Kîne yên ku xelkê direvînin?
Li bajarê Dêrikê endamê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û kesayetiya navdar Bengîn Cinêdî ku bi navê Bingîn Ehmed dihate naskirin ji aliyê grûpeke nenaskirî ve hate revandin.
TAK teqînên Istanbulê xistinê stûyê xwe
Rêxistina Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK), berpirsatiya teqînên duh şev ên li bajarê Stenbolê ragiha
Eşîretên Kurd navbênkariya ENKS-PYD dikin
Eşîretên Kurdî dixwazin ENKS û PYD li hev bînin.
Ji bo vê însiyatîvê eşîretên kurdî ligel, siyasetmedar û nivîskar û kesayetiyên kurd civiya û pirsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD de anî rojevê.
Di encama wê civînê de, aliyên beşdar li hev kirin ku lîjneyek were avakirin û hevdîtinan ligel PYD û ENKS pêk bîne.
Di wê însiyatêvê de hatiye ku, hemleyên ragihandinê di navbera her du aliyan de werin rawestandin, girtiyên siyasî serbest werin berdan, sembolên netewî yên Kurdan neyên îhanetkirin, xwepêşandan werin rawestandin û rêza yasayên li rojavayê Kurdistanê were girtin.
40 rojiya Dr. Silêman birêve çû (foto)
40 rojiya Dr. Silêman li Almanya bajarê Hamburg birêve çû (foto)
Polîsên Alman qatilê Bengîn girtin
Polîsên Alman qatilê penaberê Kurd Bengîn Celal Îso, ku di mala xwe de kuştî hatibû dîtin, girtin.
Polîsên Almanî li Essenê ragihandin ku temenê kujer 30 salî û ji ber sedemên madî ew kuştiye. Ew bi hev re çûne Almanya û bi hev re serî li penaberiyê dane.
Parlamentera Gorran: Jinên şehîdan leşfiroş in
Rêxistina Aştî û Xêrxwazî ya Navdewletî û Berdevkê Hêzên 70 yê Pêşmerge, daxuyaniyên Parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd şermezar kirin û diyar kirin, ku ew dê derbarê navborî de li dadgehê doze vekin.
Ciwanekî Kurd li Almanya kuştî hate dîtin (foto)
Ciwanekî Kurd yê 25 salî bi navê Bengîn Îso li Almanya bajarê Essenê, di mala xwe de kuştî hate dîtin.
Ev 3 roj bûn ku nediçû dewa9ma fêrbûna zimanê almanî, ji ber vê yekê mamostayê ku dersên almanî dide wî, polîs agahdar kirin ku ew wenda ye û naçe dewamê.
Polîs diçin mala wî, li derî didin kesek derî venake, polîst dikevine gumanê ku di hundir de be, piştî ku derî vedikin û derbasî hundir dibin, wî kuştî dibîbin.
Wê otopsî ji termê wî re were çêkirin, ji bo ku were zanîn bê ka çawa hatiye kuştin.
Bengîn Îso 25 salî bû, ji gundê Kefir Dina bû, yê ser bi herêma Aliya li Çil Axa.
Li aliyê din roja 6 vê mehê li Almanya xortekî bi navê Şêrwan Ehmed Musa ku ji Dêrikê bû, intîhar kiribû.
ENKS: Roja şemiyê meşa mezin e
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de banga xwepêşandanên sertaserî li xelkê Rojavayê Kurdistanê kir.
Emîndariya giştî ya Encûmena Kurdî ENKS daxwaz ji tevahiya encûmenên xwe yên xwecihî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kir, ku roja Şemiyê û bi helkefta roja cîhanî ya mafê mirovan dakevin kolanan û xwepêşandanên girseyî saz bikin.