Serrûpel Magazîn Îbo mîlyonek Dolar red kir

Îbo mîlyonek Dolar red kir

Belav bike
Îbrahîm Tatlises, ji bo ku li Qibrisê derkeve konserekê pêşniyareke mîlyonek dolar girt. Tatlises, bi sedema tenduristiya xwe, pêşniyar qebûl nekiriye. Rêvebirên otela ku ew pêşniyara ji Îbo re kirine mat mane. 
Îbrahîm Tatlises, sala çûnê rasta êrîşeke çekdarî hatibû û giran birîndar bibû. Dermankirina stranbêjê navdar Tatlises hîn dewam dike. Bijîşkên wî lekecan bi wî re qedexe kirine. Ew jî ji biryara bijîşkan dernakeve. Ji ber vê, pêşniyara ku li Otela Cratosê a li Qibrisê hatibû, Tatlises red kir. Rayedarên otelê diyar kirine ku, ji bo konserekê, hazirbûne ku mîlyonek dolar pêşin bidine Îbrahîm Tatlises lê wî ew pêşniyara qebûl nekiriye.    
Menejerê Tatlises jî diyar kiriye ku, heta çendakî ew qedexeya derketina ser dikê wê dewam bike. Tatlises piştî çend mehên pêş me ancax kare derkeve konseran. 
Bijîşkên Îbrahîm Tatlises, ji bo tenduristiya wî, karên ku kelecanê didine wî, ji wî re qedexe kirine. Îbo, dike albumek jî derxista lê dîsa ew jî û derketina merasîmên xelat girtinê jî bi wî re heta demekê hatiye qedeekirin.