtir radixistin ber çavan. Ev xebat û hewldan, bi awakî giştî tesîrên pozitîf li ser şiyarbûna neteweyî û pêşketina tevgera kurdî dikir. Dengê şoreşa Kurdistana Iraqê jî di vî warî de tesîrên erênî dikir û hevî û moralê miletê Kurd geştir dikir.

Dewleta Tirkîyeyê û nijadperestên tirkan ji vê şiyarbûn û pêşketina tevgera kurdî gelekî nerehet dibûn. Ji ber vê yekê jî bi dijwarî êrîşî ser neteweyê kurd, siyasetmedar, nivîskar û welatparêzên wî dikirin. Qedexekirina kovara “Yeni Akiş”ê û girtina nivîskarên wê, antî propoganda û dijminatiya nîjadperest û faşîstên tirkan û nivîsên di kovarên “Ötüken” û “Milli Yol”ê de, tenê çend nimûneyên berbiçav yên wê zilm û zordestîya dewleta tirk bûn.

Ev dijminatî û êrîşên li dijî miletê Kurd bû sedemê ku xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan jî bi awakî tevgerî xwe biparêzin û li hemberî van neheqî, êrîş, helwest û kiryaran bêdeng nemînin. Belavoka 19 komeleyên xwendekarên ji wîlayêtên Kurdistanê ya li dijî nivîsa nijadperestê tirk Nihal Atsiz û bi telgrafên ji çar aliyên Bakurê Kurdistanê ji bo protestokirina wê zihnîyetê bû mizgîna çalakiyên hevbeş yên neteweyê Kurd. Ew çalakî û hewldan, di amadekirina mitîng û xwepêşandanên 1967an de, roleke taybetî lîstin.

“Mitîngên Rojhilat û Rojhilata Başûr” di 13.08.1967an bi Mitînga Farqînê dest pê kir û bi Mitînga Enqereyê ya di 18.11.1967an jî dawî hat. Di nav wê demê de, heft mitîng hatin amade kirin. Ev mitîng berî damezrandina “Devrimci Dogu Kultur Ocaklari-DDKO”yê hatibûn çêkirin. Di îdeanameya ”Dadgirê Leşkerî yê Mahkemeya Fermandarê Îdareya Awarte ya Wîlayetên Diyarbekir û Sêr” de ku di 23ê çirêya pêşîn a 1971ê de hatiye amade kirin; li ser tarîx, komîteyên amadekar, beşdarî û kesên ku di van mitîngan de peyivîne de, weha hatiye nivîsandin:

”Mitînga Farqînê:
Di vê mitînga ku di 13.08.1967an hatiye çêkirin de, bi texmînî 1500- 2000 kes beşdar bûne. Weke komîteya amadekariyê Mehdi Bilicî, Niyazî Tatlicî, Îsmet Ozcan muraceat kirine.[15] Di vê mitîngê de Tarik Ziya Ekincî, Seîd Elçî, Edîp Karahan, Turgay Budak, Îdrîs Arikan, Mahmûd Koçkaya, Nevzad Nas, Mehdî Bilicî, Seîd Bektaş, Mustefa Karacadag, Talat Înanç, Mehmed Can, Şemsedîn Polat, M. Şerif Îssi, Nîhat Sargin, Fevzî Dagli, Osman Aydin, M. Elî Aslan, Mehmed Yagmur axaftinên curbecur kirine.

”Mitînga Diyarbekirê:
Di vê mitînga ku 3.09.1967an hatiye çêkirin de, Necîb Başak, M. Şerif Îssi, Talat Înanç, Mustefa Karacadag weke komîteya amadekariyê muraceat kirine. Di mitîngê de; Tarik Ziya Ekincî, Seîd Elçî, Edîp Karahan, Turgay Budak, Îdrîs Arikan, Bahrî Koçkaya, Nevzat Nas, Kemal Burkay, Îslam Azizoglu, Adîl Rastgeldî, Mustefa Duşuneklî, Necîp Başak, Nurettin Yilmaz, Tahir Okten, Huseyin Kîraz, Hasan Akkuzu, Yahya Bozkurt, Cahîd Bilgen, Yunus Kavak, A. Kadir Yazicioglu di lehê kurdperestîyê û bawerîyên çep de axaftin kirine.

TIPê xwestiye ku vê mitîngê ji tevayê wîlayetên Rojhilatê û Rojhilata Başûr re bike mal û belav bike; lê ji ber ku teşkîlatên din bêdeng mane, dev ji vê fikra xwe berdaye, hewl daye ku mitîngê ji ciwanan re bike mal. Dihê dîtin ku bi kesên ji derve hatine, bi texmînî 3000- 3500 kes beşdarî vê mitîngê bûne.

