Li Silêmaniyê PKK perwerdeya leşkerî dike
Endamekî Parlemena Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li sînorê parêzgeha Silêmaniyê çalkiyên fermî dikin û rêxistinên wan hene û heta niha barekehên wan jî karê xwe dikin.
Bi hezaran kesan pêşwaziya serok kirin? (VÎDYO)
Serok Barzanî roja 07.05.1996 çûbû serdana Qamişlo û bi dehhezaran kes pêşwaziya wî kiribûn. Niha li her çar perçeyên Kurdistanê bi hezaran kes hene navê wan Mesûd û Idrîs in...
FLAŞ: Dergehê Pêşabûr hate vekirin
Berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di serokatiya herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî da xuya kirin ku wan îro berpirsên dergehê sînorî yê Pêşabûrê agahdar kirine ku, ew deriyê sînorî ji bo şandina hemû tiştên xwarinê, dermanan û pêdawîstiyên mirovî yên din dergeh tê vekirin.
Li gor daxuyaniya Derbendî, ji bo ku ew zêdetir alîkariya xelkê rojavayê Kurdistanê bikin, û ji bo ku ew tişt erzan bigihên destê welatiyan, wan biryar standin ku nabe bi hîç şêweyekî baca gumrugê ji tu aliyekî sînor were standin.
Yanî ne ji aliyê Sêmalka ne jî ji aliyê Pêşabûr gumrug nayê standin.
Îtalî Pêşmergeyên Rojava perwerde dikin
Bi serpereştiya Hêzên Hevpeyman xuleke gelek efser û pêşmergeyan bi dawî hat.
Di merasîmê de fermandarê giştî yê Pêşmergeyan Lîwa Ezîz Weysî û nûnerên hêzên hevpeyman beşdar bûn.
Ev nêzîkî mehekmê bû ku pêşmergeyên rojava û başûrê Kurdistanê, ji aliyê serbazên Îtalî ve di warê eskerî de dihatine perwerdekirin.
69 pêşmergeyan di nava wê xola rahênanê de cih girtin. Ji pêşmergeyên rojava jî tenê pêşmergeyên keç beşdar bûn.
Perwerdeya wan li ser gelek metodên eskerî bû.
Ji destpêka şerê li dijî Daiş de, û heta niha nêzîkî 15 hezar pêşmerge ji aliyê hêzên hevpeyman ve hatine perwerdekirin.
Di dawiya xulê de, pêşmergeyan ji dest serbazên Îtalî dîplomayên xwe wergirtin.
Ji siyasetê dûr li êşa Ridwan guhdarî bikin (vîdyo)
Ji siyasetê dûr li êşa Ridwan guhdarî bikin (vîdyo)
Şehîd Fêsel Ebû Leyla kî bû?
Fermandê hêzên şemis elişmal yê bi navê Fêsel Ebo Leyla şehîd bû.
Ebû Leyla roja 3 vê mehê di şerê kontrolkirina gundê Xefiye Ebû Qelqel de li Minbicê, bi rokêteke herarî brîndar bûbû.
Piştre bi helîkoptereke eskerî ji bo Rimêlanê hatibû veguhestin û ji wê derê ji bo başûrê Kurdistanê hatibû şandin.
Navê wî yê rastîn Fêsel Ebdî Bilal Sadûn bû, ew di dala 1984 de li gundê Qere Rîşk, li Kobanî ji dayîk bûbû, piştre çûbû li Minbicê bi cî bûbû.
Îro saet 5 sibehê, ew li başûrê Kurdistanê, li nexweşxaneya Şar li Silêmaniyê îro şehîd bû.
Ew bavê 4 keça bû, bi navê Leyla, Serhildan, Rehef û Xwîn da.
Di şerê Minbicê de giran birîndar bûbû (foto)
Serkirdeyê Şemis El Şemal Ebû Leyla ku di rizgarkirina Kobanî de li dijî DAIŞ şerekî giran kiribû, di şerê Minbicê de giran birîndar bûbû û bi helîkoptereke Emerîkî ew enîbûn başûrê Kurdistanê, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Kî dikare Kurdên rojava bîne cem hev?
Hevpeyvîna ligel nivîskar û siyasetmedar Omer Şêxmûs
hevpeyvîn
“Pêşmergeyên Rojava derbas bibin şer dernakeve?”
Hevpeyvîneke dirêj ligel nivîskar û yek ji damezrênerên YNK Omer Şêxmûs...