Serrûpel 2016 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2016

Esed: Ewropî di bin masê de bi me re diaxifin

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de berpirsên welatên rojava di warê siyasî de êrîşî wan dikin û di bin maseyê de de hevdîtinan ligel wan pêk tînin. Esed di hevpeyvîna xwe de ligel televîzyona resmî ya Australî SBS, got welatên rojava li hemberî krîza Sûriyê du rû ne û ne xwedî prensîb in. Esed got, ew li aliyekî êrîşî wan dikin, li aliyê din jî nûnerên xwe yên emnî û hikûmî dişînin Şamê û di bin masê de hevdîtinên dizî li gel wan pêk tînin. Serokê Sûriyê got, hemû welatên rojava, ji bo ku Emerîka bi wan nehese û ji wan aciz nebe, bi nehênî hevdîtinan bi Şamê re dikin.

Erdogan û Esed bi telefonê axifîne

Duh roja çarşemê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê Sûriyê Beşar Esed bi telefonê axifîn. Li gor nûçeyeke rojnameya El Yaum ya Siûdiyê, Erdogan ji Esed re gotiye ku pêwendiyên wan yên dîrokî û kûr hene, û ewê bi her awahî hewl bidin ku krîza Sûriyê were çareserkirin. Erdogan her wiha gotiye ku Daiş xetereke mezine li ser ewlekariya Tirkiyê û Sûriyê û divê em bi hev re li dijî terorê şer bikin. Rojnameya El Yaum li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivisîne ku telefona di navbera Erdogan û Esed de bi navbênkriya Rûsya û piştî axaftineke telefonî di navbera Putîn û Erdogan de pêk hat. Berî niha jî hatibû idîakirin ku li Cezaîrê bi navbênkariya Îranê hevdîtinek di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de pêk hatiye. Ev nûçe heta niha ne ji aliyê Sûriyê ve ne jî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye piştrastkirin.

Bi miriyên xwe re di eynî malê de dijîn – foto

Li Endonezya, li grava Sulawesi xelkê wê deverê, dema ku miriyên wê dimirin, venaşêrin, ew miriyên xwe di mala xwe de dihêlin û di mal de bi hev re dijîn. Qebîleya bi navê Toraja, bi wan cesedan re di eynî malê de dimînin.

Pez derbas bû û PYD derîbe stand

Piştî 4 rojan ji vebûna deriyê sînorî yê Pêşabûrê, îro pezê bazirganên rojavayê kurdistanê derbasî başûr bû. Rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabûr yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de, Şewket Berbiharî raghand, îro proseya derbasbûna pezê bazirganan di deriyê navborî re dest pê kir û aliyê din yê sînor (yê ser bi rêveberiya xweser) her li ser biryara xwe ma ku bacê ji bazirganan bistîne. Rêveberiya xweser ku ji bo her seriyek pez 6 dolaran distîne. Şewket Berbiharî raghand, ku cihê mixabinyê ye aliyê din ligel wan di vê meseleyê de nebûne alîkar û divya ku herdû aliyan hehewl bidana ku barê giran ê li ser milê xelkê rojavayê kurdistanê sivik bikarana.

ENKS bi Bogdanov re civiya

Şanda ENKS îro sêşemê ligel cîgrê wezîrê derve yê Rusya û nûnerê taybet yê serokê Rûsya ji bo karûbarên rojhilata navîn, Mîxaîl Bogdanov civiya. Di civînê da behsa paşeroja Suryê û krîza niha hate kirin. Piştî cvînê serokê ENKS Îbrahîm Biro raghand ku wan di cvîna xwe de ligel Bogdanov 2 xalên sereke gotûbêj kirin, rewşa Sûryê bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî. Biro da zanîn ku li ser rewşa Kurdan li rojavayê Kurdistanê, Bogdanov gotiye ku ew bi yekrêzya Kurdan dixweş dibin, ji ber ku Kurd dostê Rûsya ne. Her wiha di civînê de bi giranî li ser pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê jî axaftin çêbûye, û cîgrê wezîrê derve yê Rûsya got ku tiştekî normale ku ew pêşmerge vegern û xelkê xwe biparêzin, lê li ser bingeha rêkeftnekê di navbera herdu alyên syasî yên rojavayê kurdistanê de. Şanda ENKS li ser vexwandina wezareta derve ya Rusye, duh gehiştbû Mosko.

Kesên êrîşî Rûdawê kirin hatine girtin

Duh bi şev 2 kesên ku beşdarî êrîşa li ser Rûdawê bûbûn duh bi şev saat 02.30 ji aliyên hêzên ewlekariya Kurdistanê ve li Hewlêrê hatine girtin. Ji ber meseleyên emnî nasnameya wan kesan heta niha eşkere nebû ye. Hêzên ewlekariyê her wiha diyar kirin ku ew kesên hatine girtin, pêwendiya wan bi terorê re heye.

Ji nû ve Peyama Kurd

Wek tê zanîn di sala 2005’an de li Almanyayê rojnameyek bi navê Peyama Kurd dest bi weşanê kiribû.

Asayîşa Amûdê endamê polîtbîroya PDK-S girt

Îro asayîşa Amûdê endamê polîtbîroya PDKSê û berpirsê giştî yê rêxistina partiya wan, Ebdilkerîm Mihemed ku weke Bavê Loqman tê naskrin, li bajarê Amûdê girt. Ew beşdarî merasîma sêyemîn salvegera komkujiya Amûdê bibû, û li ser goristana şehîdên Amûdê asayişê ew girtin.

ENKS li ser vexwendina wezareta derve li Mosko ye

Serokê ENKS Brahîm Biro û şanda li gel wî bi serdaneke fermî û li ser dawetnameya wezareta derve ya Rusya gihişte Mosko. Hevdîtinên fermî ya di navbera şanda ENKS û wezareta derve ya Rûsya de, wê sibe dest pê bikin. Kamîran Haco ji Mosko ragihand ku ewê sibe bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsya û şanderê yatbet yê serokê Rûsya, Mîxaîl Bogdanov re bicivin. Şanda bi serokatiya Biro, ji berpirsê pêwendiyên derve yê ENKS Kamîran Haco û endamê komîteya derve ya Encumenê Siyamend Haco û çend endamên din pêk tê. Di daxuyaniyeke taybet de Birahîm Biro ji Rûdawê re ragihandibû, ku di wê hevdîtina ligel wezareta derve ya Rusya de, ewê pirsa Kurdên Sûriyê û rewşa Sûriyê bi giştî bi hikûmeta Rûsî re gotûbêj bikin.

Piştî 50 salî Kurdek dibe cîgirê serokwezîr

Di hikûmeta nû ya Sûriyê de wê siyasetvanê Kurd Omer Osê bibe cîgirê serokwezîr. Li gorî wê lîsteya kabîneta hikûmeta Sûriyê ya nû, parlamenter û serokê despêşxeriya niştimanî ya Kurdên Sûriyê, Omer Osê wê bibe cîgirê serokwezîr û wezîrê îdareya Mihelî. Piştî 50 salî wê Kurdek bibe cîgirê serokwezîrê Sûriyê. Hikûmeta nû ji aliyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ve were avakirin û 18 wezîran pêk tê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com