Serrûpel Foto Gala yekem fîlma almanî ku li Başûrê Kurdistanê hat kişandin çêbû –...

Gala yekem fîlma almanî ku li Başûrê Kurdistanê hat kişandin çêbû – Foto

Belav bike

Yekem fîlmê alman ku li Başûrê Kurdistanê hatî kişandin û berhemhênanîya wê ji alîyê Mîtosfîlmê ve hatî pêkanîn, duh êvarê bi tevlîbûna tîma fîlm galaya xwe ya Berlînê lidarxist. Fîlmê ku derhêner û lîstikvanên wê ji alman û kurdan pêk tê, li Eiszeit Kino, di du salonan de hate nîşandin. Berhemhênanê fîlm û xwedîyê Mîtosfîlmê Mehmet Aktaş, li ser girîngî taybetmendîyên fîlm da zanîn ku fîlm şerê li Rojhilatanavîn tê meşandin dide xuyakirin û di çîroka xwe de cîh dide aktorên herêmê; YPG, Tirkîye, Herêma Kurdistanê, Îran…Şerê wan yên bi rêya îstixbaratan didin meşandin tîne ser perdeya sînemayê. Aktaş herweha diyar kir ku ev fîlm ji alîyê sê kanalên televizyonê yên dewleta alman ve; WDR, Arte û Hessischer Rundfunkê ve hatiye piştgirîkirin û li gor peymanan, dê di van her sê kanalan de bê nîşandin û nêzîkî 20 milyon kes dê temaşe bikin. Şayanî gotinê ye ku parlamentera meclîsa alman Hêlîn Evrîm Sommer û şaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret jî di nav temaşevanan de bûn. Der barê fîlm de zêdetir agahî di hejmara sibatê ya kovara Şemamokê de… (Yado Ciwan)