Serrûpel Foto FOTO – VÎDYO: Kurdên Rûsya xwe gihandin hawara Kurdên Şengalê ku li...

FOTO – VÎDYO: Kurdên Rûsya xwe gihandin hawara Kurdên Şengalê ku li Belarusya asê mabûn

Belav bike
Trajêdiya Şengalê berdewam e…
Kengê me bihîst ku, 32 Kurdên Şengalê li sînorê Bêlarûs û Polonya asê mane, bi înîsîyatifa xêrxaz rêzdar Kadir Balayêv tevî endamê rêveberiya Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan rêzdar Mamê Mamoyî me xwe gihand hewara wan.
Gelekî westiyayî, dilşikestî, bêbawerî û bêçare bûn.
Problema wana ya maddî 2-3 meha çareserkirin mimkûn e. Lê ev têrê dike gelo?…
Bi sedan Kurdên Şengalî ola xwe Êzdî dîsa rê da ne.
Gelo, çima?
Divê miletê Kurd çareseriyê ji vê êşê re bibîne .
Şehyanê piçûk çawa em dîtin , xwe avêt hembêza kekê Kadir! Qey dibêjî kalkê xwe, ezîzê xwe bibîne! Ev dîmen têrê dike mirov jê dersê derxe!
Ji birînên Şengalê xwîn dirêje û diherike…
Ji rûpela Hejarê Şamîl