Serrûpel Foto Pîrejineke 110 salî ji Kobanî çima bi qaçaxê berê xwe daye Almanya?...

Pîrejineke 110 salî ji Kobanî çima bi qaçaxê berê xwe daye Almanya? – FOTO

Belav bike

Pîre jineke ji Kobanî (gundê Çariqlê) ku temenê wê 110 sal e, dixwaze berî mirinekê biçe Almanya û li wê derê neviyên xwe bibîne.
Leyla Saliha ya 110 salî, çû Tirkiyê û ji Tirkiyê di riya qaçax deryaya Îce derbas kir û derbasî sînorê Yonanê bû.

Polîsên Yunanê jî wê digirin.

Neviyên Leyla Saliha Nesrîn û Bêrîvan di sala 2015an de ji ber DAIŞê ji Kobanî reviyabûn û çûbûne Almanya.

Niha Leyla Saliha li Atînayê li malekê dimîne, 2 zarokên wê jî bi wê  re ne, li bendê ye ku wê bişînin Almanya.

Li gor texmînan dibe ku di sala 2019 de, wê bişînin Almanya, eger şansê wê hebe.

Yanî êdî wê demê temenê wê dibe 112 sal.