Serrûpel Nivîskar Heşda Şeibî hat

Heşda Şeibî hat

Belav bike

Meha derbasbûyî 13  komalgeh û gundên kurdên êzidî yên navçeya Şingalê, ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve hatine desteserkirin. Ew komalgeh û gundên Kurdistanê beriya hatina DAIŞê di destê pêşmerge de bûn. Pirsa bê bersiv ev e, ku çima ji bo kontrolkirina van deveran pêşmerge neçû û Heşda Şeibî çû? Bi taybetî jî piraniya komkujiyan li van deveran hatine kirin, herî zêde jî li gundê Koço komkujî çêbûn, ku niha di destê Heşda Şeibî de ye.

 

Heşda Şeibî li Xurmatû, Celewla û gelek cihên din ên Kurdistanê, herwiha li parêzgeha Selahedîn û Diyalayê, li hember kurdan ti mînakeke aramiyê nîşan nedaye, ku em bikarin weke çavkaniyeke aramiyê li wan binêrin. Lê ji ber pêkhateya nakok û mîlîşiyayî ya Heşda Şeibî, herdem hêviya şerî ji vê hêzê tê kirin, pir giring e, ku hewldan çêbibin da ku şerê dahatî ya Heşda Şeibî ligel pêşmerge nebe.

 

Li gorî gotinên Berdevkê Heşda Şeibî, ev hêz ji 45 grûban pêk tê lê li gorî gotinên Nûrî Malîkî, ku bingeha avabûna Heşda Şeibî daniye, niha 180 grûbên biçûk di nav Heşda Şeibî de ne.

 

Hêzêke mîlîşiyayî yê ji 180 grûban pêkhatibe, bi ti awayî nayê kontrolkirin, ti hikûmetên mezin jî nikarin her roj bersiva daxuyaniyên berpirs an jî grûbekî bidin. Wezareta Pêşmerge jî nikare her roj yek bi yek bersiva wan bide. Divê ev bibe karê wan perlamanterên kurd ên li Parlamentoya Iraqê, ku deng ji bo bi yasayîkirina heşda Şeibî dane.

 

Muqteda Sedir, ku ew bixwe di nav Heşda Şeibî de xwediyê grûbekî bi navê Seraya Selam û 6 hezar çekdar e, bi eşkere ragihand, “Çeka Heşda Şeibî dê li hember pêvajoya demokrasiyê bibe pirsgirêk.” Sedir dibêje nabe hinek komên tawankar di nav Heşda Şeibî de bimînin û beşdarî hilbijartinana bibin.

 

Lê ji aliyê din ve Nûrî Malîkî dibêje, “Ez xwediyê Heşda Şeibî me û ew dê bi navê hilbijêrên medenî beşdarî hilbijartinan bibin û di hilbijartina serokwezîrê nû de gotinên wan dê bi bandor be.”

 

Iraq bixwe di nav aloziyê de dijiya, bi avakirina Heşda Şeibî tevlîhevî û alozîya Iraqê pir mezintir bûye, encamên vê jî dê zêdetir piştî şerê DAIŞê derbikevin. Çimkî dê rojekî ev pêkhateya mîlîşiyayî di nav xwe de biteqe û rêjeya tawankarîyên nav civaka Iraqê jî pir zêde bin.

 

Lê ya pêwîst ev e, ku kurd xwe ji 2 tiştan dûr bigre. Ya yekemîn; dûrbûne şerê Heşda Şeibî ya ligel pêşmerge û kurdan. Ji ber ku dixwazin bi çêkirina dujminêkî din, piştî şerê DAIŞê, şerê xwe yê navxweyî paşve bixin. Ya duyemîn; beşdarnebûna şerî medyayî û siyasî ya Amerîka û welatên din ên li dijî Heşda Şeibî. Ji ber ku di şerê li dijî DAIŞê de beşêk ji çek, şêwirmend û piştgiriya esmanî ya Amerîkayê û hevpeymanan ji bo Heşda Şeibî bû. Her ew bixwe jî bûn bê deng bûn û rêdan Heşda Şeibî were nav xaka Kurdistanê.

 

Heşda Şeibî niha metrisiyekî herêmî ye. Herweha dibe çavkaniyeke din ê geşkirina şerê tayfî, mezhebî û avabûna DAIŞekî din. Ji lewra jî kontrolkirina vê metrisiya mezin ne erkê kurdan e û nabe kurd xwe bidin ber vê erkê. Ji ber ku ev erk ya hêzên navdewletî, herêmî û hikûmeta Iraqê ye.

 

Beriya du salan dihate pêşbînîkirin, ku Heşda Şeibî dê li sînorên Başûrê Kurdistanê ji bo bikaranîn û bi çekdarkirina kemîneyan kar bike. Pir giring bû, ku wê de mê pêşiya vê plane bihata girtin lê nehate girtin, anku bi temamî pêşiya vê yekê nehate girtin.

 

Niha jî ya giring ew e, ku pêşiya fîtneya Heşda Şeibî ya çekdarkirina kêmineyan bi aramî were çareserkirin. Çareserî jî ji bo wan grûbên çekdar bimîne, ku bûne çarşefa hatina Heşda Şeibî ya nav xaka Kurdistanê.

(ji Rûdaw)