Serrûpel Nivîskar Dewleta çawûş û onbaşîyan

Dewleta çawûş û onbaşîyan

Belav bike

 

Welatên ku dagirkîrî û bi zorê navên rasîst lêkirî be, hemwelatîyên wî murîd, esker û ehmeq bin, dewletên wan jî dê tim di destên çawûş û onbaşîyan da be. Heke hebe „parlamentoya“ wan wê axûra dewaran be. Rejim jî helbet wê faşîst û totalîter bin.

Welatên rojavayî ji bo nirxên dadmendî û demokrasîyê, berdelên giran dan. Du şerên cîhanê hate serê wan, wêran bûn. Hingî karîn xwe ji wan çawîş û onbaşîyan rizgar bikin. Xwe ji xwelîya wêranîyê careke din afirandin. Tawilê gihîştin wan nirxan. Heke belayeke din neyê serê wan, ev nirxên azadî, yasa, demokrasî ûwd vê gavê saxlem û stabîl e li wan welatan.

Em welatên rojhilat û Afrîkayê vê gavê dayînin li alîyekî.

Li welatên rojhilata navîn ev bi sedan salan e, totalîterî û dîktatorî, wêran û talan kirîye wan welatan. Esrar û afyona dîn û îdeolojîyan, sersem û gêj kirîye wan waran. Bihûşta mirin û her cûre îlletê ne ev welatine. Ew welatên ku berîya efsûnê her yek kanîya şaristanîyekê bûn, niha milkê çawîş, onbaşî, cambaz û efsûnkeran e.

Nemaze ew welatê ku bi zorê nav lê danîne „Tirkîye“. Esker esker e. Paye çi be, ferq nake, ha general, ha onbaşî. Raman û bawerî rasîst û faşîst be ferq nake. Ha “professor”, “rojnamevan”, “nivîskar”, ha çawûş û esker hîç ferq nake.      

Bi tirkî “er dogan” yanê; kesê ku esker tê dunyayê. Dewleta ku Erdogan serok û Çawûşoglu wezîrê wê yê derva be, ew ê çi jê derê?

Faşîzm! şêlîn, gef û kuştin, wêranî, bêhişî û çiqas bela werin bîra we, wê jê derê.   

Ên berê wan jî sûcdar bûn, ên ku piştê van bibe desthilat jî wê sûcdar bin. Heta ku ew dewlet li ser pêyan bimîne. Ji ber ku dewlet û sîstemên tirk bixwe faşîst, rasîst û qatîl in. Ev taybetî divê bi kesên ku bibin desthilat ra jî hebe li wî “welatî”. Tinebe jixwe nikarin bibin wezîr, serokwezîr û desthilat.

Piştê 101 salan pir dereng mabe jî, parlamentoya Almanyayê komkûjîya turk-osmanîyan a li ser gelê Ermen û rola dewleta xwe ya wê demê pajirand. Pejirand, lê çavên xwe ji komkujî wêrankarîya ku dewleta tirk îro li Kurdistanê dike ra girt.

Pejirandina qetlîamek têr nake. Ew divê were darizandinê jî. Zerar û zîyanên wê were dayîn. Dad hingî pêk tê. Çima Almanya heta îro jî tazmînatê dide Cihuyan?

Kes hesabekî ciddî ji wê dewleta tirk naxwaze. Lewma rêveberên wê jî bêhed her berdewam in li gef û kirinên xwe.   

Ew dewlet û çeteyên wê, ji xeynê qirkirina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê, hêza wan bi kesî nikare, ti qewetekê wan a din nemaye. Bûne manyaqên alayê. Manyaqîya alayê jî sembola zeyîftîyê û nexweşîya rasîsîzmê ye. 

Tenê di nava vê du salan da nîv mîlyon Kurd koçbar bûne. Jin, kal, pîr, zarok bi sedan hatine qetilkirin. Bajar û bajarokên Kurdistanê li pey hev wêran dibin. Çawûş û onbaşî, wan alayan wek kefenên xwînî davêjên ser wan bajaran.

Serokwezîrê dawî yê wê dewletê ji Kurdan ra dibêje: „Hun ê ji vê alayê ra hurmetkar bin!“ Yanê; em dê we tine bikin, hun ê ji me ra wek her tim serî dayînin, benîtîyê bikin!

Sucdar û gunehkarên vê yekê tenê dewleta tirk û çawûş û onbaşîyên wê ne!

Naxêr!

Kurdên ku bi rûhê „Tirkîyeyîyê“ dibêjin „ti problêmek me bi alaya Tirk, bi dewleta Tirk ra, bi sembolên wê ra tineye. Yên bêjin, „ew ala, alaya me ye jî!“ Bi sifetê „parlamenterê Kurd“  di parlamentoya Tirk da biçin heta li çolên Erebistanê jî daxwaza bilindkirina alaya Tirk bikin! Biqasê wê dewletê sûcdar in.   

Kurdên ku bêjin: „Dewleta Tirk, dostê me ya stratejîk e, em bê wê nikarin bijîn!“ Herin sazîyên wê yên dagirkerîyê bînin di Kurdistanê da bi cî bikin, biqasê wê dewletê gunehkar in.

Serkeftin pir zehmet e, ji bo ew milletê di welatê xwe da bi qatîlên xwe ra bijî!

Cihû heta îro jî, li kuderê ala û semboleke nazîyan bibînin, tûf dikinê.

Ew lewma bûn dewlet.