Serrûpel Foto Prîskê Mihoyî li cem Kalaşnîkov çi dike?

Prîskê Mihoyî li cem Kalaşnîkov çi dike?

Belav bike

Îro 100 sal ji roja bûyîna konstrûktor û çeksazê li cîhanê naskirî Mîxayîl Kalaşnîkov temam bûn. Gelo di nava gelê me da qedrê vî camêrî û çeka wî çiqas hatye û tê girtê û qîmetkirinê? Ez nizanim! Her tenê ez wê yekê dizanim, ku ji kurdan (çi êzdî û çi musulman), bila pesin tê tunebe, tek min ew dît, hiz kir, qedrê wî girt û spasî da wî…

Tiştekî eşkere ye, ku Kalaşnîkov jîyana xwe bi temamî dîyarî karê çeksazîyê û îcatvanîyê kir. Ewî çeka gullekirinê ya li cîhanê here amin, teyax û belabûyî – «AK-47» saz kir û dû ra jî li ser bingeha wê çekê gelek şêwêyên nûjene dinê dîhar kir…

«Min çek saz kirîye, ne ku ji bo kuştinê, lê ji bo parstina welatê xwe», – ewî herdem digot. Ew mirovekî gelek dilrehm û bi îsaf bû. Ecêb ewe, ku ev sazdarê çekan li cîhanê bû hizkirîyê hemû gelan… Û hema di vê yekê dane fênomêna Klaşnîkov!

Îro em çend wêneyên xwe tevî çekzasê herî mezin diweşînin û li ber bîranîna wî serê xwe berjêr dikin û temene dibin, yê ku qedrê hemû gelan digirt, xasma gelên ku ji bo azadîyê û serxwebûnê ji ber xwe didan û heya roja îron jî didin, di wê jimarê da usa jî gelê meyî bindest…

Salên karmendîya xwe ya li rojnamên rûsîye «Prîgorodnîyê vêstî» û «Ûdmûrtskaya pravda» ez car-caran rastî wî dihatim. Mirovekî zarşîrin û berbihêr bû. Ewî bi laqirdî digot, ku hinek welatan çeka wî danîne li ser ala xweye dewletê û qet destûr jî ji wî nexwestine û heq jî nedane wî. Li bal hinek netewan jî bûye edet: gava zarokên kurîn wana ra dibin, li ser xatirê çeka wî navê wan datînin «Kalaş». Carekê min jî bi laqirdî gote wî, ku kurdan berî gişkan ew hiz kirine, ji ber ku di nava meda Keleş (bi rûsî Kalaş) gelek hene. Me li ser çeka wî jî stran sêwirandîye: «Qelêşa min, qelêşa min!». Kalşnîkov vedibeşirî, digot, ku hûn mêrxasin!..

10 sal berê Kalaşnîkov bû mêvanê rêdaksyona rojnama «Ûdmûrtskaya pravda». Wê demê ez wek cîgirê berpirsyarê rojnamê yê sereke bûm. Me bi wî ra gotebêja çapemenîyê pêk anî…

Û îro ez çend wêneyên tevî Mîxayîl Kalaşnîkovê mezin diweşînim…

(10.11.2019)