Nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey, piştî ku çû Rojavayê Kurdistanê û ligel ENKS û PYD partiyên PYNK civiya, hate Hewlêrê û îro ligel serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di civînê James Jeffrey piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku ew piştgiriya diyaloga kurdî û yekrêziya aliyên kurdî dikin li Rojavayê Kurdistanê û ji Barzanî daxwaz kir ku piştgir bin.