”Mitînga Sêwregê:
Komîteya amadekar ya vê mitînga ku di 24.09.1967an de hatiye çêkirin, ji Mistefa Duşunekli, Hamza Kaynak û Cemal Karahan pêk hatiye.
Hatiye tespît kirin ku ji navçeyên Ruha, Farqîn, Wêranşehr, Diyarbekir, Lice, Hîlwan (Curnê Reş), Mêrdîn, Dêrik, Kiziltepe (Tilermen), Sêrt, Batman, Tunceli (Dersim), Bîngol (Çewlîg), Genç (Dara Hênê), Bedlîs û Tatwanê nûner hatine vê mitîngê. Li meydana mitîngê bi qasî 1000- 1300 kes civiyabûn. Yên di mitîngê de peyivine jî Tarik Ziya Ekincî, Seîd Elçî, A. Kadir Kadiragagîl, Îdrîs Arikan, Bahrî Koçkaya, Kemal Burkay, Îslam Azizioglu, Adil Rastgeldî, Mustefa Duşuneklî, Sadik Eren, Behice Boran, Nevzat Sagniç, Kemal Fevzî Bilgîn, Hîkmet Buluttekin, Ahmet Kotan, Cavît Coşkun in.

”Mitînga Batmanê:
Di vê mitînga ku di 8.10.1967an hatiye çêkirin de, bi mirovên ji wîlayet û qezayên derdorê hatine, bi texmînî 2000- 2500 kes beşdar bûne. Weke komîteya amadekar, A. Kerim Ceylan, Îbrahîm Ramanlî, Haydar Azizioglu, Îhsan Ekincî, Sabrî Yildiz muracat kirine. Di mitîngê de Tarik Ziya Ekincî, Davut Ozkan, Munîr Ozturk, Îdrîs Arikan, Nevzad Nas, Îslam Azizoglu, Cemîl Aygun, Mistefa Duşuneklî, Behice Boran, Nevzad Sagniç, Weysî Baykara, Nebîl Oktay, Haydar Koyuncu, Tahir Sakîn, Kemal Bandirlî, M. Elî Aslan, Tahsin Ekincî, Haydar Azizoglu, A. Kerim Şerefhan, M.Siraç Bilgîn û Hakkî Yucel peyivîne.

”Mitînga Tunceliyê (Dêrsimê):
Di vê mitinga ku di 15.10.1967an hatiye çêkirin de, bi mirovên ji wîlayet û qezayên derdorê hatine, bi texmînî 1500 kes beşdar bûne. Weke komîteya amadeker; Kemal Burkay, Kalman Yuksel, Hesen Aydin muraceat kirine. Kesên ku peyivîne jî Tarik Ziya Ekincî, Kahraman Ataç, Îsmail Keskin, Dursun Soylemez, Bahri Koçkaya, Şaban Erik, Kemal Burkay, Elî Karcî, Mistefa Duşuneklî, Sabit Eren, Kalman Yuksel û Ecdel Cînalî ne.

”Mitînga Agriyê (Qerekoseyê):
Di vê mitînga ku di 22.10.1967an de hatiye çêkirin de, ji wîlayet û qezayên cihê kesên ku kurdperest dihên naskirin beşdar bûne. Kesên peyivîne; Tarik Ziya Ekincî, M. Elî Aybar, Îsmail Keskîn, Turgay Budak, Ahmed Aras, Nacî Kutlay, Kemal Burkay û Behîce Boran ne.

”Mitînga Ankarayê:
Di vê mitînga ku di 18.11.1967an hatiye çêkirin de, bi texmînî 350- 400 kes beşdar bûne. Piranîyeke mezin ya beşdaran ji xwendekarên Rojhilatê û Rojhilata Başûr pêk hatibû. Li gor çavnêrêya ku hatiye kirin; ev xwendekar sempatîzanên TIPê bûn û di mitîngê de hewldane ku beşdaran ber bi bêqanûniyê bikşînin. Kesên di mitîngê de peyivîne, M. Siraç Bilgîn, Nevzad Nas, Hacî Tahir Kizilkaya, Turgay Budak, Kemal Fevzi Bilgîn, Îdris Arikan, Mahmûd Esat Aslan, Îbrahim Şahîn, Îskan Azizoglu, Nezîr Şemikanlî û Mistefa Duşuneklî ne.” [16]

Li gor van agahdarîyan; Seîd Elçî beşdarî mitînga Farqînê, Diyarbekirê û Sêwregê dibe û di van mitîngan de axaftinan dike. Lê weha diyar dibe ku Dr. Şivan beşdarî van mitîngan nebûye. Sekreterê Giştî yê PDKT Seîd Elçi, di axaftina xwe ya mitînga Sêweregê de, helwesta xwe ya li hemberî Partîyên siyasî yên li Tirkîyeyê weha anîye zimên:

“… Ez ne endamê tu partîyê me. Ez ne dost û ne jî dijminê tu partîyê me. Hûn kesên ku endamên gelek partîyan ne; pêşniyaz û rica min ji we, di nav tengasî û sofîtiya partîyan de nemînin. Hûn endamên kîjan Partîyê dibin bila bibin, gava menfaetên welatê we kete ortê, derdên xwe bi awakî eşkere bibêjin. Eger partîya we, li derdên we xwedî dernekeve, bi ciwanmêrî îstifakirinê bizanibin. Kîjan partî dibe bila bibe, hurmeta me ji wan re heye. Ew organên demokrasîyê ne… Partîyên ku li ser derd û kulên me ranewestin, tenê ji bona reyên me bigrin bên ber deriyên me, kîjan partî dibe bila bibe, heta partîya we be jî bizanibin wan biqewirînin, hîn bibin, ciwanmêr bin, li şexsiyeta xwe xwedî derkevin….” [17]

