AvestaKurd - Kostumê aktrîsa Amerîkî Judy Garland, yê ku di sala 1939 an de di fîlma "Efsunbaza Ozê" de li xwe kiribû, kostumê şîn û spî, li Los Angelesê bi 480 dolarî hate firotin.
Avestakurd – Li hemberî operasyona Dîcle ku bi destê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî hatiye ava kirin ku bûye sedema gelek bûyerên nexweş li dijî Kurdan, Herêma Kurdistanê jî hêza Hemrîn ava dike.
Avestakurd – Weke îro (13/11) li 13'yê Mijdara sala 1960'an de rejîma Sûriyê a wê demê li dijî zarokên Rojavayê Kurdistanê komkujiyeke mezin pêkanî. Li wê demê ku Sûriyê û Misir di bin serokatiya Cemal Ebdulnasir de tek desthilatdarî bûn, li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê siyaseta xwe a herî xerab û şovenîst bikaranî.
Avestakurd – Li gor agahiyên dawî hatine bidestxistin, li Serêkaniyê a Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên di encama bombebarana balefirên balefirên Sûriyê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 8 kesan û 57 kes jî birîndar bûne.
Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê avakirina operasyona Dîcle ku bi destê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî hatiye ava kirin peyamek da û nerazîbûna xwe anî ziman.
AvestaKurd - Di roja 62. a çalakiya grevên birçîbûnê de, li çar aliyên cîhanê, zêdetirî 320 rewşenbîra bang li saziyên navneteweyî kir ku, bila daxwaziyên çalakgeran bên qebûl kirin û çalakî bi dawî bibe.