Serrûpel Foto Malbata Bozan li Kobanî dixwaze YPG keça wan ya 16 salî vegerîne...

Malbata Bozan li Kobanî dixwaze YPG keça wan ya 16 salî vegerîne – foto

Belav bike

Malbata Bozan li Kobanî daxuyaniyek da û ragihand ku keça wan ya 16 salî Uwêş, ji bo eskeriyê birine nava YPJ.

Daxuyaniya bi navê Malbata Bozan li Kobanî birina keça xwe dixe stûyê PYD û radigihîne ku Uwêş Mihemed Bozan, sala 2002 ji dayîk bûye û ji gundê Xerebîsana Rojhilat e.

Malbat di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mafên zarokan dike ku rê li ber çekdarkirina zarokan bigirin û ji bo vegerandina keça wan ya 16 salî bibin alîkar.