Serrûpel Foto Şervaneke berê (YPJ) ya Îtalî li welatê xwe tê mehkemekirin (FOTO...

Şervaneke berê (YPJ) ya Îtalî li welatê xwe tê mehkemekirin (FOTO – VÎDYO)

Belav bike

Vîdyo

Keçeke Îtalî ku çûbû Rojavayê Kurdistan û di nava şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de cih girtibû û şerê çekdarên rêxistina DAIŞ kiribû, bi hincete ku “tevlî rêxistineke ne yasayî bûye” li welatê xwe tê dagehîkirin.

Şervana berê ya YPJê Maria Edgarda Marcucci ku di salona dadgehê de got, kesên ku di şer de vîdyoyên wê girtine ew wiha nîşan dane ku şervaneke qehreman e, ew bi wê yekê kêfxweş û serbilind e, lê hem polîsên Îîtalî hem jî dadgeh neheqiyê li wê dikin.

Maria ku navê wê kod di nava YPJ de Îdî bû, sala 2017 çûbû rojavayê Kurdistanê û bûbû şervan.

Dozgerê giştî dibêje, ji ber ku Maria Edgarda Marcucci li Sûriyê fêrî sîlehê û şer bûye, ew dikare li ser civaka Îtalya xeterê çêbike.

Dadgehê bi hiceta ku xeterê li ser civakê çêdike, ew di mal de zindanî kir û qedexe kir ku hevdîtinê ligel zêdetirî 5 kesan pêk bîne.