Li hemberî ”Mitîngên Rojhiladihê”, bi qasî 40 avayîyên xwedîyê bîr û baweriyên rast û nijadperest yên tirkan belavokeke hevbeş belav dikin û didin diyar kirin ku “bi çi awayî dibe bila bibe, em dê hergav li dijî zihniyeta ku hewl dide welêt perçe bike, rawestin”. Di 12.11.1967an de, ji aliyê Komeleyên EsnafanKomeleyên Têkoşîna li dijî KomunîzmêKomîteya Birêvebir ya Yekitîya Neteweyî ya Xwendekarên Tirkan ya Erziromê û Yekitîya Mamosteyên Neteweperest li Erziromê bi navê “Anadolu Şahlaniş Mitingî” mitîngek çêkirin.

Di dîroka nêzîk ya tevgera Bakurê Kurdistanê de, cihekî gelekî girîng û taybetî yên ”Mitîngên Rojhilatê” hene. Cara yekem bû ku kurdên Bakurê Kurdistanê bi vê berfirehiyê û ji herçar aliyên Kurdistanê beşdarî çalakî û tevgerek weha eşkere û demokratîk dibûn. Ev tevgereke muxalif ya girîng bû. Di rastîya xwe de hejmara beşdarên van mitîngan, ji hejmarên ku di wê îdeanameyê de hatine nivîsandin gelekî bêtir bûn. Teva ku piranîya beşdaran ji rewşenbîr, gundîyên feqîr, karker û xwendekarên kurdan pêk dihat jî ji her beşên civatê, ji her çîn û tebaqeyan însan beşdarî van mitîngan bûne. Heta hinek serokeşîr, axa û dewlemendên kurdan jî yan beşdarî van mitîngan bûne yan jî bi name û telgrafan piştgirêya xwe dane diyar kirin. Ev jî dide diyar kirin ku ji her beşên civatê welatparêzên kurdan bi hest û ruhekî neteweyî beşdarî nav vê xebat û çalakiyê bûne.

Di van mitîngan de, bi giranî li ser newekhevîya Tirkîyeyê û “Rojhiladihê û Rojhilata Başûr”, paşdehiştina heremên kurdan û sedemên vê yekê dihate rawestandin û daxwazên aborî, çêkirina dibistanan û rêyan, çareserkirina pirsên tendirûstî derdixistin pêş. Herweha di axaftinan de, li ser zilm û zordestiya li van herêman, nasnameya kurdî, sirgûna 55 axa û navdarên ji Kurdistanê û weşanên nijadperestên tirkan, weke kovarên “Ötüken” û “Milli Yol”ê ku dijminatîya miletê Kurd dikirin, dihate rawestandin. Kesên di mitîngan de dipeyin, dixwestin ku bi mînakên weha taybetî û balkêş, bala miletê Kurd û raya giştî bikşîne ser pirs û pirsgirêkên ku hene.

Di van mitîngan de, hevalbendên PDKTyê û TIPê bi aktîfî cih girtine. Sekreterê PDKTyê Seîd Elçî bi xwe di mitîngên Farqîn, Diyarbekir û Sêwregê de axaftin kiriye. Herweha endamên komîteya birêvebir ya TIPê Behîce Boran, Tarik Ziya Ekincî û M. Ali Aslan jî beşdarî van mitîngan bûne û axaftin kirine.

Karbidestên dewletê û partîyên siyasî yên Tirkîyeyê ”Mitîngên Rojhilatê” ji nêzîk ve taqîp dikirin. Yek ji wan kesên ku bi awakî çalak beşdarî van mitîngan dibû û diaxivî, sekreterê PDKT Seîd Elçî bû. Hêzên dewletê, bi behaneya ceza sirgûnê ya Seîd Elçî ku di doza 49an de lê hatibû birîn, Seîd Elçî digrin û wî sirgûnî bajarê Kutahyayê dikin. Dewletê bi vî awayî xwest ku Seîd Elçî ji van xebat û çalakîyan bi dûr xîne.

  1. Operasyona 1968an û Mahkemeya Antalya`yê

PDKTyê bi beşdarî û çalakiyên xwe yên di mitîngên 1967an de ji aliyekî hebûn û qeweta xwe ya rêxistinî û girseyî dida diyar kirin; ji alîyekî jî têkilîyên xwe bi civata kurd re berfirehtir dikir û rêxistina xwe xurtir dikir. Di wê demê de, ji bona xurtkirina xebata siyasî û rêxistinî û ji tecrûbeyên PDK Suriyê îstifade bikin, PDKT daxwaza alîkariyê ji PDKSyê dike. Li ser vê daxwazê, PDK Surîyeyê jî kadirekî xwe yê bi navê Reşîdê Hemo dişîne Bakurê Kurdistanê. Bi alîkarî û pêşneyarên Reşîd Hemo jî PDKT hewl dide ku xebata xwe ya rêxistinî û siyasî berfirehtir bike. Lê pêşketinên di nav PDKT bala karbidestên dewleta Tirkîyeyê bêtir dikişîne ser xwe. Jixwe pir derbas nebe, piştî Mitînga Ankarayê bi du mehan, di 19.01.1968an de li ser PDKTyê operasyonek berfireh dest pê dike. Teva endamên damezrîner Seîd Elçî, Şakir Epozdemir, Emer Turan û Derwêşê Sado 16 kes dihên girtin û mahkeme kirin.

