Serrûpel Nivîskar Ez herdem bi wê helwesta xwe serbilind im…

Ez herdem bi wê helwesta xwe serbilind im…

Belav bike

Ez herdem bi wê helwesta xwe serbilind im, ku dema giştpirsiya ne fermî ya serxwebûna Kurdistanê û giştpirsiya fermî ya destûra Iraqê ya sala 2005ê de, bi dilgermî çûme nav wê konê hejar ya ku sindûqa giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê tê de hatibû danîn, min dengê xwe da serxwebûn û cihêbûna ji Iraqê û deng neda destûra Iraqê.

 

Wê demê giştpirsiya destûra Iraqê û hilbijartinên Iraqê bi hev re dihate kirin. Serpereştê navenda dengdanê ji min re got: “Te ji bîr kir, dengê xwe ji bo destûra Iraqê bikar bînî.” Min jî jê re got: “Min ji bîr nekiriye. Ji ber ku naxwazim dengê xwe ji bo vê yekê bikar bînim.” Çimkî baweriya min bi destûrekî wiha nîne, ku Iraqê mîna welatekî tenê pênase dike. Eger di destûrê de bihata gotin, Iraq dewletek e û ji du welatan pêk tê, wê demê min dê dengê xwe bidaya.

 

Wê demê min di rojnameya Mîdya de kar dikir. Wê demê ligel hevkarên xwe yên rojnameyê me gelek kar li ser mijarên weke, di çareseriya pirsgirêka neteweyan de ne kirdeyî ya sîstema federalîzmê, ne guncawbûna destûra Iraqê ya ji bo Kurdistanê û herwiha pêwîstiya cihêbûna Kurdistanê ya bi rêya giştpirsiyê, dikir. Bi teybetî bi gotarên bi giranbûha yên mamoste Cemal Nebez, ku sernivîsa yek ji wan gotaran wiha bû: “Ey gelê rût û birsî, li zordaran netirsî, bêje xwedanên kursî, rê vala bikin ji bo giştpirsî.”

 

Wê demê, di rojên dawiyê de ew partiya xwediyê rojnameyê bû, biryar da beşdarî dengdana destûra Iraqê bibe û ev biryara xwe jî di rojnameya Mîdya de belav kir. Lê weke sernivîskarê rojnameyê min di gotara xwe nivîsand, ku ez deng nadime destûra Iraqê.

 

Li Kurdistanê gelek kes di dema hilbijartinan de pir ne dilgerm in. Ji ber kêmasiyên sîstema siyasî û revebiriyê yên Kurdistanê yên nehatine çareserkirin, mafê wan heye, ku dilgerm nebin. Lê beşdarbûna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, bi temamî erkekî nîştîmanî ye, pêngavekî bingehîn e ji bo gihiştina armanca nîştîmanî û neteweyî ya kurd û Kurdistanê, ku ew jî damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.

 

Bi baweriya min, ew partî û kesên dibêjin, “gumana me heye, ku ev giştpirsî ne ji bo serxwebûna Kurdistanê be” û ji ber vê xwe dûr digrin, piştgîriyê nadin, divê beriya hem^yna ew piştgiriyê bidin û beşdar bibin. Divê hemû hêz guvaşa xwe bikarbînin da ku encamp tenê serxwebûna Kurdistanê û ragihandina dewleta Komara Kurdistanê be.

 

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî çend caran ragihandiye, ku giştpirsî ji bo wê yekê ye, ku gelê Kurdistanê bi daxwaza xwe û bi rêyeke aştiyane ji Iraqê cihê bibe û serxwebûna xwe bidest bixe.

