Serrûpel 2016 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2016

Frensa weşana televîzyona MED-Nûçe girt

Li ser daxwza Tirkiyê şîrketa satelîtan ya frensî Eutelsat weşana Med Nûçe rawestand. Med nûçe televîzyoneke nêzîkî PKK bû û li ser Eutelsat weşana xwe dikir. Îro saet 10 Eutelsat weşana Med Nûçe sekinand.

Bi navê serokê parlamentoya Kurdistanê digere

Yusuf Mihemed ku ji serokatiya parlamentoyê hatiye avêtin û tu sîfeta wî weke serokê parlamentoyê nemaye, li derve welat bi welat digere û weke neyarekî Kurdan şerê Kurdistanê dike û ji welatan daxwaz dike ku alîkariya Kurdistanê nekin. Berî çend rojan çû Brukselê ligel rayedarên PKK civiya û daxwaz kir ku PKK helwesteke tund li dijî Kurdistanê bistîne û hêza xwe di Kurdistanê de berferehtir bike.

8 ton derman gihiştine Qamişlo û PYD belav nake

Di demekê de ku li Qamişlo krîzeke mezin ya dermanan heye û hema bêjin li dermanxaneyan dermanên pêwîst peyda nabin, hikûmeta Sûriyê dibêjin ku wan 8 ton derman û pêwîstiyên saxlemiyê teslîmî nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo kirine. Birêvebirê giştî yên Desteya Saxlemiyê li Nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo Dr. Omer El Akûb got, wan 8 ton derman wergirtine. Ew derman bi riya balafirxaneya Qamişlo ji Şamê gihişte nexweşxaneyê.

Rûyên her dem û di xew de (foto)

Civîna ku PYD li Rimêlanê li daxist û taybet bû bi gotûbêjkirina federaliyê, ji xeynî rûyên her dem, kesek beşdar nebû, piraniya kesên beşdar bûn jî di xew de bûn û "Heval" bûn.

Lîstikvanê kurd dibe namzetê Lawê Zêrîn (Golden Boy)

Yekîtiya Ewropayê ji bo Pêgogê(EUFA) lawikê Amûdî ê behremend Mehmûd Dawûd ê ku niha di Borussia Monchengladbachê de dilîze wek namzetê xelat Lawê Zêrîn(Golden Boy) destnîşan kir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com