Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li bargeha xwe li Hewlêrê pêşwaziya çalakvana mafên penaberan Nûjîn Mistefa kir.
Seroka Weqfa Nûjînê (navenda wê li Almanya) di hevdîtinê de behsa çalakî û projeyên xwe kir.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe bi xebata Nûjînê anî ziman û diyar kir ku ew ji bo hemû rengê piştgiriyê amade ye.