Serrûpel Foto FOTO – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbata Wekîl Mistefayêv kir

FOTO – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbata Wekîl Mistefayêv kir

Belav bike

Li gor malpera serok Barzan, îro roja yekşem 12.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên siyasetmedar û serkirdeyê Kurdên Qefqas, serokê Kurdistana Sor  Wekîl Mistefayêv kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayêv serxweşî û hevxemiya xwe ji malbat û kesukarên wî re ragihand.

Serok Barzanî, Wekîl Mistefayêv weke têkoşerekî mezinê Kurd û xwedan helwest da zanîn û ragihand ku her kesek xizmeta gelê xwe kiribê û di nava dilê miletê xwe da be, ew herdem nemir e.

Malbata Wekîl Mistefayêv spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û girîngîdanê.