Mislim: Modela Dewleta netewî ne munasib e
Bi beşdariya zêdetirî 200 kesayetiyan panêlek li avahiya parlemana Ewropayê hat sazkirin û têde hevserokê PYDê Salih Mûslim jî axaftinek pêşkêş kir.
Di panêlê de, seroka Fraksyona Çepan Gapîd Sîma û Cêgirê serokê frasyona sosyal demokrat Jûzêf Vayind Holtzer serkêşiya panêlê kirin û herweha hejmarek ji parlementerên çep û sosyal demokratên Ewropayê jî gotarên xwe di derbarê rewşa Sûriyê û navçeyê pêşkêş kirin.
Hevserokê PYDê Salih Mûslim di panêlekê de axaftinek pêşkêş kir û got modêla dewleta netewî li rojhiata navîn ne modêleke munasibe û ezmûna wan li Rojava serketî ye.
Ofîsa ENKS li Tirbesipî hate şewitandin – FOTO
Ofîsa encûmena niştîmanî ya Kurd ENKS li tirbispêyê hate şewtandin.
Îro serê sibehê agir berdan ofîsa encûmena kurdî ya bajarê Tirbespyê û hemû kelupelên têde şewtîn.
Se'et 9ê sibehê agir berdan ofîsa ENKS li bajarê tirbespyê û tiştên ku têde bûn hatine şewtandin.
Mafê rûniştinê nedan Angela Merkel
Almanya mafê penaberiyê neda Angela Merkel
Angela Merker, hemû rojên xwe di nava hembêza diya xwe de derbas dike. Ew heta niha jî nebûye xwediya mafê penaberiyê li Almanya.
Em behsa zaroka Sûrî Angela Merkel dikin, ne serokwezîra Almanya.
Angela Merkel, di sala 2015 de li Almanya bajarê Duisburg ji dayîk bûbû, di wê demê de ji ber ku serokwezîra Almanya gelekî alîkariya penaberên Sûrî kir, malbata Sûrî navê wê li keça xwe kir, yanî Angela Merkeê Al Hemze.
Ew malbat niha li bajarê Monchengladbach dijî, berî vê bi çend rojan ji wê malbatê re name hat, ku penaberiya wan hatiye redkirin.
Ji ber ku rewşa welatê wê malbatê (Sûriyê) xerabe û şer lê heye mafê wê malbatê heye ku saleke din li Almanya bimîne.
Ji romana Kobanî diyarîyek ji we re
Tu qet bawer nakî bê ka ez çiqasî hatime guhertin! Ez bûme yeke din. Ez pê dihisim ku ez deh salan mestir bûme.
Ala Kurdistanê hîn jî tê şewitandin (Vîdyo)
Ev çend carin li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li Herêma Cizîrê, Ala Kurdistanê dibe qurbaniyê nakokiyên siyasî yên di navbera ENKSê û PYDê de û sivikatî bi sembola netewî û ala netewî ya kurdan tê kirin, ku herî dawî roja 2ê Kanûna 2016ê li bajarê Amûdê ji aliyê hin kesan ve hat şewitandin.
“Serxwebûn mafê me ye”
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê weke mafeke rewa berê xwe dide serxwebûnê û pêwîst e li ser mijara serxwebûnê diyalog bi Bexdayê re were kirin.
Eşîretên Ereban şewitandina ala Kurdistanê şermezar kirin
Li ser şewitandina ala Kurdistanê li bajarê Amûdê ji aliyê alîgirên PYD ve, Eşîretên Neynewa yên Erebî daxuyaniyek belav kir û têde ew kiryar bi tundî şermezar kir.
Almanya îqamê nade kesên pêwendiyên wan bi…
Dadgehên Almanya, îqamê nadin wan kesan ku eşkere bibe pêwendiyên wan bi PKK-PYD re hene, yan jî bi çalakiyên cuda di nava wan partiyan de radibin.
Li Almanya PKK di lîsteya rêxistinên terorîst de û PYD jî weke şaxekî wê partiyê dibîne. Piraniya dadgehên federal yên almanî serlêdana penaberiyê ya wan penaberan red kiriye, piştî ku eşkere bûye pêwendiya wan bi her du partiyan re heye.
FLAŞ: Barzanî peyameke ji bo Amûdê belav kir
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser peyameke piştgirî û spasiyê ji bo xelkê Amûd yê rojavayê Kurdistanê şand.
Di peyama xwe de serok Barzanî dibêje, rêz û spasiyên xwe pêşkêş xelkê berxwedêr yê bajarê Amûdê dikim, ku bergiriya li niştimanperwerî û hêjayên gelê Kurdistanê ne. Destxweş li we dikim, ku bi sebir û bi berxwedan hûn ala Kurdistanê diparêzin, ew al ku ala xwîna şehîd û nîşana pêkvejiyan û aştiyê ye.
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ji bo gelê Amûdê dibêje, ez we piştrast dikim ku riya niştimanperwerî, rihê kurdayetî bi serdikeve û şermezarî ji bo wan kesan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û gênc û lawên Kurd îşkence dikin û diêşînin, û li dawiyê ewê baca wan tewanan bidin.