Serrûpel Foto FOTO – LI Çemçemal zilamekî jina xwe û her sê zarokên xwe...

FOTO – LI Çemçemal zilamekî jina xwe û her sê zarokên xwe şewitandin

Belav bike

Li başûrê Kurdistanê bajarê Çemçemal, Sêwar Qadir, dayîka Kurd ya 23 salî, tevî her sê zarokên xwe yên biçûk (2 kur û keçek, 5-3-6 salî), ji alyê mêrê wê ve di mal de hatine şewitandin.

Her sê zarok di nava agir de şewitîn, Sêwan jî ji %85 bedena wê bi tevahî şewitî, rakirin nexweşxaneyê, lê jiyana wê di xeterê de bû.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel malbata wê kete pêwendiyê û got ew amadeye bi her awahî alîkarî bike ji bo ku were dermankirin û bi balafireke taybet bişîne derve, lê wê jiyana xwe ji dest da.

Berî jiyana xwe ji dest bide, gotibû ku, wê û mêrê xwe şer kirine, mêrê wê derî li ser wan kilît kiriye û agir berdaye malê û ew şewitandin.

Mêrê wê niha di zindanê de girtî ye.