Asayîşa PYD 10 karkerên Sêmalka bi zorê birin eskeriyê
Asayişa Rêveberiya Xweser 10 karkerên deriyê Sêmalka ji bo leşkeriya bi zorê girt.
Êdî Salih Mislim bi nav serokê PYD ye
Hevserokê PYD Salih Mislim hevpeyvînek ligel ajansa Rûsî Spitnik çêkir û têde li ser rewşa rojavayê Kurdistanê axifî.
Bersiveke baş da PKK
Serkirdeyê PDK Elî Ewnî li ser hebûna gerîlayên PKK û hêzên ser bi wê ve li Şengalê got, cihê xebata PKK ne başûrê Kurdistanê ye, cihê xebata wan bakurê Kurdistanê ye.
Ewnî beşdarî programeke televîzyona Rûdaw bû û got, PKK bila biçe gundê Abdullah Ocalan rizgar bike, ne Şengalê, Şengal ne cihê wan e, cihê wa li bakurê Kurdistanê ye.
Elî Ewnî got, bila PKK bihêle xelkê Şengalê vegere cih û warê xwe û bajarê xwe ava bikin.
Serkirdeyê PDK Elî Ewnî her wiha got, PKK bila bakurê Kurdistanê rizgar bike, ne weke Gever û Sûra wêran bike.
Ev keça Filistînî çawa kurdî diaxife! (vîdyo)
Binêrin ev keça Filistînî Hesnaa Omer, li Tol Kerem dijî, û biriya Rûdawê fêrî kurdî bû ye, binêrin çawa kurdî diaxife! (vîdyo)
UN: YPG zarokan direvîne û bi zorê çekdar dike
NY, navê YPG -PYD û Artêza Azad ya Sûriyê , xiste nava wan rêxistinan ku zarokan îşkence dikin û dikujin.
Axaftina serok Barzanî li ser Şengalê (vîdyo)
Di bîranîna 2.mîn salvegera komkujiya Şengalê de (03.08.2014) li Duhokê merasîmeke mezin bi rêve çû. Di merasîmê de serok Barzanî axaftinek pêşkêş kir.
Kurê Erdogan eger biçe Îtalya wê were girtin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di hevpeyvîneke xwe de ji bo televîzyona Îtalî Rai-2 axifî û rexne li dadgehên Îtalya girt û got li şûna li ew li pey kurê wî ne, bila biçin li pey mafya îtalî bigerin.
Li ser vê axaftina Erdogan, serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi, li ser Twittera xwe nivîsand, "Li Îtalya dadger û dozger li gor yasa û huqûqê tevdigerin, ne li got serokomarê Tirkiyê".
Bi sûcê spîkirina pereyên reş karê ne yasayî dozgerên Îtalî li pey kurê Erdogan, Bilal Erdogan in.
Vîdyoya teqandina ofîsa PDK-S li Girkê Legê derket
Di vîdyoyê de, jineke ku rûyê wê veşartiye, bi şev diçe pêşiya deriyê PDK-S, dînamîtê dixe derî û agir pê dixîne û piştre jî ji cihê bûyerê bi dûr dikeve.
Ew jina ku PDK-S dibêje ew milîtaneke Tevgera Ciwanên Şoreşger e, ya ser bi PYD ve, duh dînamît saet 2 û nîvê şevê bi cih kiribû û teqandibû, di saeteke wiha de ku kesek li ofîsê tune be.
Wê teqînê ziyaneke mezin gihandibû ofîsê û malên derdorê.
Duh di civêneke rojnamevanî de, rayedarên PDK-S ew êrîş şermezar kiribû û xistibû stûyê PYD.
Mijdên: Ez gelekî ji Anal-Sex ditirsim (foto)
Stranbêja Kurd ya Mijdên ku bi belavkirina fotoyên xwe yên seksî di tora civakî de bala xortan dikişîne ser xwe, li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsandiye: Ez ji seksa ji pişt ve (anal) hez nakim, gelek kurr wê seksê dixwazin, ew dibe sedema nexweşiyê seksî, dibe sedema nexweşiya aids.