Serrûpel Foto Elliott Tanner (Einsteinê Biçûk 13 salî) wê doktora xwe di Fîzîk de...

Elliott Tanner (Einsteinê Biçûk 13 salî) wê doktora xwe di Fîzîk de çêbike – FOTO

Belav bike

Elliott Tanner 13 salî ye, zarok e, wê li Amerîka li zanîngeha Minisota di warê fîzîkê de doktora xwe çêbike. Ewê di 13 saliya xwe de bibe Dr. Elliott Tanner.

Bavê wî niha hewl dide 20 hezar dolar kom bike ji bo ku kurê xwe bide xwendin û mesrefê wî bide.

Dayîka wî dibêje, ew ji 3 saliya xwe ve fêrî xwendinê bûbû û bala wî li ser dersên zanistî gelek bû.

Nav li wî dikin Einsteinê Biçûk.

Elliott Tanner ji rojnameya brîtanî Daily Mil re gotiye ku bala wî bêhtir li ser fîzya ye, ew dersên fîzya dide xwendekarên zanîngehê.

Diya Elliott Tanner dibêje her çiqas ew di çavê xelkê de mezin be jî, lê li cem wê hîn zarok e.

WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com