Serrûpel 2017 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2017

Nêçîrvan Barzanî Viyan Dexîl pîroz kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li parlamentera Kurd Viyan Dexîl ji bo wergirtina xelata Lantos kir. Xelata Lantos yek ji mezintirîn xelatên mafên mirovane ku ji bo wan kesan tê pêşkêşkirin ku ji bo parastina mafên mirovan kar kirine.

“5000 Çînî li Sûriyê şer dikin”

Balyozê Sûriyeyê li Pekînê Imad Mustefa ragihand ku hejmara Çîniyên li Sûriyê şer dikin gelekî zêde bûye ku gihiştiye 5 hezar şervanî.

Asayîşa Kurdistaê 5 terorîst girtin – Vîdyo

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtîrafên komeke terorîstî belav kir.

Nesir El Herîrî serokatiya şanda opozîsyonê dike

Şanda opozîsyonê ji bo Cinêvê hate destnîşankirin û wê Mihemed Sebra wê mezinê danûstandkaran be, û serokê şandê jî wê Nesir El Herîrî be. Berdevkê desteya bilind ya danûstandina Salim El Muslet got, civîna opozîsyonê li paytexta Siûdiyê l Riyadê berdewam dike û ewê di nava çend saatan de, nevê hemû endamên şandê ji bo CInêv 4 diyar bikin. Di nava şanda opozêsynê de, wê hemû aliyên siyasî cih bigirin, her wiha wê aliyên çekdar jî beşdar bibin. Şand wê ji 20 endaman û 20 rawêjkarên siyasî û qanûnî pêk were. Heta niha diyar nebûye ka wê opozîsyona ser bi Mosko û Qahîre ve beşdar bibin lê na.

Amer Çelik li ser îmaratên Kurdên Êzdî dinivisîne

Di dîrokê de kurdên Êzidî jî wekî meletên cîhanê hoz û eşîrên wan Mîrgh li ser xaka welatê xwe Kurdistan damizrandine wekî Mîrgeha Botanê, Mîrgeha Heleb û kilisê-al-Qisêr, Şêxan û Şingal , Mîrgeha Dasin-Bahdînan. Her weha Mîrgeha Zerza, Eziyan,Carcom,Mîrgeha Şam û Terabilus û hinek din.

“Em hikûmeta Sûriyê û Kurdan li hev tînin”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştrast kir ku ew di navbera hikûmeta Sûriyê û kurdên Sûriyê de navbeynkariyê dikin.

Tirkiyê û Siûdiyê li ser PYD li hev kirin

Yekemîn civîna desteya hevkariya di navbera tirkiye û Suudî de li Enqere hate kirin. Piştî civînê wezîrê derve yê tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragehand ku wan ligel Siûdiyê li ser wê yekê lihev kirine ku di çareseriya kirîza Suriyê de alîkar be. Wezîrê derve yê Tirkiyê careke din bi tûndî êrîş bire ser PYD û YPG û got, tevî ku ji aliyê îdolojî ve ji hev cuda ne, lê tu ferq û cudahê di navbera wan û DAIŞê de tine ye û eşkere kir, berê wan û Arbistana Siûdiyê ji rêveberiya berê ya Amerîka xwestibûn, alîkariya YPG nekin, lê îdareya Obama bi gotina wan nekir û di şerê li dijî DAIŞê de alîkarî da YPGê. Wezîrê derve yê Siûdiyê jî di axaftina xwe de bal kişande ser xetera Îranê li ser herêmê. Cibêr got, PKK û PYD du rêxistinên terorîst in.

Leyla Zana hate girtin û berdan

Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana îro li ser rêya navbera Farqîn û Amedê hate desteserkirin.

Berpirsê krîza mazotê li rojava PYD ye

Piştî destpêkirina pêla serma û seqemê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê derket. Çavdêrek ji Rojava jî dibêje, berpirsê vê krîzê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com