Çima nikare vegere welat? Kî nahêle? (vîdyo)
Siyasetmedar û çalakvanê Kurd Şêrwan Îbrahîm, ku berê yek ji berpirsên PYD bû, di vîdyoyekê de ku li ser hesabê xwe yê Youtube belav kir, dibêje ku qedexeke ew vegere welatê xwe û nikare biçe serdana Qamişlo, ew bi xwe ji Qamişlo ye, û hemwelatiyê Hollanda ye.
Netirs û nêçîrvanê DAIŞiyan bû (vîdyo)
Lîwa û pêşmergeyê qehreman Wehîd Kovilî, ku di dilê Daişê de weke tirsekê bû, li Duhokê di encama celteya mêjî de jiyana xwe ji dest da.
“Eger pêşmgeryên rojava werin wê şer derkeve”
Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji ajanseke ser bi PYD ve axifî û diyar kir ku li dijî derbasbûna pêşmergeyên rojava ne û qebûl nakin ku ew pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.
Aldar Xelil her wiha idîa dike ku Tirkiyê û PDK li hev kirine ku li rojavayê Kurdistanê hinek herêm bo Partiya Demokrata Kurdistanê werin teslîmkirin.
Li gor idîaya Aldar Xelîl, PYD xwestiye bi riya rêxistinên weke Cebhet El Nusra bikeve rojavayê Kurdistanê û dagîr bike lê bi serneketiye.
Serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl, dibêje Tirkyê dixwaze ciwanên rojava ku navê Pêşmergeyên rojava li wan dikin, bibe cem xwe ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar bîne.
Aldar Xellî diyar dike ku ew naxwazin şerê biratiyê bikin lê eger pêşmergeyên rojava derbas bibin wê şer derkeve.
Kurd ji mazota xwe mehrûm in! PYD çi dike?!
Petrola Sûriyê ji rojavayê Kurdistanê ji bîrên petrolê yên Rimêlanê derdikeve, lê xelk bê mazot e, milet di nava vê zivistan û berfê de perîşan bû ye. Petrola Kurdistanê heta bi Minbic, Bab û Şamê diçe, lê lîtrek mazot bi destê Kurdên rojavayê Kurdistanê nakeve. Ticarên PYD mazotên ji Kurdistanê didizin û xelkê bêmazot dihêlin. Ev wêne ji Kobanî ye, xelk li ser dor mazotê sekiniye.
Serokwezîr ligel kurê xwe di nava berfê de ne (foto)
Serokwezîr ligel kurê xwe di nava berfê de ne (foto)
Şervanekî YPG yê Brîtanî li Reqa întîhar kir
Şervanekî YPG yê Brîtanî li Reqa xwe intîhar kir.
Li gor raportê bijîşkî, şervanê bi navê Riyan Lok, ku şervanekî YPG bû, û li Reqa şerê Daişê dikir, intîhar kiriye.
Medyaya brîtanî jî dinivisîne, ji bo ku neke destê Daişê, wî bi tifinga xwe xwe kuştiye.
Riyan Lok yê 20 salî bû, û hate ragihandin ku wî devê tifingê xistibû bin çena xwe û dawî li jiyana xwe anîbû.
Tevî Riyan Lock, hejmara welatinê brîtanî ku di nava YPG de jiyana xwe ji dest dibe 3 kes, wezareta derve ya Brîtanya jî ji welatiyên xwe daxwaz kir ku ew neçin Sûriyê.
Henek bi Trump nabin (vîdyo)
Binêrin serokê Emerîka Donald Trump çi tîne serê showmenê boksa emerîka Vince McMahon.
Saatê bi 80 $ xelkê hembêz dike (foto)
Li Emerîka eyaleta Teksas, Janet Trevino (37) karekî wê xerîb heye, xelkê beramberî 80 dolarî (her saatekê) hembêz dike.