Ev operasyon, di jiyana PDKT ya rêxistinî û siyasî de dibe destpêka qonaxeke nû. Ev li ser rewş û helwesta xebata rêxistinî û siyasî ya Partîyê tesîreke gelek mezin û taybetî dike. Di vê operasyonê de, mohr, program û destûr, nameya serokê PDKT Av. Faîq Bucak ku ji Serok Mistefa Barzanî re şandibû, belgeya nunertîya Ewropayê ya ji Îsmet Şerîf Wanlî re hatibû şandin, belavok û hinek belegeyên din hemû ketibûn destê dewletê.[18]

Teva ku pirsiyarîya polîs li Diyarbekirê dest pê kir û kesên hatibûn girtin ji wîlayetên Sêrtê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Bîngolê, Bitlîsê, Mûşê bûn jî ”Hakimê lêpirsînê yê Diyarbekirê” doza Partîya Demokrat ya Kurdistana Tirkîye`yê (PDKT), Omer Turhan û hevalên wî, li gor xala 14/2an ya CMUKê û bi sedemê “parastina ewleyîyê” neqlî Mahkemeya Cezaya Giran ya Antalyayê kir. Li gor îdeanameya vê mahkemeyê, girtîyên doza PDKTyê li gor xalên 141/4 û 173/3an yên Qanûna Cezayê ya Tirk hatin mahkeme kirin.

Şakir Epozdemir, di derheqê vê operasyonê û mahkemeya Antalyayê de weha dinivîse:

“Di 19 çileya pêşîn de, MİTê (Teşkîlata Îstiqbaratê ya Tirkîyeyê) em xistin lêpirsînê. Pênc rojan em îşkence kirin û 70 rojî jî li zîndana Amedê hiştin. Tirs kete dilê dewletê. Mahkemeya me rakirin Antalya`yê. Wan nikarîbûn me li mahkemeyên Amedê mahkeme bikirina. Me Kurd û Kurdistan vekirî diparast û me dê biparasta. Ev helwesta me dikarîbû Diyarbekir rakira ser lingan. Piştî 8 mehên me li Anyalyayê temam bûn, em derxistin Mehkemeya Cezayê Giran….”
“Serokê mahkemeyê di rûniştina vekirî ya mahkemeyê de ji min pirsî:
“Te ji bo desthilatdarêya çînekî ya li ser çînên din rêxistinek ava kiriye?
Min bersîva serokê mahkemê weha da:
“Ezbenî, ew cihê ku hun weke Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bi nav dikin, Kurdistan e. Li wan deran Kurd cîwar in. Ev program, programek li ser pirsên kurdan e. Ev partî ji bo mafên doza kurdan hatiye ava kirin.[19]

Navên kesên ku li Antalyayê dihatin mahkeme kirin ev bûn: Emer Turhan, Mehmed Şakir Epozdemir, Şefîq Îssî, Mehmed Sadik Gul, Ebdurahman Ucaman, Şemsedîn Ariticî, Nezîr Aydin, Şukrî Alpergîn, Seîd Elçî, Derwêş Akgul, Zubeyîr Yildirim, Mûsa Sagniç, Mehmed Elî Guneş, Eleadîn Laçîn, Saracedîn Unlu û Mehmed Îskan Azîzoglu.

Ji zebta Dadgeha Antalya ya Cezayê Giran (Esas no: 1968/ 235, Karar No: 1971/ 81, C.M.U. No: 1968/420) dihê zanîn ku ji wan 16 kesan, tenê du kesan ango Seîd Elçî û Şakir Epozdemîr rasterast li PDKTyê xwedî derketine; program û destûra wê di mahkemeyê de parastine. Weha diyar dibe ku ji bona  ew kesên din cezayê nexwin, ev rê hatibe hilbijartin. Lê ji biryara dadgerên mahkemeyê eşkere dibe ku ji destpêkê cezayên van kesan li wan hatine birîn û ew hatine ceza kirin. Di vê zepta biryara dadgehê de, bi kurtahî îfade û berevanîyên wan 16 kesan hatiye nivîsandin.

Teva ku wan kesên din xwe li endametiya PDKTyê nekirine xwedî û hemû îdeayên ku ji bo wan dihatin gotin qebûl nekirine jî dadgerên mahkemeyê weha dibêje:
Niha, em berevanîyên maznûnên ku hatine tesbît kirin, îfadeyên şahidan, program û destûra Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyeyê û delîlên din bidin ber çavan, em dê bigihêjin vê encamê. Jixwe, gava em destûr û programa Partiya Demokrat şîrove bikin, bawerêya ku hemû maznûn tewanbar in derdikeve holê”.