Ji dema hatiye damezrandin heta niha Iraq nebûye dewleta hemû iraqiyan. Herdem beşek ji gelê Iraqê zal û serdest bûye, ew ên din jî blindest bûne. Ji serdema damezrandina desthilata paşatî û heta hilweşandina rekîna Bees, Iraq dewleta sunneyan bûye, şîe û kurd blindest bûne. Piştî hilweşandina dewleta Bees û heta niha jîbûye dewleta şîeyan, zordarî li kurd û sunneyan kiriye. Iraq heta niha nebûye dewleta hemû pêkhateyan û ji vir pêde jî nabe ew dewlet.

 

Eger di Iraqekî de mafê milyonan kesên ereb, tenê jiber cudahiya mezhebî, bi awayekî herî xirap were binpêkrin, ma dê çi hêviya neteweyên din ên ne ereb ji jiyana wî dewletî hebe? Ji xwe ji destpêkê ve herdem wiha bûye. Lewma, mayina li gel Iraqê tê wateya jiyana li gel pirsgirêkan, berdewmabûna gefên siyasî, leşkerî û olî yên Iraqê ya ser Kurdistanê. Ev yek jî herdem li hember pêşketina demokrasiyê ya li Başûrê Kurdistanê, dibe asteng. Lewma jî ji ti aliyan ve jiyana ligel Iraqê ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.

 

Niha ji ber nakokiyên xwe, Iraq ji bo hemû cîhanê bûye hêlîna berhemanîna rêxistinên terorîstî yên metirsîdar. Kurd li hember vê metirsiyê sekinîn û nehiştin li ser rûyê erdê belav bibin, ew kontrolkirin. Herêm di nav agirê şnakokiyên mezhebî de ye û gelê Kurdistanê di nav van nakokiyan de weke gelekê aştîxwaz û pêkvejiyanê tê dîtin Lewma li seranserê cîhanê li hember gelê Kurdistanê hevsoziyek ava bûye. Ji bo vê jî niha ji bo pêkanîna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dema herî guncayî ye. Bi taybetî jî îro giştpirsiya li Skotlandaya Brîtanyayê, Kîwbeka Kanadayê, Katelonyaya Îspanyayê û ya gelek deverên din bi asayî tên dîtin, gelê Kurdistanê jî dixwaze ji wê rêya asayî re bimeşe.

 

Herêma Kurdistanê di heyama 25 salên derbasbûyî de, ji gelek welatan zêdetir, ji herêmê û ji cîhanê re bûye cihê aramî û îstîqrarê. Vê yekê dengê gelê Kurdistanê ya daxwaza serxwebûnê pir bilidtir kiriye.

 

Ti deman hestên kurdan û xaka kurdan nebûya iraqî, ku niha jî kurd Iraqê parçe bikin. Iraq her bi parçebûyî hatiye avkirin, ti caran jî “neteweya Iraqê” ava nebûye. Çimkî ev dewlet bi awayekî pir ne tendurustî hatiye damezrandin, pir bi ne dadperwerî hatiye birêvebirin û tê birêvebirin. Gelê Kurdistanê îro jî Iraqê parçe nake, lê welatê xwe û çarenivîsa xwe ji Iraqê cihê dike. Bi taybetî jî dema Iraqê selmand, ku ji destpêka damezrandina xwe û heta niha dewleteke pûç e.

 

Giştpirsî dengê gel û milletekê nîşan dide. Îro cîhan ji ber pêşketina medyayî û torên pêwendiyan bi hêsanî bûye cîhana belavkirina dengê gelan. Di serdema şoreşên berî yên Kurdistanê de, tenê çend nûnerên kurdan li cîhanê hebûn. Îro bi rêya sosyalmedya û medyayê, kurd tevlî hemû neteweyên cîhanê bûye. gelek kurd hene, ku bi pêwendiyên xwe dikarin li cîhanê piştgiriyeke berfereh ji bo serxwebûna Kurdistanê dirûst bikin. Lewma niha ji hemû deman guncayîtir e, kurd ji bo serxwebûnê kar bikin û di encama vê giştpirsiyê de serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihînin. (RÛDAW)

Ako Mihemed, Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdaw