Serrûpel 2016 Ekim

Arşîva mehane: Ekim 2016

Jinên ecêb ji zilamên Daişê derketin (foto)

Ev çekdarên Daişê di dema revê de li Kerkûkê hatine girtin

Medyaya PKK ji bo Dr. Silêman çi got?

Dr. Silêman ku 10 salan gerîla bû, şer kir, fermandarekî bilind yê gerîlayên Kurd bû, endamê serkirdayetiya PKK bû, endamê komîteya navendî ya PKK bû, birîndar bûbû, ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve mehkûm bûbû, bi deh caran beşdarî şer bûbû, bi sedan ciwanên Kurd perwerde kiribû, bi deh caran jiyana wî ketibû xeterê, li başûrê Kurdistanê şehîd ket, medyaya PKK yek gotin jî li ser negot.

Selîm Çurukkaya behsa birayê xwe Dr. Silêman dike

Selîm Çurukkaya behsa birayê xwe Dr. Silêman dike

Dr. Silêman jiyana xwe ji dest da

Îro bi şev seet 01.00 dilê Dr. Silêman rawestiya û jiyana xwe ji dest da. Ew li Almanya li nexweşxaneya Koblenz ya eskerî dihate dermankirin. Eger Tirkiyê rê bide, wê wî bibin li bakurê Kurdistanê li Bingolê veşêrin, eger rê neda, wê bînin Hewlêrê. Dr. Silêman (Sait Çurukkaya) birayê 2 şehîdan e, ew di nava PKK şehîd ketibûn.

Rewşa herî dawî ya Dr. Silêman (Vîdyo)

Dr. Silêman ku di enca,a teqîma mayînan de li gundekî Başîqê li başûrê Kurdistanê giran birîdnar bûbû, niha li Almanya li nexweşxaneya Koblenzê ya eskerî tê dermankirin. Doktorên ku wî derman dikin dibêjin, mêjiyên wî rawestiya ye û ew niha li ser cîhazan dijîn. Divê malbata wî biryarê bidin ka jiyana xwe li ser cêhazan berdewam bike yan na, eger ku ji cîhazan were qutkirin, wê şehîd bikeve.

FLAŞ – Tirkiyê hemû medyaya PKK qedexe kir

Hikûmeta Tirkiyê hemû organên medyayê yên ser bi PKK ve girtin, di nava wan de qjans, rojname û kovar jî hene. Weke, rojnameya Azadiya Welat, Ajansa DIHA, JINHA.

Dr. Silêman bi balafireke taybet birin Almanya (vîdyo)

Pêşmergeyê birîndar Dr. Silêman (Sait Çurrukaya) bi balafireke ambulans birin Almanya, ewê li nexweşxaneyeke eskerî li bajarê Koblenz were dermankirin.

Barzanî ligel mezintirîn rojnameya Almanî axifî

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, piştî operasyona Mûsilê, ew dê bi Iraqê re derbarê serxwebûna Kurdistanê dest pê bikin.

Rojnamevanekî ji Kobanî li Îtalya girtiye

Rojnamevanê Kurd Xelîl Hesen, ku ji Kobanî ye, ku nêzîkî 4 salan li başûrê Kurdistanê karê rojnamegerî dikir, û di meha tebaxê de ji bo karekî rojnamevanî çû Spanya û Îtalta, dema ku ji Barşelona berê xwe dabû Îtalya, polîsên Îtalî di dema kontrolkirina pasportan de wî digirin.

PDK ji bo Malikî: Tu ne kêmî Elî Kîmawî yî!

Berdevkê Polîtburoya PDKê bersiva daxuyaniyên Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî dide û dibêje, tawanên Malikî li dijî gelê Kurdistanê nekêmî tawanên rêjîma Sedam û Elî Kîmyawî ne. PDKê dibêje, sînorên Kurdistanê ne ew sînor in ku kesên mîna Sedem û Malikî diyar kirine.