Bi vê helwesta nîjadperest û kolonyalîst, dadgerên mahkemeyê daxwaz kir ku her şanzdeh kes jî li gor benda 64an ya Qanûna Cezayê ya Tirk û benda 141/4an bêne ceza kirin. Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê di 5ê nîsana 1971ê de, ji bona 15 kesan sê sal cezayê giran û li gor aynî qanûnê benda 173 fikra dawîn jî sê sal cezayê surgûnê; ji bo Seîd Elçi jî çar sal cezayê giran û çar sal cezayê sirgûnê dide.

6.1 Di doza PDKT de du berevanîyên siyasî

Di doza PDKTyê ya li Antalyayê de, du wesîqeyên girîng jî berevanîyên siyasî yên Şakir Epozdemir û Seîd Elçî ne. Berevanîya Seîd Elçî di 21.10.1969an de, ji “Serokatiya Mehkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” hatiye pêşkêş kirin. Ev berevanî ji 17 rûpelên A4 pêk hatîye. Berevaniya Şakir Epozdemir di 25.11.1969an de, bi awakî teahutkirî ji “Mehkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” re hatiye şandin. Ev berevanîya ji 31 rûpelên A4 yên daktîloyê pêk hatiye. Berevanîya Seîd Elçî li gorî berevanîyê Şakir Epozdemir kintir e û di warê zimanê siyasî de jî nermtir e. Ji bona ev nivîs bi giranî û bi taybetî li ser Seîd Elçî ye,  ez dê bi kurtayî li ser berevanîya Seîd Elçî rawestim.

Ew herdu berevanî li gor şert û mercên wê demê du belgeyên gelek girîn û taybetî ne. Di dîroka nêzîk ya Bakurê Kurdistanê de, cara pêşîn bû ku mehkemeyên dewleta Tirkîyeyê li hemberî doza partîyek kurdî, destûr û programa wê ya daxwazên miletê Kurd rû bi rû dibû. Herweha siyasetmedarên kurd jî cara pêşîn bû ku bi program û destûrek siyasî derdiketin hemberî mahkemeyên dewleta Tirkîyeyê. Piraniya girtîyên ji vê dozê dihatin mehkeme kirin, berî niha derneketibûn hemberî heyta mehkemeyekê û di vî warî de ne xwedîyê tecrûbe bûn.

6.2 Berevaniya Seîd Elçî ya doza PDKT

Seîd Elçî berevanîya xwe ya siyasî, di 21.10.1969an de pêşkêşî  “Serokatîya Mehkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” dike. Ew di destpêka berevanîya xwe de diyar dike ku “ev doz, ne dozek cezayê ya ji rêzê ye. Ev doz, dozek gelekî girîng ya 13 milyon kurd e ku tevaya jiyana Tirkîyeyê eleqeder dike…”

Seîd Elçî bi kurtayî bingehê berevanîya xwe li dijî îdeayên dozgerê mahkemeyê ku “miletekî bi navê Kurd tuneye”“PDKT partiyek îlegal eev partî ji bo perçekirina axa dewleta Tirkîyeyê û damezrandina dewletek serbixwe ya Kurdistanê hatiye ava kirin”, dihûne. Bê ku ew di nav hûrgiliyê mijaran keve, ew bi kurtayî li ser hebûna miletê Kurd;  pêvajoya pêwendiyên kurdan ji dema Osmanîyan ve heta Komara Cumhurîyetê, mafdarîya serhildanên kurdan, zilm û zordarîya li ser miletê Kurd, ziman, kultur û awayê jîyana wî radiweste û weha didomîne:

“Miletê Kurd, xwedîyê dîrokeke kevn e û ji berê de niştecîyê li ser vî erdî ye ku niha jî li ser dîjî. Li vê derê gelek medenîyek ava kirîye û di pêşketina medenîyeta dinyayê de alîkarî kiriye. Îro jî xwedîyê hemû taybetmendî û wesfên ku ji bo hebûna miletekî pêwîst e. Bi riza dilê xwe bi tirkan re bûne yek û vê daxwaza xwe di 1517an de, bi riya Îdrîsê Bidlîsî û bi şertên ku xwebixwebûna xwe biparêzin bi peymanakê girêdaye…”

“Di dema belavbûna Împeratorîya Osmanîyan de, teva ku bi peymana Sevrê mafê dewletek serbixwe ji bo kurdan hate naskirin jî kurdan ev nexwestîye û ji bo parastina yekitiya millî beşdarî şerê rizgarîyê bûne…
Ji ber vê yekê, xercê pêşî yê avakirina ciwan ya Komara Tirkîyeyê kurdan avêtiye…. Weke ku tê dîtin, teva ku kurd xwedîyê hemû îmkanan bû jî nexwestine ku ji tirkan veqetin, her gav yekitî û bihevreyî parastine. Lê mixabin, hergav ew bûnin qurbanîyê van niyetên xwe yên paqij…”

