Serrûpel Berhemên Nû Bîranînên Omer Şêxmûs hatine weşandin

Bîranînên Omer Şêxmûs hatine weşandin

Belav bike

Siyasetmedar, Nivîskar û kesayetiya Kurd Omer Şêxmûs, ku temenê dirêj di nava siyasetê de û xebata niştimanperwerî de derbas kir, jiyana wî di pirtûkekê de hate weşandin.

Pirtûka ku berê bi kurdî derketibû, ji aliyê Newzad Elî Ehmed ve ji bo erebî hate wergerandin.

Pirtûka bi navê “Agirê di bin axê de”, ji 459 rûpelan pêk tê. Têde dûr û dirêj behsa jiyana Omer Şêxmûs hatiye kirin.

Di pirtûkê de her wiha gelek belge û dokument û nameyên taybet jî hatine weşandin.

Omer Şêxmûs ligel Celal Talabanî yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ye.

Ew di sala 1942 de li bajarê Amûdê ji dayîk bû ye. Di 20 saliya xwe de derketiye Ewropa, ji wê demê ve li Ewropa dijî, niha li Swêdê dimîne.