Îro Yekşemê 30 Îlona 2018 saat 08:00 proseya dengdanê ji bo hilbijartinên parlamana Kurdistanê dest pê kir, û mafê 2 milyon û 914 hezar û 992 welatê yê dengdanê heye.
Proseya dengdanê heta saat 06.00 birêve diçe.
Parlamana Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê.
11 kursî kota ne (5 ji bo Turkmenan, 5 ji bo xiristiyanan û 1 jî ji bo Ermeniyan).
1.260 binkeyên dengdanê li seranserî Herêma Kurdistanê vekirine.
42 hezar û 170 karmend serperiştiya birêveçûna hilbijartinan dikin.
773 (532 zilam, 241 jin) kandîd hene.
46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî çavdêriya dengdanê dikin.