Tevger û serhildanên ji ber birêvebirîya xerab, bûn sedêmên kuştina bi sedhezaran kurdan. Bi taybetî, gelek ewladên masûm ku surgûnî berrîya Konyayê û wîlayetên rojavayê hatin kirin, ji ber şertên xwezayê û sefaletê jiyana xwe ji dest dan… Ne tevgera Şex Seîd û ne jî ya Dersimê, tu eleqeya wan bi kevneperestî û paşverûtîyê re tunene. Ew li dij derkitinên bi heq û rewa ne ku xelkê xwestine li dijî birevebirîya xerab, rûmet û şexsîyeta xwe biparêzin. Mirov nikare wan bi awakî dikin mahkum û gunehbar bike…”

Piştî van tesbîtan, Seîd Elçî di berevanîya xwe de, li ser zilm û zoradrîya dema hukumetên CHP, Partîya Demokrat, bûyera 49an û surgûna 55 serokeşîr, malmezin û navdarên kurdan radiweste û dixwaze wan bi çend numûneyên pratîk raxîne ber çevan. Ev li ser siyaseta dewletê ya req û dijwar jî weha dinivîse:

“Fetwayên desthilatdarîyê û bîr û bawerîyên wê yên di derheqê Rojhilatê ew qas tûj û dijwar in, ne mumkine ku mirov pê nekene.

  1. a) Miletekî bi navê Kurd tuneye. Hemû tirk in.
    b) Tirkîkirina navên kurdî yên gund û navçeyan..
    c) Qedexekirina axaftina bi kurdî.
    d) Astengkirina guhdarîkirina rodiyoyên bi weşanên kurdî û qedexekirina sêlikên kurdî.
    e) Bi cudaxwazîyê tewanbarîya Mitîngên Rojhilatê ku paşdemayîna herêma Rojhilatê dihanîn zimên û bi komunîzmê tewanbarkirina beşdarên van mitîngan.

Ev e, formula çareserkirina pirsên siyasî ya desthilata me ya biaqil. Helal be ji desthilatek weha re!”

Hakimên birêz,
Ger bi nezanî yan jî bi zanebûn be, rewşa heta niha hatiye meşandin, ne di xêra Tirkîyeyê de ye. Pirsên millî yên xelkekî bi zilm û cezayan nikarin bihne çareser kirin. Ev rewş di her warî de zerarê dide jiyana Tirkîye`yê. Di sedsala me de, bê ku em pirsên millî bizanibin, rewşa stratejîk ya Rohilatanavîn nedin ber çavan, neqebûlkirina pirsa kurdî, ne riya çareserîyê ye. Bi gotina ku kurd tune ye, kurd ji holê ranabe. Metodên zordarî nikare vê pirsê çareser bike. Xelkê Rojhilatê şiyar dibe, hebûna xwe diqîre. Bi bo bihîstina vê qêrînê û pêşeroja dahatûya Tirkîye`ya mezin neyê xerab kirin, dest bi amadekarîya damizrandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîye hate kirin.

Ez dê programa Partiya Demkrata Kurdista Tirkîyê ku di sala 1965an de ji alîye hiqûqnasê mezin û welatparêz, ji avuqatên buroya Ruhayê FAIQ BUCAK hatiye nivîsandin, di hizûra mehkemeya bilind de şîrove bikim. Berî ez dest bi şîroveyê bikin, ez dixwazim diyar bikim ku eger hevalê min Av Faik Bucak di sala 1966an de di encamê suiqastekê nehatiba qurbanî kirin, partî wê bi awakî eşkere dest bi xebatên xwe bikira. Lê mixabin kuştina serokê partîyê bû sedemê ev xebat bihê rawestandin.

Di pêşgotina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê de û bi taybetî paragrafa di binê sernivîsa ji bona pêkanîna armancê de, bawerîyên welatperwerî yên partîyê ku bi qanûna esasî lihevkirî ne, radixîne ber çavan. Ez wê pragrafê weke ku hatiye nivîsandin dixwînim:  

`Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîye hatiye danîn. Berî her tiştî, xebata partîyê wê li ser xeta aştî, demokratî, mirovanî û komelayî bimeşe. Partî, parastîyê “Mîsaqa Millî” ye. Lewra Partî bawerîyê bi yekîtî û biratî dihne û cihêtîyê naxîne navbêna kurd û tirkan.

Partî alîgirê nîzama hiqûqî ye, lê gava mafên wî yên insanî û millî xesp bibin, serhildan û şoreşê armanc digre`.

Tevgerek siyasî ku xwedîyê bîr û bawerîyên weha zelel û hê nehatiye damezrandin, çawa dikare weke rêxistineke îlegal bê qebûl kirin. Herweha zîndankirina xwedîyên bawerîyek weha, bi demokrasîyê li hevûdu nake.

Madda: 1- Navê Partîyê, Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîye`yê ye.

Madda: 2- Partî dixwaze li Cumhûrîyeta Tirkîyeyê de, mafên siyasî, aborî û kulturî ji milletê Kurd re bihê naskirin.

Madda: 3- Ji bo pêkanîna van şertan:
a) Di Qanûna esasî ya Tirkîyeyê de ev qeyd bihên bi cih kirin ku dewleta Tirkîyeyê ji tirkan û kurdan pêk hatiye û ev herdû millet di her awayî de wekhev in.

