AVESTA KURD – Duh roja înê (12.10.2018) êvarê saat 5.45 hêzên Hewalgirî – Fermandariya Duhokê bi hemahengî ligel Mukafehaa Sêmêlê, kujerê keça Kurd ya Êzdî Şîlan Xazî Pisso ya 21 salî, di encama operasyonekê hate girtin.
Kujer Sefîn Nuuman Pisso yê 24 salî, roja 13.03.2016, li Almanya bajarê Hannoverê, di nava dawetekê de li pêşiya çavên her kesî kuştibû, wê demê bavê wê gotibû, ji ber ku keça wî nexwestibû bi pismamê xwe re bizewice, keça wî kuştin..
Ji 2016 ve polîsên Alman û yên înterpolê li kujer digeriyan lê nikaribûn şopa wî bibînin.
Ev sal û nîvek bû, ew li başûrê Kurdistanê bû, ji bo ku neyê naskirin, gelek emeliyatên estetîk ji xwe re çêkiribûn, êdî xwe xistibû rewşeke wiha ku neyê naskirin.
Ev 3 meh bûn, hêzên hewalgirî yên Kurdistanê, şopa wî ajotibûn û cihê wî diyar kiribûn, duh ew li ser sînorê rojavayê Kurdistanê li Dêrebonê girtin û li ser biryara dadgehê teslîmî polîsan kirin, niha jî di zindanê de girtî ye.