Serrûpel Vîdyo Şerîfo ala Kurdistanê li ser mala Merkel bilind dike (vîdyo)

Şerîfo ala Kurdistanê li ser mala Merkel bilind dike (vîdyo)

Belav bike

Şerîfê Omerî, ku em wî weke Şerîfo nas dikin û bi rapên xwe, bi Hîpopa xwe di nava Kurdan de naskirî ye, yekemîn vîdyo klîpa xwe li Almanya kişand û ji bo weşandinê amade kir.

Hola Hola, vîdyo klîpa nû ya Şerîfo ye.

Weke klîpên din, di vê klîpê de jî, mijarên siyasî û civakî derketine pêş.

Şerîfê Omer di Hola Hola de piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê tîne ziman.

Derhêneriya klîpê Azad Mûsa kiriye.

Şerîfo vê strana xwe bi kurdî, erebî, almanî û rûsî dibêje.