  1. b) Kurd di Parlemana Tirkîyeyê de, li gora nifûsa xwe bêne temsîl kirin û di Heyeta Wekîlan de cîh bistînin.
  2. c) Tixûbên Kurdistana Tirkîyeyê bê kifşkirin û di axa Kurdistanê de tu mihacir neyên bi cîh kirin. Navên gund û bajarên Kurdan neyên guhartin û yên kû hatine guhartin jî navên xwe yên kevin bistînin.

ç) Di herêmên Kurdistanê de, walî, berpirsiyarên îdarî, edlî û hemû memûr ji kurdan pêk werin. Tor û adetên kurdan di qanûnê de bi cî bibin.

  1. d) Di Kurdistana Tirkîyeyê de, zimanê resmî bi kurdî be.
  2. e) Di dibîstanên Kurdîstanê de, xwendin bi zimanê kurdî be, lê tirkî jî bê hînkirin. Unîversîta Kurdistanê bê ava kirin. Xwendekarên xizan ji aliyê dewletê ve bidine xwendin.
  3. f) Li Kurdistanê radyo û telewizyon bi zimanê Kurdî bên avakirin .
  4. g) Kitab, Kovar û Rojname bi zimanê kurdî bên çapkirin.
  5. h) Ji bona îbadetên dinî, alim, mela û îbadetxaneyên lazim bi destê dewletê, bê kêmayî bên pêkanîn.

Madda: 4- Partî dixwaze ku dewlet lezgînî û pêşengîyê bide pêşveçûna Kurdistanê”.

Pitî pêşkêşkirina wan xalên bingehîn yên programa PDKTyê, Seîd Elçî dubare dike ku di vê rewşê de û bi van nerîn û armancan divê Partiya Demokrata Kurdistanê weke rêxistinek îlegal neyê qebûl kirin û parastina wan bîr û bawerêyan weke tewan neyên dîtin. Ji ber ku ew ne li dijî mafên bingehîn yên qanûna esasî ne. Lê teva vê yekê jî bi salan e ku herêma Rojhilat wek kolonîyekê tê birvebirin û ji bo ku em dibêjin “divê ev herêm ji vê rewşê bihê rizgar kirin”, em tewanbar dibin.

Ji bervanîya Seîd Elçî diyar dibe ku ew naxwaze berevanîyek berfireh bide. Bi taybetî piştî hevdîdinên wî  û Dr. Seîd Kirmizitoprak û lihevhatina wan ya li ser “projeya perwerde û amadekirina kadiran li Başûrê Kurdistanê û avakirina rêxistinek hevbeş, nûjen û fireh” ew dixwaze heta mimkun be, bi cezayekî sivik ji vê mahkemeyê xelas bibin û rojek berî rojekê ji hepsê derkevin da ku dest bi amadekarîya vê projeyê bike. Herweha ew naxawze heval û endamên partîyê yên ji vê dozê dihên mahkemekirin jî rast û rast li partîyê xwedî derkevin da ku cezayên giran li wan neyên birîn. Ji xwe gava em li îfadeyên îdeanameya doza PDKT ya Antalya`yê dinerin, em dibînin ku ji dervî Seîd Elçî û Şakir Epozdemir, kesên din li partîye xwedî derneketine û endametî û têkilîyên xwe yên bi partîyê re înkar kirine. Seîd Elçî jî li gorî wê çerçeweyê  tevdigere û di bervanîya xwe de weha dibêje:

“Di amdekarîya damezrandina partîyê de, serokê partîyê Faiq Bucak, ez, Şakir Epozdemir û Emer Turan hazir bibûn. Ji dervî vana, hayê kesekî din ji amadekarîya damezrandina partîyê tuneye. Piştî kuştina lîderê partîyê, di vî warî de tu tevger nehatiye kirin….PDKT ne cudaxwaz e û ne jî bi dû avakirina Kurdistanek serbixwe de ye. Armanca wê tenê ew e ku ji bo xelkê li rojava dijê, pêkanîna jiyaneke mirovî ye… Milet û dîrok wê biryar bide ku di vê dozê de em biheq û mafdar in…”[20]

Di Doza PDKT ya Antalyayê de 16 kes dihatin mahkeme kirin. Teva ku 14 kesên di doza PDKTyê de dihatin mahkemekirin, di mehkemeyê de xwedî li partîyê derneketin û endametîya partiyê qebûl nekirin jî Dadgeha Cezayê Giran ya Antalya`yê di 5ê nîsana 1971ê de, ji bona 15 kesan sê sal cezayê giran û sê sal cezayê surgûnê; ji bo Seîd Elçi jî çar sal cezayê giran û çar sal cezayê sirgûnê dide.

[1] Mehmet Konut, Ocak 2010, Seîd Elçi (1925-1971), BÎR, hejmar 9.

[2] Y. Serhat Bucak, 22 aralık1966, Seîd Elçi (1), Özgür Politika.

[3] Musa Antar, Hatıralarım, çirêya pêşîn 1990, Stenbol: Doz Yayınları, r. 151-152.

[4] Dr. Naci Kutlay, 1989, “30. Yılında 49`lar Olayı”, Stockholm: Bergeh, hejmar 1, r. 38.

[5] Mehmet Konut, Ocak 2010, Seîd Elçi (1925-1971), İstanbul: BÎR, hejmar 9.

[6] Feqî Huseyin Sağniç, Portreler, Istanbul: Istanbul Kurt Enstitusu Yayınları, r. 75, 126.

[7] Ji bo dirêjaya bahsa van rojname û kovaran binêre:
Malmisanij û Mahmûd Lewendî, adar 1989, Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1981), Uppsala: Weşanên Jîna Nû,  r. 129- 163.
Sosyalîzm ve Toplumsal Mücadeleler Ansiklopedisi,  İletişim Yayınları, cild 7, r.2120.
Vedat Şadili,  1980, Türkiye`de Kürtçülük Hareketleri ve İsyanlar, Ankara: Kon Yayınları, r.180-185.
Dr. Ibrahim Ethem Gürsel, 1977, Kürtçülük Gerçeği, Ankara, r. 70- 71.

[8] Ji bo vê behsê binere: Rojnameya Cumhuriyetê ya 29ê hezîrana 1963an.
İbrahim Ethem Gürsel, bnd, r. 66- 72.
Malmisanij û Mahmûd Lewendî, r. 141- 142.
Musa Anter, bnd, r. 195- 197.

[9] Ji bo vê behse binere: Ruşen Aslan, Ömrü Kısa Etkisi Büyük Kürt Örgütşemesi Devrimci Doğu Kültür Ocakları DDKO,Stenbol, çapa yekem, îlon 2020, weşanên IBV, r. 144-161.

[10] Ballı, Rafet, Kürt Dosyasi, haziran 1991, İstenbul: Cem Yayınları, 2. baskı, r.606.

[11] Ji bo vê bahsê binere: Rafet Balli, bnd, r. 601-602. Epözdemir, Şakir, Mart 2005, Türiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/235 Antalya Davasi, İstanbul: Perî Yayınları, birinci baskı, r.7-10.

[12] Şakir Epözdemir, bnd, r.138-139.

[13] Ji agahdariyên taybetî yên damezrînerekî PDKTyê Şakir Epozdemir ku di 03-11-2019an de bi e-maile ji min re şandîye.

[14] Ev aghdarî ji hevpeyvînek taybetî ya Serhat Bucak ku di 2019-08-13an de bi riya telefonê hatibû kirin de, hatiye neqil kirin.

[15] Mahmûd Yeşîl di derheqê komîteya amadekar ya Mitînga Farqîne weha dibêje: “Murecaetkarên pêşî tirsandin lê me cara diduyan murecaet kir… Mixabin serlêdan bi paş de hat vekişandin. Lê dawîyê me bi komîteyeke bi sê kesan (Ez, Mehdî Zana û Mele Mahmûd Okûtûcû ji nu ve serî lê da.”Mahmûd Yeşîl, Desteyek Ji Çîroka Jiyana Min, çirîya paşîyê 2019, Stenbol: weşanên Doz, r.145

[16] îdeanameya  Dadgirê Leşkerî yê Dadgeha Fermandarê Birêvebirina Awarte ya Wîlayetên Diyarbekir û Sêrtê ya di 23yê çirêya pêşîn ya 1971ê de ji aliyê Seîd Dabak ve hatiye amade kirin. Binere: Diyarbakır İddianamesi, Tebax 1972, weşanê Ronahî,  r. 12.
İsmail Beşikçi li ser anlîza van mitingan, bi navê “Doğu Mitingleri´ nin Analizi (1967)” pirtûkek derxistiye. Hinek tarîxên di Îdeanameyê û yên di pirtûka Ismail Beşîkçî de hevdu nagrin. Li gor ku di vê pirtûkê de hatiye nivîsandin: Mitînga Diyarbekirê di 16. 09. 1967an de, mitînga Silîvanê di 24. 09. 1967an de, mitînga Sêweregê di 1.10. 1967an de û mitînga Ankarayê jî di 19. 11. 1967an de hatine çêkirin. Ji bo vê behsê binere: Beşikçi, İsmail, Mart 1992, Doğu Mitingleri´ nin Analizi (1967), Ankara: Yurt- Kitap Yayınları, r. 15.

[17] Zinar Soran, 1977, ”Rûpelek Ji Dîroka me ya Hevdem Partiya Demokrata Kurdistana Turkîyê PDKT 1965-1970 –IV”, Armanc, hejmar 178, hezîran-tîrmeh 1997, Stockholm.

[18] Ji bo vê behse binere: Rafet Ballı, Kürt Dosyasi, haziran 1991, İstenbul: Cem Yayınları, 2. baskı, r. 606.
Biryara K.T. Mahkemeya Ceza Giran ya Antalya, Esas No: 1968/ 235, Biryar No: 1971/ 81, C.M.U No: 1968/ 420.
Şakir Epözdemir, bnd, r.9-10.

[19] Şakir Epözdemir, bnd, r.10

[20] Sait Elçi, Agir Ceza Mahkemesi Baskanligina – Antalya, Dosya Es.No: 968/235, Durusma gunu: 21.Ekim.1969