Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî 10 salan cara yekemîn çû serdana Îmarat û ligel hakimê Dubay Mihemed Bin Raşid Al Mektûm û Wezîrê Ehdê Abu Zebî Mihemed bin Zayîd civiya.
Her du aliyan tekezî li ser parastina yekîtiya axa Sûriyê û vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyê kirin.
Li Balafirxaneya Dubey cîgirê serokwezîrê Îmarat pêşwaziya Esed kir.