Serrûpel 2012 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2012

Li Şemzînan şer dijware: 38 leşker hatine kuştin

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Şemzînan a parêzgeha Colemêrgê pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de qewimîne. Di van pevçûnan de di nava 3'ê rojan de 38 leşkerên Tirk hatine kuştin û helîkopterek hatiye xistin.

Sûretên Saddam serê dêwê çapemeniyê xiste belayê

AvestaKurd - Serê patronê dêwê çapemeniyê News Corp.ê Rupert Murdoch, bi sûretên nîvtazî yên Saddam Huseyîn re kete belayê. Ev sûretên Saddam dema ku di hepsê de bû bi dizî hatibûn kişandin.

“Em dikarin navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin“

AvestaKurd - Hevserokê BDPê Demîrtaş, di komcivîna partiya xwe a li meclîsê de axifî. Demîrtaş îfade kir ku pêwiste Tirkiye bi Kurdên Rojava re rûne û ku bê xwestin em karin navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin.

Şemamê bi dengê keçeke efrîqî

AVESTA KURD - Keçeke ji Gabon, bi navê Nadya, strana Şemamê bi kurdî dibêje. Fermo temaşe bikin.

YPG 14 cenaze radestî koma çekdaran kirin

Avestakurd – Yekîneyên Hêzên Parastina Gel (YPG) 14 cenazeyên endamên koma çekdar a bi navê Ghuraba El Şam radestî wan kirin.

PYD û Grûpên çekdar li Serê Kaniyê li hev hatin

AVESTA KURD - Serokê Meclîsa Netewî ya Sûriyê yê berê Abdulbasit Seyda, got bi navbênkariya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, PYD û grûpên çekdar ku derbasî Serê Kaniyê bûbûn, li hev hatin.

PKK: Emê piştgiriya pêşmergan bikin

Avestakurd – Der barê hatina hêzên Dîcle yên Nûrî El Malikî bo devera Kerkûkê, PKK'ê ragihand ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya pêşmergan bikin li dijî leşkerên Îraqê.

Ocalan rêberê mixalefeta Tirkiyê ye (Vîdyo)

AvestaKurd - Rojnamevan Fatih Altayli, li ser ekranên Haberturkê, di mijara bidawîbûna grevên birçîbûnê de gotinên balkêş kirin. Anî ziman ku Ocalan, di mixalefeta Tirkiyê de rêberê yekem e.

Pêşmerge û leşker pevçûn: 12 leşker mirin

Avestakurd – Nakokî û qeyrana di navbera Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî de kûr û dijwar dibe. Malikî ku dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike û dîktatoriyeta xwe ragihîne, dibe sedema fitineke mezin û Îraqê ber bi agirekî ve dibe.

Erdogan: Me tu soz nedane Ocalan

Avestakurd – Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîb Erdogan diyarkir ku di mijara bidawîkirina greva birçîbûnê de wan tu soz nedane Ocalan.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com