Serrûpel Foto Kesayetiya kurdî û zavayê Osman Sebrî Şêx Birimce wefat kir – foto

Kesayetiya kurdî û zavayê Osman Sebrî Şêx Birimce wefat kir – foto

Belav bike

Mihemed Şêx Birimc, kesayetiyeke kurdî ya niştimanperwer bû, zavayê Osman Sebrî bû (Hevserê Kewê Osman Sebrî bû), mala Osman Sebrî li Şamê kiribû navendekî çandî.

Îro wefat kir.

Rewşenbîr,  zimanzan û siyasetmedarê Kurd ji Efrînê bû,  îro li nexweşxaneyeke bakurê Kurdistanê bi vîrûsa Korona li nexweşxaneyeke Semsûrê (Adiyaman) koça dawiyê kir.

Mihemed Şêx Birîmce di sala 1955an li Efrînê jidayik bûbû, ji salên 70 an de di nav tevgera siyasî ya Kurdî de xebat dikir.

Mihemed Şêx Birîmce demeke dirêj li Şamê mabû, piştî şerê navxweyî li Sûriyê çûbû bakurê Kurdistanê û li gundê Kolkê yê Semsûrê (gundê Osman Sebrî) bicih bûbû.